Enqere – Jeelan Abu Al-Rub ku bi aslê xwe Filistiniyê û li Tirkiyeyê di beşa Zanîsta Siyasetê de doktorayê dike tekildarî pêvajoya muzakereyê ya Filistîn-Îsraîlê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya li Tirkiye û Kurdistanê tê domandin anî ziman ku pêşniyara entegrasyona demokratîk ya Abdullah Ocalan di pêşerojê de ji bo Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike.
Şer, pêvçûn û aloziya di navbera Filistîn û Îsraîlê de piştî êrişa 7ê Cotmehê ya 2023an a Hamasê, derbasî qonexeke nû bû. Piştî êrişên Hamasê Îsraîlê li dijî Filîstînê êrişeke mezin bir ser Xazeyê û bajar hilweşandin. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê di 7ê Cotmehê vir ve 73 hezar welatiyên Filistînê jiyana xwe ji dest danê. Piştî şerê 2 salan di 10ê Cotmeha 2025an de bi pêşengiya Serokê Amerîkayê Donald Trump di navbera Filistîn û Îsraîlê de agirbest hat ragihandin. Li gor agirbestê Hamas dê çekên xwe radest bike û serkirdeyên Hamasê derkevin derveyî welêt û Îsraîl jî dê ji Xazeyê vekişê. Lê heta niha ji bo pratîkkirina agirbestê gaveke berbiçav nehatiyê avetin û xeteriya şer berdewam dike.
Şer û pêvçûnên li Rojhilata Navîn bi şerê Îsraîl û Filîstînê ve sînordar nîne. Ji aliyekî êrişên li ser Urdun û Îranê û ji aliyê din ve aloziya Rojava û Suriyeyê, Rojhilata Navîn xistiyê nava aloziyeke mezin. Dewletên serdest ku dixwazin li gor berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn sererast bikin şer, pevçûn û aloziyê li ser gelan ferz dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav vê qeyran û aloziyan de di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û pêvajoyeke nû û merhaleyeke nû da destpêkirin. Di serdemekê ku şer li Rojhilata Navîn gur dibe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şerê çekdarî bi dawî kir. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê jî deng vêda û bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sedemên krîz û kaosên li Rojhilata Navîn pergala netew dewlet re gire dide û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî pergala Netewa Demokratîk pêşkeşî gelan dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pergala Netewa Demokratîk paradîgmayeke ku hemû gel û netew bi hev re di nava wekhevî û azadiyê de bijîn pêşniyar dike.
Jeelan Abu Al-Rub bi aslê xwe ji Filistînê ye û di sala 2018an vir ve li Tirkiyeyê dimîne. Jeelan Abu Al-Rub ku li Zanîngeha Enqereyê di beşa Zanîsta Siyasetê de doktorayê dike tekildarî aloziya li Filistînê, Rojhilata Navîn û pêşniyara çareseriya Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.
Pirsgirêka netew-dewletê: Filistîn û Kurdistan
Jeelan Abu Al-Rub bi lêv kir ku pirsgirêka netewperestî û nasnameyê li Filîstînê dîrokî ye û ew tişt anîn ziman: “Filistîn ku weke herêma Kenan tê zanîn, herêmeke pir rengî ye. Misilman, File, Cihû gelek netew û bawerî lê dijîn. Herêma Kenanê ji Filîstînê heta Levant û Lubnanê belav dibe. Li Filistînê pirsgirêka nasnameyê piştî Cihûyan derket holê. Piştî di kongreya Siyonistan de fikra avakirina dewleteke derket holê û Îsraîl ava bû pirsgirêka nasnameyê derket holê. Pirsgirêka nasnameyê ya Kurd û Filistiniyan ya li dijî pergala netew-dewlet jî di vir de digehejê hev. Kurdan jî daxwaza mafê tayînkirina qedera xwe kirin û Filîstiniyan jî heman daxwaz kirin. Helbet di nava herdû pirsgirêkan de hem cihên pir dişibin hev û hem jî li hev cuda hene.”
‘Gelê Filistînê ku ji bo azadiyê têdikoşiya niha tenê hewl dide bijî’
Di berdewama axaftina xwe de Jeelan Abu Al-Rub da zanîn ku piştî 7ê Cotmehê li Filîstînê guherînên mezin pêk hatin û derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê û rewşa herêmê wiha axivî: “Piştî bûyerên 7ê Cotmehê gelê Filistînê ku ji bo azadiyê têdikoşiya niha tenê hewl dide karibe bijî. Niha agirbest û muzakerê hene. Katar û Tirkiyeyê jî navbenkariyê dikin. Lê ji bo bi dawîkirina şer em ê çi bawer bikin? Di dema muzakereyan de jî Îsraîl Xezayê tombaran dike. Hê dû roj berê jî Xezayê tombaran kirin. Muzakerê hê berdewam dikin. Lê hê jî ji bo Hamas çekên xwe radest bike çareseriyek nehatiye peydakirin. Ji bo hikûmeta demkî ya Filistînê ya El-Fatih li ser hikumetê bimînê hevdîtin hatin kirin. Lê heta niha hikûmetek alternatîf derneketiyê pêş. Ji bo pêşerojê hê plan hene. Li Xezayê hê jî dagirkeriya Îsraîlê heye.”
Pêvajoyên çareseriyê
Jeelan Abu Al-Rub bal kişand ser pêvajoya muzakereyê ya Filistîn û Îsraîlê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Bi banga Abdullah Ocalan re gava yekem a pêvajoyê destpêkir. Di navbera Îsraîl û Filistînê de jî pêvajoyek heye lê her dû pêvajo ne wekhev in. Di pêvajoya Filistîn û Îsraîlê de tu gaveke şênber me nedît û Îsraîl li gor pêvajoyê tevnegeriya. Lê di pêvajoya Kurdan de wisa difikirim ku tiştên şenber jî dê derkevin holê.”
‘Entegrasyona demokratîk ji bo Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’
Di dawiya axaftina xwe de Jeelan Abu Al-Rub bal destnîşan kir ku fikra entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan di pêşerojê de ji bo Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike û wiha got: “Lê astengiyên li pêşya vê entegrasyonê jî hene. Di serî de hin aliyên Tirkiye li dijî vê yekê ne. Her wiha hê jî di nava civaka Tirkiye û Sûriyeyê de nakokî li ser vê yekê hene. Hin komên çekdar ên Suriyeyê naxwazin Kurd entegreyî dewletê bibin. Hê jî xeterê li pêşiya entegrasyona ku dê mafê ziman û çanda Kurdî mîsoger bike hene. Ew entegrasyon li ser esasê rêzgirtina nasnameya cuda û hevsengiya ez û em in. Fikreke çareseriyê ye. Lê astengî jî hene. Ji bo Filistînê jî rewş hinek cuda ye. Dewleta Îsraîlê li dijî çareseriya 2 dewletan e. Gelê Filistînê jî naxwazê bi Yahudiyan re di nava dewleteke de bijî. Lê di rewşa Kurdan de heke ew entegrasyona demokratîk hem li Tirkiyeyê û Sûriyeyê û hem jî li Îran û Iraqê pêk were dê li Rojhilata Navîn hevsengiyeke ava bike.”













