• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

    ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

    Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

    Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

    ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

    Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

    Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

    PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

    PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

    ÎHD 40 salî ye: ‘Me tu carî paş de gav neavêt’

    Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

    Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

    ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

    Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

    Cenazeyê Erkan Sak ê ku ketibû avê hat dîtin

    PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

    PJAK: Şehîdbûna 9 pêşmergeyan girîngiya yekitiyê nîşanî me dide

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

17 TÎRMEH 2026 - 20:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan destnîşan kir ku ew di domdin û mayîndekirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi biryar in û got: “Heke aştiyeke rast tê xwestin, rêya vê yekê di Îmraliyê de derbas dibe.”

Rojnamevan Rûşen Çakir li Qendîlê bi endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan re û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hevpeyvînek pêk anî. Kalkan di destpêka hevpeyvînê de bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Beriya ku em dest pê bikin, ez dixwazim tiştekî bibêjim. Wisa xuya dike ku hûn hinekî xelet hatine. Dewsa ku hûn bên vir, heke hûn pêşî biçûna Îmraliyê, hûn ê çûbûna navnîşana herî rast.”

Kalkan diyar kir ku berevajî rewşa sala 2013an, dînamîkên li Xeze, Sûriye û Tirkiyeyê zemînekî nû ava kirine. Kalkan anî ziman ku encamên şer hewcedariya çareseriyê zêdetir kiriye û bal kişand ser zemîna “çareserî û siyasetê”.

Dûran Kalkan di vê çarçoveyê de wiha axivî: “Hem pêvajoya Xezeyê heye hem jî li herêmê realîteyeke wisa heye ku lîder û dewletan diguherîne. Bi şerê xwe re jî em gihîştin nuqteyeke diyarkirî. Her tişt bi şer çareser nabe; şer rêyan vedike, siyaset çareser dike. Ji ber vê yekê dema çareserî û siyasetê hatiye.”

Kalkan da zanîn ku ew bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê esas digirin û li ser vê bingehê di pêşxistina pêvajoyên nû de biryardar in. Kalkan guhertinên li Rojhilata Navîn jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê gelên herêmê bi vîna xwe çareseriyê hilberînin.

Dûran Kalkan anî ziman ku piştî banga 27ê Sibatê, di nav beşên civakê û di nav wan de jî şaşwaziyek çêbûye, lê belê ew ji ramanên sîstematîk ên Ocalan re ne xerîb in. Kalkan got, “Wekî zihniyet em vekirî û amade ne” û destnîşan kir ku nêzîkatiyên dij-demokratîk pêşiya siyasetê digirin. Kalkan bi bîr xist ku wekî rêxistin wan banga Ocalan di cih de nirxandiye û di 1ê Adarê de agirbest ragihandine.

Kalkan bersiv da rexneyên li ser “nebûna daxwaza statuyê” û gotina Ocalan a “Tiştê ku min ji bo Kurdan kiriye, tenê xwedayên zalim dikarin înkar bikin” bi bîr xist. Kalkan nêzîkatiyên nijadperest ên teng rexne kir û destnîşan kir ku keda Ocalan nayê înkarkirin.

Dûran Kalkan der barê biryardariya li ser pêvajoyê de wiha got: “Êdî wekî berê şer nabe. Heya ku şert û merc neguherin û biryareke nû ya kongreyê neyê girtin, bi vê biryardariya heyî, em ê li dijî Tirkiyeyê nebin hêza ku çalakiyên çekdarî dike, me ev yek da sekinandin. Lê belê heke êrîş li ser me hebe, helbet em ê xwe biparêzin. Em dixwazin pêşiya siyasetê vebe.”

Kalkan bi bîr xist ku ew bi eslê xwe Turkmen e û bal kişand ser bêbaweriya di raya giştî ya Tirkiyeyê de. Kalkan diyar kir ku pêvajo nêzî du salan e berdewam dike û destnîşan kir ku divê Devlet Bahçelî bangên xwe berfirehtir rave bike, her wiha hawirdorên çep û demokratîk jî ji bo şandina nêzîkatiya neteweperest a di nav raya giştî de, divê zêdetir hewldanê bidin.

‘Yên ku dê dawî li şer bînin, yên şer dikin in’

Dûran Kalkan li ser îdiayên “lîstika Erdogan” a di vê pêvajoyê de jî axivî û da zanîn ku di her siyasetê de dibe ku lîstik hebin, lê belê tişta girîng ew e ka pêşiya siyasetê vedibe yan na. Kalkan got, “Heke ji sedî yek fêdeyek hebe, em ji wir dest pê dikin û derfetan mezin dikin.”

Kalkan her wiha gava yekem a Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya di 1ê Cotmeha 2024an de li Meclîsê û destdirêjkirina wî nirxand. Kalkan diyar kir ku di destpêkê de ew şok bûne, lê piştre ev gav rast dîtine û wiha pênase kir: “Aştiyê kesên ku şer dikin tînin. Rawestandina şer, kesên ku şer dikin tînin rojevê û vînê datînin holê. Ji ber vê yekê, çêkirina daxuyaniyeke wiha ji aliyê Devlet Bahçelî ve ne ji rêzê ye, ya herî nêzî rastiyê ye. Yên ku dê dawî li şer bînin, yên şer dikin in.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku pêvajoya ku bi gava Bahçelî “bi fîîlî” û bi banga Ocalan “bi fermî” dest pê kiriye, destkeftiyên mîna vebûna qada nîqaşê di nav civakê de, kêmkirina rageşiyê û derketina derfeta ramanê ya saxlem bi xwe re aniye.

