• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

    Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

    ROJEVA 30ê COTMEHA 2026an

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

Navenda Nûçeyan / AW

14 ÎLON 2026 - 19:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şehîdên şewata zindana Kobanê ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin oxirkirin. Di merasîmê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed anî ziman ku dê têkoşînê bi rêbazên siyasî û qanûnî bidomînin û der barê bûyerê de hesab bipirsin.

Bi hezaran şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyên şehîdên şewata zindanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê oxir kirin. Di merasîmê de wêneyên 9 şehîdên zindanê; Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî, Xalid Mihemed, Mehmûd Mistefa û Elî Eqîleyê, her wiha wêneyên şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso) ê ku di êrişeke hovane de hatibû qetilkirin, hatin bilindkirin.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Îlham Ehmed got: “Kombûna we ya mezin a li vir pîroz e. Bila serê tevahî malbatên şehîdan sax be. Em her tim bi gelê xwe û şehîdên xwe re. Em ji armanc û rêgezên xwe paşde venagerin.”

Îlham Ehmed bal kişand ser sûcê kuştina Sîpan jî û ev li gotinên xwe zêde kir “Berî çend rojan bûyerek bi êş li Hesekê çêbû; bi awayekî bêbext Sîpan şehîd xistin. Lê îro em dibêjin ku em ê bi rêbazên qanûnî û siyasî dilsoziya bi şehîdan re bi cih bînin.”

Di dewama axaftina xwe de Îlham Ehmed îşaret pê kir ku gelê Kobanê di rojên dawîn de peyameke zelal dan û gotin, hewldanên şikandina îradeya wan bi ser nakevin û got: “Em dibêjin em ji gotina rastiyê venagerin. Em Kurd me bedelên giran dan û têkoşîneke mezin kir. Em ê têkoşîna xwe bi rêyên siyasî û qanûnî bidomînin.”

Îlham Ehmed desntîşan kir ku wan der barê şewata zindanê de civîn  li dar xistin û wiha pê de çû: “Wê lêkolîneke berfireh were vekirin û hesab ji hemû kesên ku destên wan di bûyerê de hene were pirsîn. Her wiha dê aliyên têkildar di nav de Şam û hêzên ewlehiya hundirîn jî berpirsyar in.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên şehîd Ehmed Mihemed Eqîl, Bozan Dalî, Şêrewan Şevxan, Elî Îsa, Ezîz Reşîd, Delîl Şêx Elî û Xalid Mihemed spartin Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê.

Cenazeyên şehîd Mehmûd Mistefa ber bi goristana malbata wî ya li gundê Helincê ve û Elî Eqîle jî ber bi bajarê Minbicê ve hatin oxirkirin da ku li wir bêne veşartin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

30 COTMEH 2026
Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

Barana zêde bandorek neyînî li ser jiyana Amedê kir

30 COTMEH 2026
Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

30 COTMEH 2026
‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

30 COTMEH 2026
Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

Şahidê berxwedanê: Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e

30 COTMEH 2026
Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

Nûner û rêveberên Kurdistanî: Yekitî wekî nan û avê ferz e

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne