• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em dixwazin Serokê me di nav me de be’

Amed / AW

19 TEBAX 2026 - 08:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endam û rêveberên saziyên civakî yên Amedê têkildarî serlêdanên ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin, anîn zîman ku dema hemû sazî û dezgeh biçin bi Ocalan re hevdîtinan bikin dê gumanên civakê û her kesên derheqê pêvajoyê de hebin jî dê holê rabin.

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) û Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, nêzî salek berê serî li Wezareta Dadê dabûn. Tevî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ didome jî ji vê daxwazê re hêj tu bersivek nehatiye dayîn. Di çarçoveya pêvajoyê de 5ê Tebaxê ‘Qanûna Çarçoveyê’ pêşkeşî Meclisê hate kirin û ev qanûn bi dengên 468 parlamenteran di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Bi vê yekê pêvajo derbasî qonaxeke din bû û herî dawiyê di 18ê Tebaxê de bi îmzekirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve di rojnameya fermî de hat ragihandin.

Serokê Koma AKPê Abdullah Guler di 5ê Tebaxê de li Meclisê piştî eşkerekirina naveroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bersiva pirsên rojnamegeran dabû. Abdullah Guler pirsên rojnamegeran a derbarê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha bersivandibû: “Di çarçoveyeke dîsîplîn û rêgezê de akademîsyen, rojnameger û hwd. dê li Îmraliyê hevdîtinan bikin.” Tevî vê yekê hê jî hevdîtinek bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin.

MED TUHAD-FED û Meclîsa Dayikên Aştiyê jî serî li Dadgeha Wezaretê dan da ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Dayika Aştiyê Leyla Aslan û Rêveberê MED TUHAD-FEDê Mahsum Oruç têkildarî mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Hevdîtin têrê nake êdî em dixwazin Serokê me di nav me de be’

Dayika Aştiyê Leyla Aslan da zanîn ku ew êdî ji xeynî hevdîtinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gel de dixwazin û wiha got: “Ev nêzî saleke me serî li Wezareta Dadê daye ku em herin bi Serokê xwe re hevdîtinê pêk bînin lê hê jî ji me re tu bersiv nehatiye dayîn. Em jî êdî dixwazin Serokê xwe di nav xwe de bibînin, ew Rêberê me ye, ji ber wê em wî di nav xwe de dixwazin. Em benda bersiva wan man ku biçin hevdîtinê pêk bînin lê dema tu bersiv ji me re nehat dayîn em jî dibêjin hevdîtin têrê nake bila Serokê me were di nav me de. Em bawer in ew dê were, deriyê zindanan jî vebin, polîtîkayên wan biguhere û dê baweriya me xurttir be.”

‘Daxwaza me hemûyan dîtina Serok e’

Rêveberê MED TUHAD-FEDê Mahsum Oruç diyar kir ku cara yekem e Komara Tirkiyeyê Rêber û Tevgera Kurd ji xwe re wek muxatab dibîne û muzakereyan dike û ev tişt anî ziman: “Lê belê di nêzîkatiyên dewletê de çewtî pir hene. Heyet an jî dewlet bi Serokatî re hevdîtinan dike erê lê kesên ku dixwazin bi Serokatî re hevdîtinan pêk bînin jî zêde ne. Wek baro, rewşenbîr, rojnameger, ciwan û dayik me hemûyan serî li Wezareta Dadê daye daku em bi Serok re hevdîtin pêk bînin. Lê tu bersivek erênî yan jî neyînî nedane me.”

‘Divê dewlet eşkere tevbigere da ku civak bi vê pêvajoyê bawer bike’

Mahsum Oruç da zanîn ku pêşengê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heger hevdîtin bên kirin dê baweriya di nav civakê de ya li ser pêvajoyê zêdetir bibe û wiha got: “Ew kesên ku ji Ewropayê bigire heya her derê cîhanê dixwazin bi Serok re hevdîtin bikin, li ser pêvajoyê nîqaşan bikin, danûstendinan bikin. Ji bo civak serwext bibe, hewce ye ev derfet bên afirandin. Lê pergal çawa dike, pir bi veşartî û dizî tiştan dide meşandin. Heger tu bi pêşengê tevgerekî yan jî gelekî re bixwazî pirsgirêkên sedan salan çareser bikî divê eşkere tevbigerî da ku civak bi vê pêvajoyê bawer bike.”

‘Rojek beriya rojekê divê ev serlêdan bi erênî were bersivandin’

Herî dawî Mahsum Oruç bi lêv kir ku her çiqas dewlet hin tiştan tîne ziman jî lê gelek caran bi zelalî tevnagere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Erê dibe hinek tiştan takekesî yan di pişt deriyan de dibêjin, lê ji civakê re ranagihînin. Dema hemû sazî û dezgeh biçin bi Serokatî re hevdîtinan bikin dê gumanên civakê û her kesên derheqê pêvajoyê de hebin jî dê holê rabin. Wek federasyon jixwe me serlêdan kiriye em jî dixwazin rojek beriya rojekê ev serlêdan bi erênî were bersivandin. Heger çûyîn û hatin çêbibin dê baweriya bi pêvajoyê jî xurttir bibe, hêviya me ew e ku di demek nêz de pêvajo bigihêje encamê.”

Etîket: Dayikên Aştiyêendamên saziyên sivîlLeyla AslanMahsum OruçMED TUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

Rapora binpêkirinên li girtîgehan hat aşkerekirin

31 TÎRMEH 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

Jiyana bi êş û têkoşînê hatiye honandin: Rewşan Doner

13 TÎRMEH 2026
1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

1111 hefte ne hejmar e, têkoşînek 1111 hefte ye

11 TÎRMEH 2026
‘Kurd ji bo çareseriyê çekên xwe şewitandin divê dewlet jî gavan biavêje’

‘Kurd ji bo çareseriyê çekên xwe şewitandin divê dewlet jî gavan biavêje’

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne