Colemêrg – Hamîde Kuşar a dayika Tîtan Kuşar ê di sala 2017an de li Rojavayê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, xwest xwe bigihîne gora lawê xwe.
Tîtan Kuşar (Ozgur Marufî) di sala 2013yan de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di sala 2017an de jî di pevçûnekê de digihêje şehadetê û agahiya wî diçe malbatê. Weke gelek ciwanên Kurd ji bilî vê agahiyê derbarê Tîtan Kuşar de tu agahiyên din nîn in û tê zanîn ku ew li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûye. Hamîde Kuşar a dayika Tîtan Kuşar xwest ku derfet jê re bên avakirin û biçe Rojavayê Kudistanê gora lawê xwe bigere û bibîne.
Hamîde Kuşar da zanîn ku hevjînê wî dema Tîtan hêj biçûk bûye jiyana xwe ji dest daye û wê Tîtan bê bav mezin kiriye. Hamîde Kuşar anî ziman ku Tîtan dibistan dixwend û wiha got: “Kurê min xwendekar bû. Dema sêwî bû hêj biçûk bû. Min û birayên wî ew mezin kirin. Yekî gelek baş bû, ji her alî ve gelek hêja bû. Têkiliyên wî yên li gel min, malbat û hevalên wî gelek baş bûn. 8 salan di nav xebatên bajêr de dixebitî û piştre çû xwe gihand hevalan.”
‘Ez dixwazim gora lawê min hebe’

Hamîde Kuşar anî ziman ku heta niha ji bilî agahiya şehîdbûna wî tu agahî ji lawê xwe ne standiye ku çawa jiyana xwe ji dest daye û gorê wî li kuderê ye û daxwaza xwe wiha destnîşan kir: “Heta niha me tu agahiyên rast nestandine. Tenê me dizanî ku çûye Rojava û li wir şehîd ketiye. Yekî Rojavayê Kurdistanê di sala 2017an de gotibû navê wî di Kovara Şehîdan de derbas dibe. Ji xeynê vê ev 9 sal in me tu agahî negirtine. Ez dixwazim çawa û kuderê şehîd ketiye bê eşkerekirin û biçim bibînim. Dixwazim gora lawê min hebe.”
Hêvî û daxwaza ji pêvajoyê
Hamîde Kuşar di dawiya axaftina xwe de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî nirxand û daxwaz û hêviyên xwe wiha anîn ziman: “Pêvajo baş e û înşellah vê baştir bibe. Yên şehîd ketî Xwedê ji wan razî be û yên mayî jî Xwedê biparêze. Înşellah êdî dê xweşî bikeve nav mirovahiyê. Ez dixwazim ev pêvajo encam bistîne, deriyê zindanan vebe û hemû girtî bên berdan.”












