Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw ragihand ku dadgeha Qezwîn 21 sal ceza da welatiyê Kurd ê bi navê Seîd Îcadî (37) ku yek ji xwepêşanderê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan (Hengaw), welatiyê Kurd ê bi navê Seîd Îcadî temen 37 salî xelkê Sunqurî û Kulyay a ser bi Kirmanşanê ve ji aliyê Liqa Yekem a Qizwênê ve 21 sal ceza lê hate birîn.
Hate ragihandin ku Dadgeha Qewîn bi sûcê tevlîbûna li şewitandina mal û milkên giştî 10 sal û dîsa ji civîn û pilandanîna ji bo sûcên dijî asayîşa navxwe 5 sal, bi endambûna ji koma dijberiya Îtilaetê 5 sal û ji ber çalakiyeke dijî rejîmê jî 1 sal cezayê girtîgehê birî.
Li aliyê din du sal qedexeya çalakiyên li ser tevnên civakî û du sal jî qedexeya çûna derve hatiye birîn.
Ji bo pêkanîna yasaya tevlîhev a cezayan, cezayê giran wate 10 sal cezayê girtîgehê ji bo Seîd Îcadî tê xwestin. Niha ev ceza li Dîwana Bilind a Welat tê nirxandin.













