Stenbol-Dayikên Aştiyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyên nexweş û rawestandina binpêkirinên mafên girtiyan, dê roja yekşemê ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe bidin Enqereyê. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê li Enqereyê konê aştiyê vedin, nobeta aştiyê bigirin û wiha gotin: “Em ê 1ê Mijdarê ji bo Rêber Apo û girtiyan li Enqereyê kon vedin û nobeta aştiyê bigirin. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê bixebitin û em hêvî dikin ku em ê bigihîjin armanca xwe.”
Dayikên Aştiyê roja yekşemê dê ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe bidin Enqereyê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyên siyasî û pêşketina pêvajoya aştiyê, dê “Konê Aştiyê” vedin û nobeda aştiyê bigirin. Dayikên Aştiyê her wiha dê biçin Meclîsê û derbarê pêvajoyê de hevdîtinan pêk bînin û daxwazên xwe ragihînin.
Dayikên Aştiyê Sultan Bozkurt, Ayten Toprak û Zeynep Çalihan derbarê sedemên çûyîna xwe ya li Enqereyê ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Zarokên me bi serfirazî çûne, ew ê bi serfirazî jî vegerin’

Dayika Sultan Bozkurt destnîşan kir ku dema li Meclîsê komîsyon hate avakirin, ew jî tev li bûbûn û gelekî hêvîdar bûn û wiha got: “Tevî hemû kêmasiyan, Qanûna Çarçoveyî ji Meclîsê derbas bû. Ev demek bû ku em difikirîn biçin Enqereyê, ji ber ku hemû biryar li Enqereyê tên girtin. Roja yekşemê em ê ji 24 bajaran li Enqereyê kom bibin. Em ji bo Rêber Apo diçin Enqereyê. Ev pêvajo bi saya Rêber Apo tê meşandin. Sedema din a çûyîna me jî girtiyên nexweş in. Em ê biçin Enqereyê û li wir bang bikin. Heke gavek neyê avêtin, ev pêvajo dê çawa bimeşe? Divê zimanê çapemeniya Tirkiyeyê bibe zimanê aştiyê. Li ser xwîna dayikan û mirovan siyasetê nekin. Divê hemû kes bi zimanê aştiyê biaxivin û li dijî zilmê bisekinin. Zarokên me 30 sal in di girtîgehê de ne û poşmanî li wan tê ferzkirin. Heke zarokên me poşman bûbûna, dê çima 30 salan di girtîgehê de mabûna? Ew bi serfirazî çûne, ew ê bi serfirazî jî vegerin. Dewleta Tirk hîn jî wekî sedsal berê Kurdan nas dike. Banga min ji hemû dayikan re ev e: bila hemû dayik dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihîstin. Sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û endamên partiyên siyasî bila guhê xwe bidin dayikan. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyê bixebitin û em hêvî dikin ku em ê bigihîjin armanca xwe.”
‘Bila dayikên Tirk jî werin’

Dayika Ayten Toprak jî anî ziman ku ew ê di 1ê Mijdarê de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş ber bi Enqereyê ve biçin û ev tişt vegot: “Em ê ji çar aliyan ve herin Enqereyê û bang bikin. Nêzî du sal in ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Lê hê gavên berbiçav nehatine avêtin. Girtiyên me yên nexweş hîn di girtîgehan de ne. Em ê li Enqereyê nobeta aştiyê bigirin. Heke encam negirin, em ê bikevin greva birçîbûnê jî. Em dayik gelek tiştan naxwazin; em tenê dixwazin ku li vî welatî aşitî pêk were. Bila dayikên Tirk jî werin, em bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin ku Rêber Apo û zarokên me yên di girtîgehan de bên berdan. Ji Stenbolê em ê 45 dayik biçin. Em ê li Enqereyê konê aştiyê vekin.”
‘Zarokên me ji doza xwe poşman nîn in’

Dayika Zeynep Çalihan jî diyar kir ku ew ê ji bo girtiyên nexweş biçin Enqereyê û ev tişt anî ziman: “Heke em behsa aştiyê bikin, divê pêşî girtiyên nexweş bên berdan. Divê berdana wan neyê taloqkirin. Divê hemû dayik bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em bang li dayikên Tirk jî dikin; bila ew jî werin û ji bo aştiyê bang bikin. Em ê ji çar aliyan ve li Enqereyê kom bibin û ji bo aştiyê nobetê bigirin. Heta ku daxwazên me neyên cih, em ê li ber xwe bidin. Poşmanî li girtiyên me tê ferzkirin, lê zarokên me ji doza xwe poşman nîn in. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê azadkirin û bang li civakê bike.”












