• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ‘Berdelê siyaseta ku nikare zarokan biparêze, nikare li ser milê zarokan bê barkirin’

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    ÎHD: Bêyî misogeriya hiqûqî û siyasî bêçekbûn mayînde nabe

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Numan Kurtulmuş bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû  HATE NÛKIRIN

    Hevdîtina Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî bi dawî bû HATE NÛKIRIN

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    ÎHDê ya Amedê: Pêdivî bi gavên pê bawer heye

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

    Şivanê ku ket qenala DSÎyê xeniqî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Duran Kalkan: Pêvajo dê bi xebata azad a Rêber Apo pêş bikeve

Navenda Nûçeyan / AW

21 TÎRMEH 2026 - 10:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan destnîşan kir ku neguhertina şertên Îmraliyê baweriya ji bo pêvajoyê lewaz kiriye û got: “Bi qasî ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite, pêvajo bi pêş ve naçe.”

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan bi Medya Haber TVyê re derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên di rojevê de ne axivî.

Duran Kalkan destnîşan kir ku serdanên Îmraliyê rêk û pêk nayên kirin, nezelaliyek di aliyê qanûna çarçoveyî de heye. Duran Kalkan da zanîn ku rewşa heyî nîşan dide ku pêvajo li paş ketiye û got: Ev yek nîşan dide ku zêde bi cidî nêzî pêvajoyê nabin. Rêbertî û Tevgera me evqas gav avêtin, her kes vê dizane, her kes nîqaş dike. Ji hin aliyan ve kesên dijber jî, di aliyê rewşa leşkerî, siyasî û geşedanên li herêmê de dibêjin, helwesta Kurdan têra xwe erênî û bi wate ye. Rêber Apo muxatabê sereke ye, hemû derdorên Kurd vê yekê qebûl dikin. Sedema pêşneketina pêvajoyê rewşa heyî ya şert û mercên Rêber Apo têde tê ragirtin e.”

‘Em raya giştî amade bikin’

Duran Kalkan bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî çarçoveya qanûnî nêrînên xwe bi nivîskî pêşkêş kiribû, gotibû, ‘piştî cejnê di nava 3 rojan de em hel bikin, bila veger li min çêbibe, ez ê tiştên pêwîst bikim’ û axaftina xwe wiha domand: “Bila her tişt eşkere be, eger aliyê hember jî dixwaze em di milê zelaliyê de ne. Lê belê, ji tiştên rast re girtî mayîn û ji tiştên nerast re jî vekirî mayîn, gelek axaftinên vala tên kirin. Ev yek di civakê de serê mirovan tevilhev dike. Piştre jî dibêjin, nizanim helwesta wiha, raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê re amade nîne. Eger ev rêbaz were şopandin, helbet raya giştî amade nabe. Em raya giştî ya Kurd amade dikin. Têkildarî nêrînên Rêber Apo, baldarî heye. Eger wisa nebe, eger qanûneke ku tenê ji nêrînên wan pêk tê çêbibe, qanûneke bi gotina “Tirkiyeya bêteror” pêş dikeve çêbibe, ev bi gotina heval Hêlîn a hefteya borî ji bilî dem windakirinê tiştek din nîne. Ev qanûn ji bo me derdikeve, em weke aliyekê vê qanûnê diaxivin.”

‘Divê civaka demokratîk rêxistinkirî be’

