• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    Kujerên 7 şivanên di 1990î de hatin kuştin li ku ne?

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    MÎA-FED a Wanê destdirêjiya li dijî zarokê şermezar kir

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÎLON 2026 - 11:09
Kategorî: CÎHAN
A A
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan anî ziman ku Îranê şer neda destpêkirin û got, qedandina şer jî bi biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve girêdayî ye.

Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan ragihand ku biryara li ser bidawîkirina şerê navbera DYA û Îranê di destê Washingtonê de ye. Pezeşkiyan di çarçoveya civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de yên li New Yorkê ji Fox Newsê re axivî û got: “Amerîka wê biryarê bide ka dixwaze vî şerî biqedîne yan na.”

Ev axaftin piştî axuyaniya Serokê DYAyê Donald Trump hat ku di dema civînên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand ku rayedarên Îranî û Amerîkî li New Yorkê li hev civiyan.

‘Me şer neda destpêkirin’

Pezeşkiyan îdîa kir ku Îran şer naxwaze û welatê wî bi biryare ku li hemberî êrişan xwe biparêze. Pezeşkiyan got: “Me ti carî şer neda destpêkirin. Lê belê eger bixwazin bi me re şer dewam bikin, hingî emê bi xurtî û biryardarî bersivê bidin.”

Serokkomarê Îranê her wiha diyar kir ku zextên li ser Tehranê teslîmbûna li derveyî çarçoveya hiqûqa navneteweyî li ser welatê wan ferz dike û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin. Pezeşkiyan ragihand ku di navbera Washington û Tehranê de meha Hezîranê di prensîbê de lihevkirinek çêbû û Îran amade ye ku li ser bingeha vê lihevkirinê hevdîtinan dewam bike.

Pezeşkiyan diyar kir ku hilbijartinên navberê yên li DYAyê ku wê di demeke nêz de bê lidarxistin, ji aliyê lihevkirinekê ve helwesta Îranê naguherîne û got: “Em vê li ber çavan nagirin.”

Trump beriya niha îdîa kirbû ku Îran li benda hilbijartinên navberê yên li DYAyê û piştî wê plan dike ku lihevkirinekê bike.

Tengava Hurmuzê û bernameya nukleerê

Pezeşkiyan bi bîr xist ku DYA û Îsraîlê meha Sibatê êriş birin ser Îranê û wan jî li hemberî vê yekê Tengava Hurmuzê girtin. Tengav ji aliyê trafîka petrolê ya navneteweyî ve weke yek ji rêgehên girîng tê dîtin.

Têkildarî bernameya nukleerê ya Îranê jî Pezeşkiyan îdîa kir ku welatê wî hewl nade ku çeka nukleerî bi dest bixe û bernameya nukleerê bi armancên aştiyane bi rê ve dibe.

Daxuyaniya têkildarî Mucteba Xamane

Pezeşkiyan her wiha diyar kir ku herî dawî beriya mehekê lîderê olî yê Îranê Mucteba Xamaney dît û heft saetan pê re ma.

Ji bo pirsa li ser rewşa tenduristiyê ya Xamaney, Pezeşkiyan got: “Bi temamî baş e.”

Etîket: DYAnukleerşerSerokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

13 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

Ji DYAyê amadekariya şerek domdirêj: Dema yekîneyên leşkerî dirêjkirin

4 ÎLON 2026
DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

DYAyê li Grava Larkê xist Îranê bersiv da

31 TEBAX 2026
Îran dixwaze Tengava Hurmuzê bike bipere

Îran dixwaze Tengava Hurmuzê bike bipere

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Li Enqereyê şehîdan têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Karê ‘celweşînî’ ber bi tunebûnê ve diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Apê Mûsa hat bibîranîn: Em ê tu demê serî netewînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê bi navê Şiyar Çîçek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne