Wan- Di van 50 salên dawî yên têkoşîna azadiyê de Dayikên Aştiyê her bi rol û mîsyona xwe radibin û tişta dikeve li ser milên wan pêk tînin. Dayika Aştiyê Ferîde Ozlû jî yek ji wan dayikan e ku di vê têkoşînê de hem ji gundê xwe bûye û hem jî zarokeke xwe winda kiriye.
Di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de ku ev 50 sal in dest pê kiriye, gelek bedelên mezin hatin dayîn. Di van 50 salan de barê herî giran jî li ser milên dayikên aştiyê bû. Dayikan hem êşa zarokên xwe kişand, hem jî ji bo aştiyê û azadiyê têkoşîn meşandin. Dayika Aştiyê Ferîde Ozlû jî yek ji wan dayikan e. Hem zarokeke xwe di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de winda kiriye û hem jî ev bi salan e li dijî zordariyê doza azadî û aştiyê dike.
Dayika Ferîde ji êla Mamûxiran e û li Wanê dijî. Lawê wê Ridvan Ozlû (Koçer Rûken) di 11ê Tîrmeha 2014an de tev li tevgerê bûye û ew jî di sala 2020an de tev li Dayikên Aştiyê bûye. Ferîde Ozlû derbarê jiyana xwe de ji ajansa me re axivî û banga aştiyê kir.
‘Zilma dewletê hebû’

Ferîde Ozlû di despêka axaftina xwe de diyar kir ku ew bê dayik mezin bûye û li gund karê bêrîvaniyê û sewalkariyê kiriye. Ferîde Ozlu anî ziman ku wan di salên 90î de gelek zilm ji destê dewletê dîtine û wiha got: “Derbarê me de digotin ev hevalên PKKê ne û alikariyê didin van. Lewma em derdorê gund belavkirin. Pezê me hebû, darên me û baxçeyên me hebûn. Em dihatin me ji xwe re xwarin danî leşkeran ji me hildida digotin hûn ê bidin hevalan. Sê salan me ev îza yanî êş û zehmetiyan kişand. Piştî wê malên me şewitandin û em ji gundan derketin. Di sala 2005an de hevjînê min emrê xwedî kir û ez û heft zarok tenê man. Min jî di 2007an de zarokên xwe hilda û ez hatim Wanê.”
‘Dema min tevger nas kir ez zarok bûm’

Ferîde Ozlû destnîşan kir ku dema wê tevgera azadiyê naskiriye ew zarok bûye û dû re jî li Wanê lawê wê tev li tevgerê bûye. Ferîde Ozlû da zanîn ku piştre ew jî tev li xebatan bûye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em diçûn mîtîngan, meşan. Em her tim tev li xebatan dibûn û me xwe nedida paş. Ez di sala 2020an de jî tev li Dayikên Aştiyê bûm. Ji bo xwîn û keda van şehîdan, hindî dilopekî xwîn di canê me de hebe, em ê têbikoşin.”
Armanca çûyîna Enqereyê Aştî ye
Di berdewamiya axaftina xwe de Ferîde Ozlû baş kişand ser çalakiyan dayikan a li Enqereyê û da zanîn ku ew bi armanca aştiye û xwişk û biratiyê çûne Enqereyê. Ferîde Ozlû diyar kir ku ew baweriya xwe bi dewletê naynin û wiha pê de çû: “Baweriya me bi rûmeta Serokê me, bi îrada Serokê me tê, bawera me bi berxwedana wî tê. Ev hinde sal in em dibêjin aştî, biratî û ev du sal in jî pevajo dest pê kiriye. Lê dewleta Tirk gavek navêje, lewma baweriya me pê nayê. Heke ku dilê van ji aştiyê re heba wê ev girtî berdana û mafên wan binpê nekiribana.”
‘Em hewceyî tu tiştê dewletê nîn in’
Her wiha Ferîde Ozlû got ku ew bang li dayikên polîs û leşkeran jî dikin, bila milê xwe bidin milê wan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em alîkariyê bidin hev, bes bila kes neyê kuştin bila xwîna polîs û leşkeran jî nerije û bila ya gerîlayan jî nerije. Em herdem aştiyê, biratiyê dixwazin. Pêdiviya me bi tu tiştî dewleta Tirk nîn e, tenê ji bo me aştî lazim e.”












