Li Îdir, Qers, Bazîd, Panos, Qereyazî, Qereçoban, Xinûs, Tatos û Tetwanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn tên lidarxistin. Di axaftinên di bîranînan de tên kirin de bal kişandin ser giringiya xwedîderketina şehîdan û gotin: “Kesên ku polîtîkaya înkar û îmhayê meşandin li berxwedana gelê Kurd qelibîn. Ev pêvajoya 50 salan hişmendiya înkar û îmhayê anî ser maseya diyalogê û muzakereyê.”
Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) li Îdir, Qers, navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, navçeyên Tatos, Qereyazi, Qereçoban û Xinûs ên Erziromê û navçeya Tetwan a Bedlîsê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bîranîn li dar dixe. Bîranîn bi girseyî dest pê kirin û gelek welatî ji bo sersaxiyê bidin malbatan serdana bîranînan dikin.
Îdir
Li Îdirê, bîranîna bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyek, Piştevanî, Yekîtî û Çanda bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Bîranîna ku li Mala Sersaxiyê ya li Taxa Ozgurê tê lidarxistin, bi serdanên girseyî didome. Di bîranînê de wêneyên şehîdan li ser maseyan hatine bicîhkirin û dirûşmeya “Şehîd namirin” tê berz kirin.
Qers
Li Qersê bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bîranînek tê lidarxistin. Bîranîn di saetên serê sibê de li avahiya DEM Partiyê ya Qersê bi dirûşman dest pê kir. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamentera Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Li eywana ku bîranîn lê tê lidarxistin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Agirî
Li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Bîranîn li Bazîdê li Mala Sersaxiyê ya Mudur Aras, li Panosê jî li Mala Sersaxiyê ya Goristanê tên lidarxistin. Malbatên şehîdan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Meclisa Dayikên Aşitiyê, parlementerên Agiriyê, nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajêr û gelek kes di roja ewil de beşdarî bîranînan bûn.
‘Kurd li hemû cîhanê dan nasîn’
Di bîranînê de pankarta “Şehîd namirin” hat daliqandin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana her du navçeyan jî kir û sersaxî da malbatan. Tulay Hatîmogûllari di serdana Bazîdê de axivî û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li têkoşîna kesên di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Tulay Hatîmogullari wiha got: “Malbatan ev agahiya xemgîn tam di van rojên ku em behsa aştî û pêvajoya çareseriyê dikin de girtin. Daxwaza hevpar a hemû malbatên ku me hevdîtin pê re kir ev e ku êdî li van xakan tu ciwan jiyana xwe ji dest nedin, şer û pevçûn bi dawî bibin û pêvajo bi aştiyeke bi rûmet bê tacîdarkirin. Beriya 50 salan tu kesî hebûna gelê Kurd nas nedikir. Di encama berdêlên giran de, gelê Kurd êdî ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê jî serbilindî hebûna xwe nîşan daye û îspat kiriye.”
Bernameya bîranînê ya her du navçeyan bi qebûlkirina sersaxiyan ji aliyê malbatan ve didome.
Bedlîs
Li Bêdlîsê, bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER), ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameyeke bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Pêşangehan a Tetwanê pêk tê û di saetên sibehê de bi dirûşmeyan dest pê kir. Maseya ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser hatibûn danîn bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin. Li Eywanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd ronahiya riya me ne” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
‘Têkoşîna wan dê bidome’
Parlementera Bêdlîsê Semra Çaglar Gokalp di bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya aştiyê ya ji bo gelan û wiha got: “Kesên ku polîtîkaya înkar û îmhayê meşandin li berxwedana gelê Kurd qelibîn. Ev pêvajoya 50 salan hişmendiya înkar û îmhayê anî ser maseya diyalogê û muzakereyê. Ev mase bi xêra kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ava bû. Rol û mîsyona wan a di avakirina aştiyeke birûmet de pir girîng e. Têkoşîna wan heta ku azadî û aştî ava bibe dê berdewam bike.”
Bîranînê bi serdanan berdewam dike.
Erzirom
Li navçeyên Qereyazi, Qereçoban, Tatos û Xinûs ên Erziromê jî bi pêşengiya MEBYA-DERê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn tê lidarxistin. Di bîranînan de ji bo şehîdan dia tên xwendin û dirûşma “Şehîd namirin” tên berzkirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz, hevberdevka HDKê û parlementera Erziromê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî serdana şînan dikin û sersaxiyê didin malbatan.
