Duran Kalkan bal kişand ser entegrasyona demokratîk û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Xeta çareseriya pêvajoyê, xeta entegrasyona demokratîk e. Entegrasyon çi ye? Yekîneyên cuda ji bo yekîtiyekê çêbikin di nava xwe de têkiliyekê ava dikin, ji şêwazê vê têkiliyê re entegrasyon tê gotin. Li ser esasê naskirina hebûna hevdû. Tê vê wateyê ku şêwazê vê têkiliyê li ser esasê xisûsên demokratîk be. Yekîneyên cuda kî ne? Dewlet û Kurd in. Weke rêxistin PKK, weke civak jî Kurd. Dewlet divê ji bo demokrasiyê hestiyar be. Yanî Komara Demokratîk pêwîst e. Civak divê rêxistinkirî be. Kurd divê rêxistinkirî bin. Yanî divê bibe civaka demokratîk. Heta ku civaka demokratîk a rêxistinkirî nebe, entegrasyon nabe. Divê ji bo xebatên komuna demokratîk seferber bibin. Dewlet wê vê bide yan nede, gelo çi tê axaftin çi nayê axaftin, şûna ku bi vî rengî fikar bên çêkirin, em ji avakirina civaka demokratîk re seferber bibin. Demokratbûyîn û welatparêzî, tevlîbûna vê seferberiyê ye. Şoreşgerî ev e.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Duran Kalkan bi bîr xist ku rejîma Baasê civakên gelan ên herî biçûk jî wekî hemwelatî qebûl nedikir û wiha pê de çû: “Îro be, tevî ku rêveberiya heyî carinan dîsa dixwaze xeta Baasê bimeşîne jî, gelek civak êdî dikarin bi zimanê xwe biaxivin, çanda xwe bijîn û xwe birêxistin bikin. Di heman demê de, di nav piştgiriya bi gelên cîran re, vîna jiyana azad a çanda xwe bi dest xistin. Ev geşedaneke pir girîng bû. Bêguman zehmetiyên wê hebûn. Pêdivî hebû ku perwerde, tendurustî û xizmetguzariyên din li ser bingeheke pirzimanî û pirçandî ji nû ve werin birêxistinkirin. Ev yek jî îmkanên nû, materyalên nû û binesaziyeke nû dixwest. Wisa lê hat ku qey her tişt ji sifirê dest pê dike, avahiya heyî tê hilweşandin û li şûna wê yekî nû tê avakirin.”

‘Netewperestiya Tirkan li Rojhilata Navîn dan rûniştandin’

Duran Kalkan îmzekirina Peymana Lozanê bi bîr xist û derbarê mijarê de wiha axivî: Belê, pêvajoyek hebû ku Peymana Lozanê afirand. Beriya wê jî heye. Peymanên li ser bingeha encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn hene. Ew tiştekî cuda bû. Li hemberî van têkoşîn hate meşandin. Têkoşînek li demokrasiyê vekirî bû. Bi rastî jî ya ku serketiyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn xwestin biafirînin heta astekê hate şikandin. Piştre li ser vê bingehê li Lozanê peymanek hate mohrkirin. Ev peyman gelekî zêde bi xeta netewe dewletê ve hate girêdan. Ne li gorî demokrasiya beriya wê bû, ne li gorî hîmên xwe bû, lewma ew destketî dewam nekir, demokratîk nekir. Di 29ê Cotmehê de komar hate ragihandin, dewlet ava bû lê belê ev dewlet li şûna ku demokratîk bibe û demokrasiyê bi pêş ve bibe; di serî de pêkhate û hindikahî ku Kurd jî di nav de bû xwest her cûre hebûneyên etnîk û çandî tine bike û rêveberiyeke yek ziman, yek çand û dewletê, netewe-dewletê, netewperestiyê û dewleteke hişk a neteweyî ava bike. Ji Îttîhat û Terrakî ve neteweperestiya Tirk anîn û li vê derê dan rûniştandin. Piştre di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de vê yekê pêşengî kir.”

‘Netewperestiya Tirkiyeyê serkêjiya Îran û Ereban kir’

Di berfirehiya axaftina xwe de Duran Kalkan bilêv kir ku netewperestiya dewleta Tirkiyeyê serkêşî li Îran û cîhana Ereb kir û wiha pê de çû: Weke maketeke wan bi pêş ketin. Neteweperestiya Ereb û Fars weke neteweperestiya dewletê ya li Tirkiyeyê ava bû. Vê yekê xwe spart înkar û îmhaya Kurdan. Û xwe spart rabûna li hemberî hev. Sed sal di nava xwînê de derbas bû. Nîvê wê, ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘proto Îsraîl’ê hate pênasekirin. Piştre Îsraîl hat. Niha bi destpêkirina sedsala duyemîn re ev dîzayna Rojhilata Navîn tê guhertin. Statu ji nû ve tê dîzaynkirin. Projeyeke bingehîn a Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku di salên 1990î de destpê kir ew e ku statuperestiya netewe dewletê ya li ser bingeha Lozanê hatiye avakirin ji holê rake, bi peymaneke nû dixwazin statukoyeke nû ava bikin ku sermaye karibe hîn bi hêsanî lê tevbigere.”

