• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ROJEVA 30ê COTMEHA 2026an

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

Wan / AW

14 ÎLON 2026 - 19:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrişên li ser Rojava û kuştina Sîpan Hiznî meşek li dar xistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku çareserî û aştiya li Sûriyeyê bi ewlekirin û nasîna mafên demokratîk ên gelê Kurd pêkan e.

Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê yên Wanê, li dijî êrişên li ser Kurdên Rojava û kuştina Sîpan Hiznî, ji Gumpaş AVMê heta Parka Mûsa Anter meşeke bi girseyî lidarxistin û daxuyaniyek dan. Di meşê de pankarta “Li dijî hişmendiya qirkirinê Rojava em in, em Rojava ne” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e” û “Şehîd Sîpan nemir e” hatin berzkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî meş û daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê  Wanê Diyar Afşîn ve hat xwendin. Diyar Afşîn di destpêka daxuyaniyê de Sîpan Hiznî yê ku di nava Lîwaya Hesekê de peywirdar bû û di encama revandinê de hat kuştin û 9 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anî. Diyar Afşîn destnîşan kir ku êriş û binçavkirinên li dijî gelê ku bertekên xwe yên demokratîk li dijî qetilkirina Sîpan Hiznî nîşan didin, provokasyona li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk e û got: “Nîşandana van geşedanan mîna meseleyeke eşîrî an takekesi, tenê veşartina aliyê siyasî û civakî yê bûyerê ye. Piştî van êrişên ku beşek ji polîtîkaya bi hev re şerkirina gelan e, di şewata Girtîgeha Kobanê de û mirina 9 ciwanan aloziyê kûrtir kiriye. Ev bûyer ji hev serbixwe nîn in. Ketina hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya bo Kobanê û êrişa wan a li ser gel, destwerdana li hemberî îradeya herêmî û demokrasiyê ye.”

‘Her alî ve lêkolîn bikin’

Diyar Afşîn destnîşankir ku avakirina aştiyê ne bi rêyên leşkerî, axaftin û diyalogê pêkan e û  wiha li axaftina xwe zêde kir: “Gelê Kurd ku 14 sal in mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi kar tîne, divê ev mafê wî nebe mijara bazarê û bi zagonî bête ewlekirin. Divê êrişên li ser çalakiyên demokratîk werin rawestandin. Bûyera qetilkirina Sîpan Hiznî û şewata girtîgehê divê bi her alî ve werin lêkolînkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo raya giştî ya navneteweyî û saziyên demokratîk bang hat kirin ku li dijî polîtîkayên ku hewldanên aştiyê lawaz dikin helwesteke hevpar nîşan bidin û pêşbaziya ber bi avakirina jiyaneke azad û wekhev ve vebikin.

Daxuyanî bi lêdana çepikan û dirûşman bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

30 COTMEH 2026
Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

30 COTMEH 2026
Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

30 COTMEH 2026
‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

30 COTMEH 2026
Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

30 COTMEH 2026
Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne