* Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Arîf Bal ê ji Kobanê ye, şahêdiya berxwedanê 2014an a Kobanê ya rûmeta mirovahiyê kiriye, banga xwedîderketina li nirxên vê berxwedanê kir û got: “Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e û li hemû Sûriyeyê belav dibe.”
* Davût Avci êrîşên li ser girtîgehan, jinan, xwezayê û çapemeniya azad wekî beşek ji konsepta stratejîk a dewletê pênase kir, banga têkoşîna bi rêxistinkirî kir û got: “Dewlet berjewendiyên xwe difikire. Heke xwesteka gelan jî şaristaniya demokratîk be, divê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”
* Li gundê Kaçît ê girêdayî navçeya Şaxê bi hatina payîzê re kar jî zêde bûye. Şêniyên Kaçîtê pez xwedî dikin, gûz û hingiv berhev dikin. Şêniyê gund Osman Semo ku behsa jiyana gund kir, da zanîn ku Kurdistan, bi ciherengiya kulîlkên xwe cihekî pîroz e û got: “Heke aştî pêk bê wê ji bo gundiyan jî baş be.”
* Dayikên Aştiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyên nexweş û rawestandina binpêkirinên mafên girtiyan, dê roja yekşemê ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe bidin Enqereyê. Dayikên Aştiyê li ser armanc û helwesta xwe ev tişt gotin: “Em ê 1ê Mijdarê ji bo Rêber Apo û girtiyan li Enqerê kon vedin û nobeta aştiyê bigirin. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê bixebitin û em hêvî dikin ku em ê bigihîjin armanca xwe.”
* Li Serhedê rêjeya kuştin û mirinên biguman ên jinan ji sedî 5an derketiye ji sedî 40an. Berdevka ÎHAMEDê parêzer Bûrcû Şeber bal kişand ser giringiya lêpirsîna bibandor û diyar kir ku erka parastinê di serî de ya dewletê ye.
* Di van salên dawî de pêşketina hişê çêkirî li ser avahîsazan û endezyaran bandoreke mezin dike û belavbûna hişê çêkirî roj bi roj zêde dibe. Pisporên qadê balê dikişînin ser teknîkbûna hişê çêkirî û diyar dikin ku bêyî wijdana mirovî li bajaran jiyaneke ewle ava nabe.
* Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Nivîskar Mîrza Mihemedê Şêrwî ku yek ji wan îmzekarên deklerasyona îmzeyan a “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 Îmze” ye anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku aştiyeke meyînde pêk bê gelek gavên şênber avêtiye û got: “Ev du sal in ku bi banga birêz Ocalan, çek ji dewrê derketin û şer rawestiya. Lê mixabin, hê jî hin cureyên tundiyê berdewam dikin.”
* Nûner, rêveber, serok û hevberdevkên partî û komeleyên Kurdistanî li ser yekitiya Kurdan diyar kirin ku yekitiya Kurdan wekî nan û avê ferze û dan zanîn ku kî dest ji vê yekê bikişîne, ew ê bibe gunehkarê vê sedsalê be.
* Komeleya Wêjekarên Kurd dê di Nivîskar û Helbestvan Arjen Arî di salvegera koça dawî de wî li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê bi bîr bîne. (12:30)
* HDK , TJA û DEM Partî dê ji bo 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li pêşiya Balyozxaneya Sûriyeyê daxuyanî bidin. (15:00)