‘Pergala nû hegemoniya Îsraîlê esas digire’

Duran Kalkan di axaftina xwe de li ser geşedanên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn sekinî û ev tişt gotin: “Bi şerê Xezeyê yê 7ê Cotmeha 2023an re gelekî bi pêş ve çû, hat îro weke şerê Îranê li herêmê bi dijwarî dewam dike. Rewşeke eşkere ye. Ya ku tê xwestin di vir de bê kirin çi ye? Peymana nû, Peymana Îbrahîmî ye. Xwe dispêre lihevkirina Ereb-Îsraîlê. Di nava vê de jî hegemonya Îsraîlê esas e. Tifaq Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîlê bi kişandina beşek ji hêza Ereb ber bi aliyê xwe ve dixwaze statukoya berê biguherîne, di bin hegemonya Îsraîlê de sîstemeke nû ava bikin ku xwe dispêre rêyeke nû ya enerjiyê. Ev eşkere ye. Lewma tişta ku sed sal in hatiye avakirin tê guhertin, hildiweşe. Binihêrin, gotin em li hev dikin. NATO anîn Tirkiyeyê û Trump dema li Tirkiyeyê bû fermana şerekî nû li dijî Îranê da. NATO û Tirkiye xist bin tewanbariyê, xist nava vî karî. Êrişên heyî yên leşkerî bi vî rengî dewam dike. Bang kir ku her kes li gorî Peymana Îbrahîmî tevbigerin û tevlî bibin.”

‘Sûriye bibe mêtingeh Tirkiye dê winda bike’

Di dawiya axaftina xwe de got ku heke Sûriye bibe mêtingeha Tirkiyeyê û ew li gorî Peyama Îbrahîmî tevbigerin dê winda bikin û ev tişt gotin: “Belê niha bandoreke xwe li ser Şamê heye lê belê şaş e ku bifikirin ku ev rewş wê timî bi vî rengî be. Nediyar e bê sibe çi bibe. Eger ev bi rêk û pêk bibe, bi sîstem bibe dikarin bi hêsanî ji Tirkiyeyê re bibêjin, ‘biçe karê xwe bike, bi temamî destê xwe ji Rojhilata Navîn vekişîne’. Ev polîtîka zerarê dide. Ev ji ber çi bû? Ji ber feraseta ’eman bila navê Kurdan nebe’ bû. Ev dijberiya li Kurdan, nêzîkatiya şoven û neteweperest a li ser vê bingehê her tiştî bi Tirkiyeyê dide windakirin.

Etîket: Aştî û civaka demokratîkDuran KalkanEndamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah OcalanHevditinnetewperestîQanûna ÇarçoveyêRojhilata Navîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê dê bi wazîrên dadê û hundirîn re hevdîtinê bikin

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

20 TÎRMEH 2026
Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

Dûran Kalkan: Rêya aştiyeke rast di Îmraliyê de derbas dibe

17 TÎRMEH 2026
Heyeta Îmraliyê: Em armanc dikin ku di nêz de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

Heyeta Îmraliyê: Em armanc dikin ku di nêz de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin

16 TÎRMEH 2026
Heyeta DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re civiya

Heyeta DEM Partiyê bi Devlet Bahçelî re civiya

16 TÎRMEH 2026
Pervîn Buldan: Divê Demîrtaş were berdan  Mîthat Sancar: Demîrtaş dixwaze tev li pêvajoyê bibe

Heyeta Îmraliyê bi Efkan Ala û Abdullah Guler re hevdîtin kir

15 TÎRMEH 2026
Pervîn Buldan: Em li benda hevdîtinê ne

Pervîn Buldan: Em li benda hevdîtinê ne

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (552)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne