• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Îzmîr / AW

20 TEBAX 2026 - 19:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îzmîrê di meha 133emîn a Komkujiya Pirsûsê de Înîsîyatîfa Malbatên Pirsûsê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser 200 rojên girtîbûna endamên înisiyatîfê, rojnamevan û parêzeran û hate tekezkirin ku têkoşîna edaletê dê bê domandin.

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 133emîn a Komkujiya Pirsûsê de li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek çapemeniyê û çalakiyek rûniştinê ya 5 deqîqeyan li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Tu xewn dê nîvco nemîne” hate vekirin û dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, “Şehîdên Pirsûsê nemirin” hatin berzkirin. Li ser navê Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Onder Aktaş daxuyanî xwend.

‘Ne tene tetîkkêş, divê her kesê berpirsiyar bê darizandin’

Onder Aktaş da zanîn ku tevî derbarê êrişkarê DAIŞê gelek agahî û dane hebûn jî yekîneyên ewlehiyê rê li ber êrîşkarê DAIŞî negirtine , û paşê ev agahî nebûne mijara lêpirsînek bi bandor û got: “Berpirsiyariya yekîneyên îstixbaratê û ewlehiyê hat paşguhkirin, bi biryarên nepenî yên li ser dosyayê re pêşî li derxistina rastiyê hate girtin. Komkujiya Pirsûsê ne êrîşeke ji rêzê ye, komkujiyeke bi rêxistinkirî û pêşîlê negirtî ye. Ji ber vê yekê ne tenê tetîkkêş, divê her kesê ku rê li ber vê komkujiyê vekirine jî bên darizandin. Em wekî malbatên Pirsûsê daxwazên xwe careke din bi raya giştî re parve dikin:

*Em dixwazin hemû kesên ku berpirsiyariya wan di komkujiyê de heye bên dîtin û eşkere kirin,

*Derbarê kesên berpirsiyariya wan heye di vê qetlîamê de heye lêpirsîneke bi bandor û serbixwe bê meşandin,

*Komkujiya Pirsûsê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin

*Divê darizandineke adil, şefaf û bi bandor bê kirin.”

‘200 roj in rêhevalên malbatên Pirsûsê girtî ne’

Onder Aktaş diyar kir ku ji ber ku têkoşîna edaletê dimeşînin, 200 roj di ser operasyona qirkirina siyasî ya ku di 3yê Sibatê de li dijî sosyalîstan pêk hat re derbas bûn û wiha got: “Endamên înisiyatîfa me Hacer Elçîn, Emrah Topaloglû û Ezgî Gurbuz, rojnamevanê şahidê Pirsûsê Pinar Gayip, birîndarên Pirsûsê Ûgûr Ok û Şahîn Tumuklu û parêzerê Pirsûsê Sezîn Ûçar, têkoşîna me ya edaletê di şert û mercên girtîgehê de didomînin. Tam 200 roj e ku ne di nav me de ne. Di van 200 rojan de bi peyamên xwe, bi nivîsên xwe û bi silavên xwe mil dan têkoşîna me ya edaletê. Di girtîgehan de banga me ya edaletê mezin kirin. Dema gihîştin azadiya xwe ew ê dîsa li vir, mil bi mil bin; em ê ji bo Pirsûsê edaletê, ji bo her kesî edaletê bixwazin. Di roja 200î de em careke din ji vê qadê bang dikin: dema qatil tên parastin, endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê, birîndarên me, şahidên me û parêzerên me tên girtin. Em careke din azadiyê ji bo endamên înisiyatîfê yên ku hatine girtin, şahidên me, birîndarên me, parêzerên me û rêhevalên 33 kesan dixwazin. Dema em dikevin sala 11an a Komkujiya Pirsûsê de em careke din radigihînin: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Em ê ber bi sala 11an a Pirsûsê ve biçin, em ê têkoşîna ji bo Pirsûsê edaletê, ji bo her kesî edaletê li her derê mezin bikin! Em ê li kolanan, li qadan, li kampusan û li ciyên kar navê 33 rêhevalên xwe yên xewnê û daxwaza xwe ya edaletê bilind bikin. Em ê destûrê nedin ku komkujî bê jibîrkirin û bidestxistin ku bê jibîrkirin!”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîÎnîsiyatîfa Malbatên PirsûsêİzmirKomkujî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne