Rejîma Îranê Yûsif Rehîmî yê ji bajarê Banê û Ata Qubadî yê ji bajarê Kamyaranê revandin û ragirtine cîhên ne diyar.
Li rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê zext û îşkenceyên xwe yên ser gelê Kurd didomîne. Her roj li ser
malên Kurdan digire, Kurdan direvîne, binçav dike û biryarên darvekirinê dide. Di 10ê cotmehê 2026an de Yûsif Rehîmî (50) ku ji bajarê Banê ji aliyê pasdaran ve hat revandin û ji vî wextî heta niha cihê ku birinê ne diyar e.
Rejîma Îranê 14ê cotmeha 2026an li gundê Şahînî yê bajarê Kamyaranê di saetên serê sibê de bi ser mala Ata Qubadî girt. Ata Qubadî bi îşkenceyê hate binçavkirin û revandine cîhekî ne diyar.














