Di rûniştina 2yan a foruma têkoşîna azadiya jiyan û xwezayê de jinên axivîn bal kişandin ser qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê û gotin ku qirkirina xwezayê ya Kurdistanê bi metîngeriya dewletê ne qut e dan zanîn ku heke qala aştiyê bikin divê bi axa welat re jî li hev werin.
Konferansa jinan a “Em bi hev re pêşeroja diaxivin” ku li ser banga 80ê jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û aktivîst hene li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankayayê tê lidarxistin. Roja 2yan a konferansê bi peyamên hatine şandin û rûniştina yekem ve dest pê kir. Piştî rûniştina yekem konferans bi rûniştina 2yan a foruma “Em qala têkoşîna azadiya jiyanê û xwezê dikin” berdewam kir. Melda Onur û Rumeysa Çamderelî moderatoriya forumê kirin û forum bi rê ve bibin.
Di forumê de hemû beşdarvanên jin bi dorê mafê axaftinê girtin û li ser mijarê fikir û ramanên xwe anîn ziman. Beşdarên jin di axaftina xwe de bal kişandin ser qirkirina li dijî xwezayê û gotin ku heta xweza azad nebe jin jî azad nabin.
‘Qirkirina xwezayê û qirkirina jinê ji hev qût nîn e’
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di forumê de axivî û anî ziman ku qirkirina xwezayê ya şaristaniya dewletê û qirkirina jinê ya desthilatiya zilam ji hev qût nîne û wiha axivî: “Li Şirnexê bi hişmendiya metîngeriyê bi rêbaza şer qirkirinek heye. Me li dijî qirkirina xwezayê ya Şirnexê gelek doz vekirin, çalakî pêkanîn û tevî hê dozên me vekirin encam girtin jî li gor wê tevnegeriyan. Li Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê gelek çalakî kirin lê hê jî li Şirnexê û gelek cihên Kurdistanê bi birîna daran qirkirina xwezayê berdewam dike. Heke em ê qala aştiyê bikin yek jî encama şer qirkirina xwezayê ye û mijara xwezayê jî bi aştiyê re rasterast girêdayî ye. Em di pêvajoya aştiyê de derbas dibin bi qastî rojeva pêvajoyê em rojeva azadiya jinê, demokrasiyê û têkoşîna xwezayê digirin dest.”
Her wiha beşdaran bal kişand ser 1ê Mijdarê Roja Kobanê û cangoriyên Şoreşê bi bîr anîn. Beşdaran bi lêv kir ku desthilat û dewlet qirkirina xwezayê li Kurdistanê bi rêbaza şer û metîngeriyê dike û li aliyê Tirkiyeyê jî ji bo xizmeta sermayeyê dike û hewcedariya têkoşîneke xurt a hevpar li dijî qirkirina xwezayê derket pêş.
Endama Înîsiyatîa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn ku di vê beşê de axivî bal kişand ser qirkirina xwezayê ya Kurdistanê û wiha got: “Dema Efrîn hat dagirkirin darên zeytunê ya Efrînê dizîn û anîn li vir dan bazarê. Lê dema li welatê me ew talan hebû li vî alî bêdengî hebû.”
‘Heke aştiyeke bibe divê bi axa wî welatî re jî bibe’
Rojnameger Reyhan Hacioglu jî destnîşan kir ku bi avakirina qalekolan, koçberkirina gundan erdnîgeriya Kurdistanê tê metîngehkirin û wiha got: “Heke em ê qala aştiyê bikin divê em bi erdnîgariyê re jî aştiyê bikin. Aştî û xweza ji hev ne qûtkirî ne. Talana li Kurdistanê ne tenê ranta sermayê ye di heman demê de êrişa li dijî ziman, nasname û hebûna gelekî bû. Ji bo wê heke aştiyeke bibe divê bi axa wî welatî re jî bibe.”
Aktivîsta TJA Sebahat Tuncel jî diyar kir ku pergala kapîtalîzmê li ser qirkirina xwezayê pêş dikeve û wiha axivî: “Heke hişmendiya xwezayê nebe Sosyalîzm jî nabe, aştî jî nabe û azadiyê jinê jî nabe.”
Beşa 3yan a forumê bi sernavê “Em têkoşîna aştî û edaletê diaxivin” dê berdewam bike. Di vê beşê de Bîrcan Yorulmaz û Ceren Bayar dê moderatoriya forumê bikin û hemû beşdarên forumê bi dorê mafê axaftinê bigirin. Piştî forumê konferans dê bi dawî bibe.














