Komeleya Ziman a BOTAN-DERê ya Sêrtê têkildarî vebûna dibistanan daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hat gotin ku li dibistanan çima dersên Zimanê Kurdî nayên dayîn.
Komeleya Lêkolînên Çand Ziman a Botanê (BOTAN-DER) têkildarî vebûna dibistanan de li pêşiya avahiya Miduriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê daxuyanî dan û bertekên xwe nîşandan. Di daxuyaniyê de rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, EGÎTÎM Sen û gelek saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn. Pankarta “Bila zarokên me bi zimanê xwe perwerde bibînin” hilgirtin.
‘Zimanê zanîn û zimanê şaristaniyê ye’
Metna daxuyaniyê ji aliyê mamosteyê Zimanê Kurdî yê BOTAN-DERê Mehmet Saît Toprak ve hate xwendin. Mehmet Saît Toprak anî ziman ku weke ku tê zanîn îro li Tirkiyeyê dibistan vebûne û bi milyonan zarokan dest bi perwerdehiyê kirin e û diyar kir ku zarokên Kurd îsal jî ji mafên xwe yên perwerdehiya bi zimanê dayîkê mehrûm man û wiha axivî: “Lê bi milyonan zarokên Kurd dîsa jî ji perwerdehiya bi ziman Kurdî bê par man. Ev neheqiyeke mezin e. Em weke gelê Kurd û hemwelatiyên Tirkiyeyê ku li ser vê axê dijîn vê neheqiya mezin qebûl nakin. zimanê Kurdî ne zimanê bi tenê bi saetekê weke dersên bijarte were dayîn e. Zimanê Kurdî, zimanekî herî qedîm ê şaristaniya mezopotamyayê ye. Di Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê ji zêdetirî 60 milyon Kurd dijîn û bi Kurdî tê axaftin. Zimanê zanîn û zimanê şaristaniyê ye. Lê herî dawî li Rojava jî ev 14 sal in ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê Kurdî perwerde dihatin dayîn. Lê mixabin desthilatdariya Sûriyeyê ya nû ev mafê rewa ji holê rakir û tenê bi sê saetan re sînordar kir. Em vê yekê qebûl nakin. Em li cem gelê xwe yê Rojava û xwestekên wan ê rewa ne. Her tim Kurdî, Her der bi Kurdî, Zimanê Kurdî hebûn û rûmeta me ye, Bijî zimanê Kurd”