‘Kîlîta çareseriyê li Îmraliyê ye’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku sepandin û pêkanîna pratîkî ya çareserî û aştiyê tenê bi vîna Abdullah Ocalan pêkan e û der barê fesihkirina rêxistinê û paşeroja kadroyan de wiha got: “Me têkoşîna çekdarî bi dawî kir, me biryara fesihkirinê girt; lê ev nayê wê wateyê ku ev mirov dê hûm bibin û herin. Pêkanîna biryara fesihkirinê hewce dike ku rêxistin guhertin û veguherînekê bijî. Ji bo vê jî zemînekî qanûnî û siyasî yê guncav şert e. Heke aştiyeke rast tê xwestin, rêya vê yekê di Îmraliyê de derbas dibe.”

Kalkan nîgeraniya xwe ya li ser derengketina rêziknameyên qanûnî anî ziman û destnîşan kir ku ew ê li gorî nêrînên ku ji Îmraliyê tên helwestê bigirin.

Kalkan bal kişand ser Şoreşa Rojava û diyar kir ku wan ders ji wê yekê girtiye ku divê hevpeymaniyên taktîkî û têkiliyên stratejîk tevlihev nebin. Kalkan îdiayên cudahiya nêrînan a di navbera Îmralî û Kandîlê de ya di pêvajoya Helebê de bi kêmasiya agahdarkirinê ve girêda û destnîşan kir ku divê Kurd di Rojhilata Navîn a demokratîk de cih bigirin.

Kalkan behsa şerên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û bandora Îsraîlê ya li herêmê jî kir û da zanîn ku statûya netewe-dewletê ya 100 salî hilweşiyaye. Kalkan anî ziman ku divê Kurd di vê pêvajoya nû de bibin xwedî statûyeke siyasî û wiha berdewam kir: “Ev statû divê ne ya tunekirina hev be, divê di Rojhilata Navîn a demokratîk de be. Mîsogeriya hebûn û azadiya Kurdan di demokrasiya Tirkiye û herêmê de ye. Hewldanên Îsraîl û Îranê jî hene ku bi dînamîkên Kurd re têkiliyê deynin. Ev pêvajo, pêvajoya rûniştandina siyaseta Kurd a li ser bingeheke demokratîk e ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.”

‘Banga ji bo hawirdorên civakî û mûxalîfan’

Kalkan rexneyên “partîtiya teng” li mûxalifên Tirkiyeyê û bi taybetî li CHPê girt. Kalkan anî ziman ku divê Tirkiye li ser pirsgirêkên bingehîn ên mîna ewlehî, demokrasî û pirsgirêka Kurd hûr bibe û daxwaz kir ku hawirdorên çep, demokrat û sosyalîst zêdetir xwedî li pêvajoyê derkevin. Kalkan banga tifaqê li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê kir û diyar kir ku ew bawer dike heke çînên karker pêvajoyê nas bikin, dê li dijî dernekevin. Kalkan aliyên desthilatdar jî ji ber “berjewendiyên teng û tirsê” rexne kir û got: “Divê em sîstema tirsê bişkînin.”

Biryarên DMMEyê

Kalkan destnîşan kir ku divê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî bên berdan û da zanîn ku ev siyasetmedar dikarin li derve rolekî bi bandortir bilîzin. Kalkan biryarên DMMEyê yên ku ji bo Demîrtaş û siyasetmedarên din nehatine sepandin bi bîr xistin û wiha got: “Biryarên DMMEyê nehatin sepandin. Ne tenê Demîrtaş, divê hemû siyasetmedarên di girtîgehan de derkevin. Di girtîgehê de bin jî her kesî rolek heye. Divê em tevliheviya rolan nejîn, divê her kesrola xwe baş bizanibe. Helbet heke Selahattîn Demîrtaş li derve bûya, dê rolekî baş bilîsta. Me jî ew nas kir, kesekî pir bi tecrûbe ye, em girîng dibînin.”

Kalkan diyar kir ku siyasetmedarên kevn ên li Ewropayê jî dikarin di vê pêvajoyê de cih bigirin.

Kalkan di dawiyê de dubare kir ku guhertina stratejîk mayînde ye. Kalkan banga “Bila pêşiya siyasetê vebe” kir û anî ziman ku bi vê yekê dê demokrasiya Tirkiyeyê xurt bibe û bibe alîkarê aştiya Rojhilata Navîn.

Kalkan, der barê NATOyê de ya ku herî dawî li Enqereyê lûtkeyek pêk anîbû, got: “Ji bilî çekdarkirinê tu tiştekî din nafikire. Ji bilî şer tu tiştekî din nafikire. Tiştekî din nade Tirkiyeyê.” Kalkan bal kişand ser dînamîkên derve û destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê dê fêdeyên pir mezin bide Tirkiyeyê.

Etîket: ;mraliAzadiDuran KalkanhevperyvînRûşen Çakir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026
Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

Keskîn Bayindir: Li pêşiya me aştiyeke birûmet û azadî heye

5 TÎRMEH 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saîde Ulugana: Ew teslîm nebûn, çekên xwe bi destên xwe şewitandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hezaran Kobanî li dijî êrişan meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (444)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne