• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

Lezgîn Akdenîz / AW

20 GULAN 2026 - 09:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji sebiyê 8 rojî heta dayika 42 salî, 6 endamên malbata Elgun di şevekê de hatin qetilkirin. Bav Davut Elgun ê ji komkujiyê sax maye, tevî ku doz hatiye girtin, ji bo pêkanîna edaletê têdikoşe. 

Di sala 1993an de li gundê Xirabreşkê yê girêdayî navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dîroka Kurdistanê de yek ji bûyerên herî hovane yên salên 90î wek komkujiyek pêk hat. Hêzên paramîlîter ên ku wekî kontrgerîla dihatin binavkirin, bi ser mala malbata Elgun de girtin û bê hişyarî erîşê malbatê kirin. Dema ku êrîş pêk hat, malbata Elgun di nava malê de bû. Di encama êrîşê de Nesîbe Elgun a 42 salî li gel zarokên xwe Lokman, Hidir, Nezîr, Hacer û sebîyê 8 rojî Murat Elgun jiyana xwe ji dest dan. Malbat bi gullebaranê hat qetilkirin û şopên wê rojê hê jî di xaniyê ku komkujî lê pêk hatiye de zindî ne. Xaniyê ku malbat tê de bû, di wê şevê de bû goristana wan.

Bavê ku malbata wî di şevekê de hat qetilkirin

Di wê şevê de ji malbatê tenê Davut Elgun ê ku wê şevê ji bo serdana keça xwe ya zewicî çûbû gundekî din sax ma. Lê ji bo wî jiyaneke tije êş û elem dest pê kir. Hevsera wî û 5 zarokê wî bi howane hatibûn qetilkirin. Ew roja ku vegeriyabû gund, bi rastiya komkujiyê re rû bi rû mabû û jiyana wî bi temamî hatibû guhertin.

Gefên serbaz yên piştî komkujiyê

Piştî komkujiyê, Davut Elgun di gelek qonaxan de rastî zext û gefan hat. Li gorî gotinên Elgun, serbazê bi navê Serdar bi awayekî eşkere li xwe mikur hatiye ku wî bixwe fermana komkujiyê daye û gef lê xwariye ku li ser komkujiyê bêdeng bimîne.

‘Dozgeran got PKKê sûcdar bike’

Dozgerên demê jî hewl dane ku bûyerê berevajî bikin. Dozgerên ku li dosyayê nêrîne, zext li Davut Elgun kirin ku PKKê sûcdar bike. Elgun vê daxwaza ku bi armanca rastiyan veşêrin hatiye kirin, red dike û bibiryar dixwaze sûcdarên rastîn eşkere bibin.

Bi heman hincetê careke din heman biryar derket

Di çarçoveya lêpirsînên komkujiyên salên 90î de, mijara kesên winda û cînayetên faîlên wan nediyar, yek ji pirsgirêkên herî kûr ên hiqûqî yên Tirkiyeyê ye. Di vê dosyayê de jî, bi hinceta “borîna demê” doz ji aliyê dadgeha Şirnexê ve hatiye girtin. Bi vî awayî failên ku diviyabû bihatana cezakirin, ji cezakirinê hatine parastin.

Birîna ku bi borîna demê nayê girtin

Dozên bi vî rengî nîşan didin ku pergala dadweriya Tirk, bi taybetî li herêmên Kurdistanê, rêbazên bêcezatiyê kiriye pratîkek fermî.

Heta ku ev dosyeyên girtî neyên vekirin û kesên ku ferman dane û yên vê fermanê pêk anîne dernekevin pêşberî dadgehan, birînên malbatên qurbaniyan dê her nekewiyayî bimînin.

Davut Elgunê ê 80 salî îro jî li ber xaniyê xwe yê ku êdî bûye goristana malbata wî, bi bîranînên xwe yên bi keser re tenê dimîne.

Etîket: bêcezahiştinborîna demêDavut ElgunHefteya Windayanhêzên paramîlîterKomkujîMalbata Elgunsalên 90î
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Li gundekî Nîjeryayê komkujî: 8 jê zarok 30 kes hatin kuştin

Li gundekî Nîjeryayê komkujî: 8 jê zarok 30 kes hatin kuştin

28 TÎRMEH 2026
Li Stenbolê panela Komkujiya Geliyê Zîlan hat lidarxistin

Li Stenbolê panela Komkujiya Geliyê Zîlan hat lidarxistin

11 TÎRMEH 2026
Şukran Aydin: Hevrûbûna salên 90î pêwîst e

Şukran Aydin: Hevrûbûna salên 90î pêwîst e

6 TÎRMEH 2026
Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

21 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne