Amed- Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin anî ziman ku gelê kurd êş û azarên mezin dîtine, ji ber vê yekê ew piştgiriyê didin her hewldaneke aştiyê, lê belê heta dewlet derbarê bûyerên salên 90î de berpirsiyariyên xwe qebûl neke û lêborînê nexwaze dê pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ kêm bimîne.
Di hîşê kolektîf ê Kurdan de, hê jî salên 90î wekî birîneke nekewiyayî derdikeve pêş. Yek ji wan birînên nekewiyayî jî siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Vedat Aydin e. Ew ji ber sekn û helwesta xwe ya siyasî bû hedefa hêzên paramîlîter û hat kuştin lê çîroka Vedat Aydin veguherî doza heqîqetê ya Kurdan.
Vedat Aydin di sala 1953yan de li gundê Heciyêkurda yê navçeya Bismila Amedê ji dayik bû. Di dema darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î de hat girtin û çar salan di girtîgehê de ma. Di 28ê Cotmeha 1990î de, di 3yemîn Civîna Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Enqereyê de ji ber axaftina xwe ya bi Kurdî dîsa hat girtin û demekê di girtîgehê de ma. Piştî tehliyeyê, di Hezîrana 1991an de weke Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ya Amedê hat hilbijartin.
Hîn jî tu sûcdar nehatina cezakirin

Di şeva 5ê Tîrmeha 1991an de, Vedat Aydin ji aliyê kesên bi çek ku xwe weke polîs dan nasîn ji mala xwe hat girtin. Tevî hemû hewldanên malbat û parêzeran jî saziyên fermî binçavkirina wî qebûl nekirin. Di 7ê Tîrmeha 1991an de, termê wî yê ku îşkenceyeke hovane lê hatibû kirin, li bin pireke nêzîkî navçeya Maden a Xarpêtê hat dîtin. Cenazeyê wî di 10ê Tîrmeha 1991an de anîn Amedê û ji aliyê deh hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Di dema merasîmê de êrîş li ser girseyê hat kirin; di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Ji wê rojê vir ve, di lêpirsîna kuştina Vedat Aydin de hîn jî tu sûcdar nehatine cezakirin.
Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin di van rojên ku hewldanên ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ geş bûne û qala qanûna çarçove tê kirin de derheqê doza Vedat Aydin de ji ajansa me re axivî.
Şukran Aydin helwesta tund a dewletê ya li dijî girseya ku li dora cenazeyê Vedat Aydin civiyabûn bi bîr xist û wiha got: “Dewletê tehamûla cenazeyê Vedat Aydin jî nekir. Li ser gel gule reşandin. Xwestin gel qetil bikin da ku her kes bireve û cenaze li erdê bimîne. Lê belê kes nereviya, her kes xwedî li cenazeyê xwe derket. Armanca wan ew bû tirsê bixin nav dilê mirovan da ku gelê kurd bitirse û di mala xwe de rûnê; lê her tişt berevajî vê yekê qewimî.”
‘Ji bo aşitiyê hewldana sereke divê eşkerekirina faîlan be’
Şukran Aydin li ser geşedanên siyasî û pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk jî sekinî û anî ziman ku ji ber êş û azarên pir mezin ên Kurdan, ew piştgiriyê didin her hewldaneke çareseriyê û ev tişt anî ziman: “Îro pêvajoyek destpêkiriye. Em dixwazin ev pêvajo di berjewendiya gelê Kurd de bigihîje serkeftinê. Gelê Kurd zêde ket nav tengasiyê, êş û elem dît. Ji ber vê yekê, em hemû piştgiriya vê pêvajoyê dikin; lê di vê pêvajoyê de divê hewldana sereke eşkerekirina faîlên wan rojên tarî be. Kesên hatin qetilkirin; ne kêr, ne xencer, ne jî tank û topên wan hebûn. Ew ji malên wan revandin û kuştin. Eger ev mijar neyên ser maseyê û nebin mijarên sereke, ev pevajo dê kêm bimîne.”
‘Em tezmînatan naxwazin divê dewlet lêborînê bixwaze’

Di axaftina xwe de Şukran Aydin destnîşan kir ku daxwaza wan a herî mezin rûbirûbûneke hiqûqî û fermî ye ku dewlet berpirsiyariya xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze û wiha pêde çû: “Em ji dewletê mal û milk naxwazin, em tezmînatê naxwazin, em peran naxwazin, hewceyiya me bi van nîn e. Divê rayedarên dewletê derkevin û bêjin ‘Rast an şaş, ew biryarên dewletê bûn û xelet bûn.’ Divê ji malbatan lêborîn bê xwestin û di arşîvên meclîsê de jî cih bigirîn da ku neviyên me zanibin bav û kalên wan kî bûn û ji bo çi canê xwe dan. Bangewaziya min li her du aliyan: hem ji bo tirkan hem jî ji bo kurdan. Divê di xaleke hevpar de li hev bikin. Kurd dikarin kesên li dijî xwe efû bikin. Em dibêjin em ê çavên xwe ji hinek tiştan re bigirin da ku nifşên li pey me di welatekî xweş de bi awayeke azad bijîn.”
Banga Ziman, Ziman, Ziman!
Her wiha Şukran Aydin bal kişand ser girîngiya axaftina bi zimanê Kurdî û anî ziman ku bikaranîna zimanê zikmakî ya di nava malê de parastina bîranîna Vedat Aydin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min li miletê me; navên zarokên wan bi kurdî ne lê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Divê her kes di hundirê mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive. Banga min li miletê me ev e: ziman, ziman, ziman, ziman!”












