Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê di doza ku wekî “Meydana Şuhedayê ya Îsfahanê” tê naskirin de ji bo 10 çalakvanên xwepêşandanên dawî cezayê darvekirinê û ji bo 6 kesên din jî bi giştî 256 sal cezayê girtîgehê da.
Rejîma Îranê ku zordariyek mezin li ser gelan dimeşîne, lez da biryarên darvekirinê. Rêxistina Mafên Mirovan a Hrana derbarê cezayên giran ên ku ji aliyê dadweriya rejîma Îranê ve hatine birîn raporek weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku 16 çalakvanên di xwepêşandanên zivistana borî de hatine girtin, bi cezayên giran re rû bi rû ne.
Li 10 kesan cezayê darvekirinê hate birîn
Li gorî raporê dadgehê ji bo Newîd Elyasî, Ebulfazl Dadguster, Mehdî Mensûrî, Ehmedreza Seîdî, Mîhrdad Buêrî, Mihemedmehdî Esedî, Armîn Xulamî, Parsa Ceferî, Mehdî Ceferî û jina bi navê Terane Rehimî ligel cezayê darvekirinê 11 sal cezayê girtîgehê jî birî.
Dadgeha rejîmê 256 sal ceza li 6 xwepêşandêran birî
Di heman dozê de ji bo çalakvanên bi navê Romîna Rehimî, Mîlad Buêrî, Hamîd Mîhreliyan, Setayîş Saîdî, Secad Abidî û Elî Buêrî jî di navbera 16 heta 36 salan de cezayên girtîgehê hatin birîn.
Ligel tunebûna palpiştên şênber ceza barandin
Hate ragihandin ku di îddîanameyê de tu tohmetên rasterast ên kuştinê li ser van kesan nînin û tohmeta sereke tenê “civîn û komplo li dijî rejîmê” ye. Parêzeran rexne li dadgehê kirin ku dem nedane wan da ku belgeyên dozê lêkolîn bikin û destnîşan kirin ku ev biryar bi rêya îtirafên bi darê zorê û di bin îşkenceyê de hatine wergirtin, hatiye dayîn.
Hate zanîn ku niha jinên girtî yên vê dozê di Zîndana Dewletabadê de û girtiyên mêr jî di Zîndana Destgerdî ya Îsfahanê de tên ragirtin. Ev biryarên giran wekî parçeyek ji pêla dadgehkirina komî ya girtiyên xwepêşandanên dawiya sala 2025an tê nirxandin.













