• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    DFG: Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredarê Menderesê Îlkay Çîçek û gelek kes hatin binçavkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Sêrtî: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên nû bên çêkirin

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê   Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Dosye 2: Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê
    Bi pereyê dewletê otel çêkir û bi 95 mîlyonan firote dewletê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 4ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

Erzirom / AW

31 TÎRMEH 2026 - 16:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Cenazeyê siyasetmedarê Kurd û neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li gundê Qolhesarê li kêleka kalikê wî Şêx Mehmûd hate veşartin. Di merasîma cenaze de axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku Hasan Basrî Firat kedkarê doza Kurdistanê bû û tu carî li ber zilmê serê xwe netewand.

Hevşaredarê Xinûsê yê berê Hasan Basrî Firat ku neviyê Şêx Seîd e, roja 27ê Tîrmehê li Almanyayê koça dawî kiribû. Îro cenazeyê Hasan Basrî ji aliyê malbat û xizmên wî ve li Balafirgeha Erziromê hat pêşwazîkirin. Piştî wergirtina cenazeyê wî bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Bektaş, nûnerên sazî, rêxistinên sivîl û siyasî, hevşedarên DEM Partiyê yên navçeyên Xinûs, Qereçban, Gimgim û Qereyazî û bi sedan kesan cenaze anîn û birin mala wî.

‘Wî peyamek bilind da me’

Serokê Komeleya Şêx Seîd Kasim Firat ê ku pismamê Hasan Basrî ye di merasîmê de axivî û qala zordestiya li ser Hasan Basrî kir û wiha got: “Mixabin dagirker, zalim û Nemrûdên me ne hiştin ku Hesen xizmeta gelê xwe bike, bi awayê bêhiqûqî wî ceza kirin û ji ber zordariyê koçî Ewropayê kir. Li Almanyayê bi hesreta zarok, welat, dost û hevalên xwe 10 sal di bin êsirtiya penaberiyê de ma. Wî peyamek bilind da me û em bi vê peyamê gelek kêfxweş bûn. Hasan Basrî got ‘Em neviyên Şêx Seîd in, rêya me rêyek serbilindî ye, em çok danaynin û em serê xwe xwe li ber zilmê natewînin’.”

‘Kedkarê doza Kurdistanê bû’

Piştî axaftina Kasim Firat, parlamenter Meral Daniş Bektaş jî axivî û bal kişand ser keda Hasan Basrî Firat ya di doza gelê Kurdistanê de û wiha got: “Hasan Firat şehîdê Kurdistanê û gelê Kurd e. Hem hate girtin hem doza bêhiqûqî lê hate kirin û qeyim danîn ser keda wî. Zilmek mezin li ser wî hate kirin. Hasan Basrî Firat şehîdê me ye.”

Piştî axaftinan nimêja Înê û cenaze hatin kirin û fatîhe ji bo Firat hatin xwendin. Paşê jî cenaze li kêleka gora Şêx Mehmûdê bavê Şêx Seîd hate veşartin.

Piştî definkirina cenaze marasîm bi dawî bû û fatîhe hatin xwendin. Dê ji bo Firat li gundê Qolhesarê sê roj şîn were danîn.

Etîket: Hasan Basrî FiratKasim FiratMeral Daniş BeştaşŞêx Seîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat ber bi bajarê wî ve hate şandin

30 TÎRMEH 2026
Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

Cenazeyê Hasan Basrî Firat dê li Qolhesarê were veşartin

29 TÎRMEH 2026
Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

Neviyê Şêx Seîd, Hasan Basrî Firat li sirgûnê koça dawî kir

27 TÎRMEH 2026
Kurê Şêx Seîd, di bin îşkenceyê de parastina kurdbûnê kiriye!

Kurê Şêx Seîd, di bin îşkenceyê de parastina kurdbûnê kiriye!

6 TÎRMEH 2026
Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

29 HEZÎRAN 2026
‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne