Wan – Malbatên şehîdên ji Wanê ku behsa têkoşîn û çîroka zarokên xwe kirin, diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilind û serfiraz in û wiha gotin: “Daxwaza me ya sereke ew e ku bila êdî tu kes negirî, hêsir ji çavên tu dayikan nerije û aştiyeke mayînde li ser vê axê pêk were.”
Li Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) li Wanê şîn hate danîn. Şîn îro di roja sêyemîn de dê bi dawî bibe. Malbatên şehidan ku ji ajansa me re hestên xwe anîn ziman, gotin ku ew bi şehîdên xwe serbilind in.
‘Ez bi qîza xwe serbilind im’
Dayika Xiyal Aslan (Rojîn Gevda), Gulşen Aslan hestên xwe wiha anî ziman: “Ez li ber şehîda xwe bejna xwe ditewînim û gelekî pê serbilind im. Keça min ji bo vê gelî û malbata xwe şehîd ket, ez gelekî pê serfiraz im. Em êdî naxwazin ne dayikên Kurd û ne jî yên Tirk bigirin, bila cîgera kesekî neşewite û êdî şehîd neyên.”
‘Şehîd rûmeta me ne, baweriya me bi pêvajoyê heye’
Bavê Merve Şeker (Sarya Serhat), Emîn Şeker jî dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan vegot û baweriya xwe ya ji bo pêvajoyê wiha anî ziman: “Ez hevalên Şehîd Sarya hemûyan ji dil û can bi bîr tînim. Şehîd rûmeta me ne û em bi wan serbilind in. Wan ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bedena xwe da. Gotineke hevalên Sarya hebû, digotin ‘Em ji mirinê natirsin, em ji mirinê mezin tir in’. Em jî şagirtên wan in û heta dilopek xwîna me hebe em di rêya wan de ne. Ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir. Baweriya me bi Serokatiyê heye ku dê vê pêvajoyê heta dawiyê bi rê ve bibe.”
‘Bila rondikên dawiyê bin’
Dayika Botan Feraşîn (Kamuran Aslan), Meryem Aslan da zanîn ku daxwaza wan tenê aştî ye û got: “Em êdî naxwazin ne dayikên gerîla û ne jî yên leşkeran bigirin. Bila rondikên dayikan bi dawî bibin.”
‘Em li ser rêya wan in’
Bavê Ramazan Şahîn (Êrîş Babanîs), Îbrahîm Şahîn jî diyar kir ku ew li ser rêya şehîdên xwe ne û xwest ku êdî aştî li vê erdê pêk were.
‘Bila azadî pêk bê’
Dayika Ferhat Duman (Şoreş Wan), Fazîle Duman jî destnîşan kir ku ew bi şehîdê xwe serbilind e û wiha got: “Hêviya min ew e ku aştiyek pêk bê û cergê ti dayikan neşewite.”
‘Em pê serfiraz in’
Dayika Azimşer Aslan (Şervan Feraşîn), Zuleyha Aslan jî anî ziman ku ew bi şehîdê xwe serfiraz e û êdî naxwaze rondik werin rijandin.
‘Daxwaza me azadiya Rêberê Gelê Kurd e’
Dayika Sînan Ozcan (Hêjar Tolhildan), Şukriye Ozcan jî bal kişand ser misogerkirina azadiya gelê Kurd û wiha axivî: “Daxwaza me ew e ku êdî kes negirî. Bila deriyên girtîgehan vebin û Rêberê Gelê Kurd azad bibe.”













