• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

Wan / AW

11 ÎLON 2026 - 15:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li bajarên Bedlîs, Agirî, Mûş û Erziromê yên Serhedê ev 3 roj bûn ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn dihatin lidarxisin. Bîranînên şehîdan îro bi serdanên girseyî û berzkirina dirûşman bi dawî bûn.

Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên li Qersê, navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûsê yên Erziromê bi bernameyên giştî yên bîranînê bi dawî bûn. Di bîranînan de wêneyên şehîdan hatin bicîhkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqandin. Her wiha bîranîna li Mûşê jî di roja duyemîn de berdewam dike.

BEDLÎS

Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Eywana Vexwendinê ya Gokte Adana ya li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi bernameyeke giştî ya bîranînê bi dawî bû. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî tev li bîranînê bûn. Wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser maseyên ku bi rengên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin hatin danîn. Di serdanên girseyî yên bîranînê de ku piştî rêzgirtinê dest pê kir, gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Bernameya bîranînê bi xwendina mewlûdê û nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

AGIRÎ

Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê bernameya bîranînê ya 3 rojan a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû. Bîranîna ku li Bazîdê li Mala Şînê ya Hacî Aras û li Panosê jî li Mala Şînê ya Goristanê hat lidarxistin, sê rojan ji aliyê bi hezaran kesan ve hat ziyaretkirin.

Li salonên ku bîranîn bi tevlîbûna welatiyên ku piraniya wan jin û ciwan bûn pêk hat, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatin danîn. Postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd Namirin” hatin daliqandin. Welatiyên ku hatin bîranînê, sersaxî ji malbatan re xwestin û piştevaniya xwe nîşan dan.

Di roja dawî ya bîranînê de jî ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane bernameyek hat lidarxistin. Her du bername bi rêzgirtinê dest pê kirin û sînevîzyona ku behsa têkoşîn û jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane dike hat nîşandan.

Bernameya bîranînê ya ku sê rojan dewam kir, bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ERZIROM

Bi pêşengiya MEBYA-DERê, ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Qereyazî ya Erziromê bernameya bîranînê ya giştî pêk hat. Bernameya bîranînê piştî rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Ciwan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” tev li bernameyê bûn.

Bernameya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê, bi duayên mewlûdê yên hatin xwendin bi dawî bû.

QERS

Li Qersê, bîranîna ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin, di roja xwe ya dawî de di saetên serê sibehê de bi dirûşman dest pê kir. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bîranîna ku li avahiya DEM Partiyê ya Qersê dihat lidarxistin, bûn.

Li eywana ku bîranîn lê hat kirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Em ê alaya şehîdên xwe li erdê nehêlin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman a ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ne tenê bibîranîna paşerojê ye. Mezinkirin û parastina wan nirxên ku şehîdan di oxira wan de têkoşîn daye, ji bo me gelekî girîng e. Pêwîst e em civakeke wisa ava bikin ku ne li dijî hev, bi hev re azad be. Divê em êşa xwe veguherînin hêviyeke rêxistinkirî. Li dijî şer û pevçûnan em ê aştiya birûmet, li dijî înkarê wekheviyê û li dijî yekperestiyê jî jiyana hevpar a gelan biparêzin. Em ê pêşerojeke demokratîk û azad ava bikin. Di rêya ku şehîdên me vekiriye de, ger em bi hevgirtinê li kêleka hev bisekinin, em dikarin pêşerojeke demokratîk û azad ava bikin. Em li vir careke din soz didin; Em ê alaya şehîdên xwe li erdê nehêlin. Bi rêberiya wan, bi siyaseta demokratîk û têkoşîna hevpar a gelan re, em ê jiyaneke birûmet û azad ava bikin.”

Bîranîn, bi nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi dawî bû.

MÛŞ

Bi pêşengiya MEBYA-DERê, bernameya bîranînê ya ku ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane li Navenda Mûşê û navçeyên Gimgim, Kop û Milazgirê hat organîzekirin, di roja 2yemîn de berdewam kir. Di bîranînan de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Li eywana ku bîranîn lê pêk tên, postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin. Di bîranînan de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser maseyê hatin bicîhkirin û welatiyên ku tev li bîranînê bûn qerenfîl danîn ber wêneyan.

Bernameya bîranînê ya Mûşê wê sibê bi bîranîna komî û mewlûda li navçeya Milazgirê bi dawî bibe.

Etîket: AgiriBêdlisBîranînên ŞehîdanDawî bûnErziromherêma SerhedêMûşQers
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

‘Rê çûye hîvê lê nehatiye gundê Sûkûrê’

21 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

25 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

Serhed şehîdên xwe bi bîr tîne: Bi xêra şehîdan ev mase hat danîn

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne