• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Wan / AW

12 TEBAX 2026 - 23:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, ji aliyê şaredariyê ve Parka Mehmet Uzun hat vekirin. Di vekirina parkê de bal hate kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qanûna nû ya meclisê û têkoşîna li dijî polîtîkayên qeyûman.

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê re Parka Mehmed Uzun hat vekirin. Di çalakiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di çalakiya vekirinê de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê û gelek welatî amade bûn

‘Wan a me ye û em ê xwedî lê derkevin’

Di vekirina parkê de Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay axivî û bal kişand ser jiyan û berhemên nivîskarê Kurd Mehmet Uzun û got: “Wek ku Mehmet Uzun gotî, em zarokên êş û elemê ne. Îro em ji bo vekirina parka Mehmet Uzun li vir in; em hêvî dikin ku ev park ne tenê parkek, di heman demê de bibe wesîleya aştiyê jî. Nêzîkî du salan e şaredariya me di nav xizmeta gel û deynan de ye, lê me ev yek nekir behane û me xebatên xwe meşandin. Li dijî polîtîkayên ku li ser ciwanan tên meşandin, em ê wek şaredarî li cem kesên li ber xwe didin rawestin. Wan ya me ye û em ê bi hişmendiyeke paqij Waneke paqij ava bikin.”

‘Rêber Apo bang kir û berpirsiyarî da hemû gelan’

Pey re Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal axivî û girîngiya pêvajoya nû anî ziman û wiha domand: “Em spasiya kesên di vê têkoşîna pîroz de cih digirin dikin. Me her qad veguhast qada berxwedanê. Em bi salan e ji bo azadî û çanda xwe li ber xwe didin. Em derbasî pêvajoyeke nû bûn ku di nav vê pêvajoyê de azadî û aştî heye. Ev têkoşîna pîroz bi saya Birêz Abdullah Ocalan e. Banga pêvajoya aştiyê hat kirin û vê bangê berpirsiyariyeke mezin da hemû gelan. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.”

‘Zeman zemana aştî û azadiyê ye’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî bal kişand ser talankirina qadên kesk ji aliyê qeyûman ve û got: “Qeyûm xirabiyeke mezin li gelê Wanê dikin. Bajarê me bajarekî afetê ye û ev park ji bo sekanîna li hemberî betonkirinê hat çêkirin û navê nivîskarê Kurd lê hat kirin. Di Kurdistana bedew de aştî kêm bû û ev jî ji aliyê Birêz Ocalan ve hat çêkirin. Ev pêvajo ji bo paşeroja hemû gelan gava yekem e. Me bi qasî pêwîst êş kişand, êdî zeman zemana aştî û azadiyê ye. Hêvîdar im ev roja bedew di serî de ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî bibe roja azadiya.”

‘Qanûna ji Meclisê derbasbûyî girîng e’

Di dawiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û bal kişand ser qanûna nû ya ji Meclisê derbasbûyî û got: “Îro em şahidiya dîrokê dikin. Di rêya ku Mehmet Uzun li paş xwe hiştî de bi hezaran Kurd li ser wêjeya Kurdî xebatan dikin. Qeyûm her derî vedihêwirînin betonê. Pêvajoyeke gelek girîng e, beriya du rojan qanûneke girîng ji meclisê derbas bû ku ked û têkoşîneke mezin di nav de heye. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan Tevgera Azadiyê gav avêt. Ev qanûn girîng e lê ne bes e. Rêya siyaseta demokratîk vedike. Em ê jî li her derê rêxistin bibin û xwedî li pêvajoyê derkevin.”

Merasîma vekirinê bi stranên hunermend Serhedo û Koma Aryen bi coş bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanaxaftinAzadiParka Mehemt UzunpêvajoWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne