Enqere – Endama MAF-DADê parêzer Rengîn Ergul derbarê civîna Komîteya Wezîran a Ewropa de ku dê di meha Kanûnê de were lidarxistin destnîşan kir ku di ew ê weke MAF-DADê beriya civînê bi Komîteya Wezîran re bi giştî civînekê li dar bixin û derbarê mafê hêviyê de agahiyan parve bikin û wiha got: “Divê ne tenê li ser Komîteyê lê li ser Meclisa Tirkiyeyê jî zext bên kirin.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa dê di 3ê Kanûnê de bicive û di civînê de biryara mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di koma Gurban de cih digirê jî bigire rojeva xwe. Komîte herî dawî derbarê mafê heviyê de di civîna 17ê Îlona 2025an de bal kişandibû ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xwestibû Komîsyona Meclisê derbarê mafê hêviyê de sererastkirinekê bike. Lê tevî ev 2 sal in pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî û salek bi ser biryara komîteyê re derbas bûye jî ji aliyê Meclisa Tirkiyeyê ve ji bo mafê hêviyê û başkirina şert û mercên xebatê ya Abdullah Ocalan tu gav nehatine avêtin.
Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike beriya civînê ji bo Komîte gaveke şênber biavêje xebatên xwe didomînin. MAF-DADê di çarçoveya civîna komîteyê de dest bi xebatan kir û dê pêşniyarên xwe pêşkêşî endamên komîteyê bike. Endama MAF-DADê parêzer Rengîn Ergul derbarê xebatên MAF-DADê û civîna komîteyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Di plansaziya Tirkiyeyê de ji bo mafê hêviyê tiştek tune ye’
Rengîn Ergul diyar kir ku komîte dê biryara mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di civîna 3yê Kanûnê de bigire rojeva xwe û wiha got: “Komîte ji 3 mehan carekê dicive û di civînê de dewletan dişopînin, bê ka biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa bi cih tînin an na. Li gorî rewşê biryar dide. Saleke ku komît biryara mafê hêviyê negirtibû rojevê. Di civîna dawî de komîte biryar dabû û wext dabû Tirkiyeyê. Ji Tirkiyeyê xwestibû ku heta meha Hezîranê plansaziya xwe parve bike. Tirkiye plana çalakiyê parve kir lê di plana çalakiyê de tiştek nû tune ye. Tirkiye tiştên berê gotibû dubare kir. Ji bo mafê hêviyê û guherandina qanûnan tu planeke nû tune ye. Ji bo wê em li bendê ne ku komîte biryareke ku li ser Tirkiyeyê zextê zêde bike, bide. Komîte beriya niha biryareke navberê stendibû lê em li bendê ne biryareke nû bistîne. Lê komîteya wezîran erka xwe bi cih nayîne. Ne tenê ji bo mafê hêviyê derbarê hemû biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê de erka xwe bicih nayne û tenê wext dide Tirkiyeyê. Ji bo wê jî em li bendê ne hem hin pirsan ji Tirkiyeyê bipirse û hem jî wext bide.”
‘Ji bo tevahiya mafên mirovan hewcehî bi têkoşîneke gerdûnî heye’
Rengîn Ergul bi bîr xist ku Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a mafê hêviyê 12 sal in pêk nayne û axaftina xwe wiha domand: “Komiteya Wezîran a Ewropa ji sala 2015an vir ve biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ji bo birêz Ocalan ji sala 2014an ve hildabû rojeva xwe. Ji sala 2015an heta 2022yan komîteyê ev biryar nexist rojeva xwe. Erka xwe bi cih neanî. Di sala 2021an de weke saziyên mafê mirovan û hiqûqê piştî me rapor şandin û piştî hewldanan, komîteyê ev mijar hilda rojeva xwe. Di vir de 2 pirsgirêk hene. Yek, jixwe krîzeke mezin ji aliyê mafên mirovan ve heye. Ne Neteweyên Yekbûyî (NY), ne Yekîtiya Ewropa û ne jî saziyên berpirs erka xwe bicih naynin. Ev jî krîzeke mezin e ji bo mafên mirovan. Li dijî vê ne tenê ji bo doza mafê hêviyê ji bo tevahiya mafên mirovan hewcehî bi têkoşîneke gerdûnî heye. Heke em weke sazî li ser wan zextê nekin ew erka xwe bi cih naynin. Çawa saziyên sivîl û mafên mirovan zext li ser Komîteyê kirin û Komîte hilda rojeva xwe ji bo bicihanîna biryaran hewcehî bi têkoşîneke gerdûnî heye. Di van salên dawî de em dibînin dostên Kurdan ên navneteweyî jî ku bandora wan li ser Komîteyê heye zêdetir name dişînin û ev yek jî bandorê li ser Komîteyê dike. Ji bo wê divê em li benda biryarê nesekinin û zextê li ser wan bikin.”
‘Em ji bo mafê hêviyê xebatên hiqûqî û dîplomasiyê dikin’
Rengîn Ergul bal kişand ser xebatên MAF-DADê yên ji bo mafê hêviyê û wiha pê de çû: “Me sala par li dijî cezayê muebeda giran nameyek ji Komîteyê re şand. Me îsal jî di meha Cotmehê de nameyek şand. Me derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê bi rê ve diçe, qanûna çarçoveyî ku vê dawiyê derketiye mînak dan û me di vê derbarê de Komîte agahdar kir. Me diyar kir ku qanûna ku derketiyê ji bo mafê hêviyê neçareserî ye. Serdana me li ser vê yekê bû. Ji bilî van nameyan jî em weke MAF-DADê tev li civînên Konseya Ewropayê jî dibin û di wan civînan de jî em bi endamên Konseyê re hevdîtinan dikin û agahî didin. Em xebatên hiqûqî ya dîplomasiyê dikin. Beriya civîna meha Kanûnê jî plansazî û hewldaneke me heye ku em bi Komîteya Wezîran re bi giştî civîneke bikin û derbarê mafê hêviyê de agahdariyan parve bikin.”
‘Divê li ser Meclisa Tirkiyeyê zext bê kirin’
Rengîn Ergul anî ziman ku Meclisa Tirkiyeyê li ser biryara Komîteyê mîsyona xwe bi cih nayîne û wiha axivî: “Divê Meclis vê biryarê bi cih bîne. Em li bendê ne Komîte, Meclisa Tirkiyeyê îşare bike û û li ser Tirkiyeyê biryareke xurttir bigire. Ya ku vê meseleyê çareser bike Meclisa Tirkiyeyê ye. Divê li ser Meclisa Tirkiyeyê zextek bê çêkirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Yanî divê em çareseriyê tenê bi Komîteya Wezîran re sînordar nehêlin. Heke Komîte biryarek şênber nede dîsa em ê xebatên xwe bidomînin û zextê li ser Komîteyê bikin. Komîte jî li ser rêziknameyê hesab dide Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê. Em ê bi Konseyê û Parlamentoya Ewropayê re jî hevdîtin bikin û xebatên xwe bidomînin. Neteweyên Yekbûyî li ser muebeda girankirî hin xebatan dike û em ê bi wan re jî di nava danûstandinê de bin. Li Tirkiyeyê jî pêwîste li ser Meclisê zext bê kirin. Ji ber ku çareserî di wir de ye.”













