• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Nîşandana firîna balafirên şer aramiya gel xira kir

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mûş / AW

3 COTMEH 2026 - 15:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê bi boneya salvegera Komkujiya Vartînîsê meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê dosyaya Vartînîsê ji bo cezakirina kujeran careke din bê vekirin.

Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, bi boneya salvegera 33yemîn a Komkujiya Vartînîsê ku leşkerên Tirk ji malbata Ogut 7 jê zarok 9 kes di mala wan de şewitandibûn, ji navenda bajarokê heta Muzexaneya Vartînîsê meşek li dar xist û daxuyanî da. Di meşê de pankarta bi Tirkî û Kurdî “Em ê komkujîya Vartînîsê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” hat vekirin û dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştî meşê, li ber Muzexaneya Vartînîsê daxuyanî hat dayîn.

‘Ez komkujiyê qebûl nakim’

Aysel Oguç a ku di komkujiyê de 9 kes ji malbata wê hatibûn kuştin û bi tesadufî rizgar bibû, diyar kir ku malbata wê ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin. Aysel Oguç anî ziman ku ew zilm û komkujiyê qebûl nake û got: “Malbata min çi kiribû? ev 33 sal in êşa wê di dilê min de ye. Di dilê tevahiya xelkê gund de ye. Êşa me mezin e û nayê jibîrkirin. Êşeke ku bûye dîroka Vartînîsê. Xwişk û birayê min ê herî biçûk hê şîr dimêt. Dikaribû çi bikira? Ez vê komkujiyê qebûl nakim. Tu sûcê malbata min tune bû. Êşa di dilê min de tenê Xwedê dizane.”

‘Divê lêborîn bê xwestin’

Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Îlyas Aslan axivî û diyar kir ku komkujiya qewimî bandoreke mezin li ser gelê Kurd çêkiriye. Îlyas Aslan bi lêv kir ku dosyaya komkujiyê tevî rastiyan jî hatiye girtin û wiha got: “Di komkujiyê de demborîn nîne. Doz îro li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) e. Em ji AYMê biryareke bi rastî dadperwer hêvî dikin û dixwazin faîlan ceza bike. Ji komkujiyên Dersim, Zîlan, Roboskiyê heta bi Vartînîsê tu darizandinek pêk nehat. Faîl bêceza man. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê ev komkujî li gorî daxwaza malbatan bêne çareserkirin. Şansolyeyê Almanyayê Willy Brandt li Polonyayê çûbû yek ji cihên sembol ên Komkujiya Cihûyan û li wir ji gelê Cihû lêborîn xwestibû. Em jî ji vir di serî de bang li Serokkomar Erdogan, li hemû rayedarên dewletê dikin. Divê guh bidin daxwazên vî gelî û ji bo van komkujiyan lêborîn were xwestin. Em vê aştiyê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dixwazin. Ger em vê êşê parve dikin, divê em gavên dualî bavêjin. Ji bo ev komkujî careke din dubare nebin, em ê her sal van bîranînan bidomînin.”

Piştî axaftinan, girseyê serdana Muzexaneya Vartînîsê kir. Li muzexaneyê ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin. Piştî duayan, li hewşa muzexaneyê ji bo qurbaniyan rêz hat girtin.

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Etîket: BîranînKomkujiya VartînîsêMûş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranînên Serhedê bi dawî bûn: Ew dê hertim rêya me ronî bikin

11 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne