* Rojnamegerên ku tev li meşa li dijî sansur û astengiyê bûne, diyar kirin ku divê astengî û sansur pêş nekevin û gotin: “Yên ku rastiyê dinivîsin û rastiyê dikin nûçe, tên girtin an jî li dijî wan doz tê vekirin. Li ser malperan sansureke pir mezin heye. Divê hemû rojnamevan li dijî van astengiyan bisekinin. Em li dijî astengî û sansurê dengê xwe bilind dikin.”
* Li gundê Tilhesenê yê Kercewsê bi hatina meha Cotmehê re welatiyan dest bi kar û barên xwe yên mehseran kirin. Welatiyê bi navê Edîp Aslan ê ku bi salan e diçe mehsereyê got ku dimsa li herêma Torê çêdibe, li tu devera Kurdistanê çênabe.
* 3yemîn Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Şaredariya Peyasê tenê ne cihê firotinê ye, di heman demê de bûye qada hevgirtin û piştevaniya jinan.
* Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê dê ji bo cangoriyên azadiyê li Salona Yeterlerê ya navçeya Rezanê mewlûdê bide. (11:00)
* MED TUHAD-FED û MATUHAY-DER dê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên berdana wan tê taloqkirin, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî bidin. (14:00)
Kirmanckî
* Şarê Nerbişî ya qezaya Mîyaro ya Xarpêtî vera talankerdişê xozaya Gorseyî qisey kerd û vat: “Dewlete verê cû xozaya ma veşna nika zi daranê ma birnena. Ma nê birnayişê daran kabul nêkenê.”










