Stenbol – Yek bi kursiya biteker, 2 xwişk tev li bîranîna birayê xwe Cemal Ogur bûn. Bendewariya xwişkan û malbatê saxbûna Cemal Ogur ê roja Newrozê berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê bû. Her du xwişkên ku tev li bîranînê bûn ji bo tevahiya cangoriyan rondik barandin û yek gotinê anîn ziman: “Em bi şehîdê xwe serbilind in.”
Tevgera Azadiya Kurdistanê şehadeta gelek endamên xwe eşkere kir û pê re li hin bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê şîn û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Li gel eşkerekirina navan çîrokên têkoşîn û serbilindiyê yên cangoriyên Kurdistanê jî hatin eşkere bûn. Li Stenbolê jî di 23yê Tebaxê û vir ve gelek şîn tên danîn û bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Di tevahî şîn û bîranînan de derket holê ku êş giran jî be, li dijî êşê hevgirin û xwedîderketineke mezin hate raberkirin.
Roj berî Newrozê berê xwe da çiyayên Kurdistanê
Di 5ê Îlonê de navçeya Kuçukcekmeceyê bernameya bîranînê hate lidarxistin. Yek ji ku hate bîranîn şehîd Cemal Ogur (Sînan) bû. Cemal Ogur di salên 90î yên dijwar de, nava xebatan de bû. Cemal Ogur ji Panosa Agiriyê hat li Stenbolê. Li Stenbolê wê demê zext li ser Kurdan gelek bûn. Her tişt ji Kurdan re tê qedexekirin. Gelê Kurd van qedexeyan nas nekir. Di heman demê de li Kurdistanê serhildan rû didin û bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz tên pîrozkirin. Li Stenbolê dîrok 21ê Adarê ye, rojekî sar e lê di dilê gelê Kurd de germahiya Newrozê heye. Yek ji ciwanên dilê wan bi agirê Newrozê geş dibe Cemal Ogur e. Cemal Ogur li gel gelek ciwanên Kurd tev li Newroza sala 1993yan ya Stenbolê dibe. Cemal Ogur piştî ji Newrozê vedigerê, bi germahiya agirê Newrozê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Cemal Ogur ê roja Newrozê berê xwe dabû çiyayên Kurdistanê, li gel xwe jî agirê Newrozê bir û di 9 Hezîrana sala 1997an de li Heftenînê bi agirê Newrozê re bû meşaleya azadiyê.
‘Ez xwişka şehîd im, gelek şikir ku di rêya wî de me’
Di 5ê Îlonê de li Stenbolê ji yek cangoriyên hatiye bîranîn şehîd Cemal Ogur (Sînan) bû. Du xwişkên Cemal Ogur li eywana bîranînê de cihê xwe girtibûn. Yek xwişk ji ber nexweşiya xwe, bi kursiyê biteker tev li bîranînê bûbû, xwişka wî ya din jî li kêleka wî rûnişt. Her du jî bi çawê tije rondik, li benda destpêka bîranînê ne. Bi cilên reş her du xwişk ji kesên ji bo hevgirtinê û sersaxiyê tên re heman gotinê dibêjin: “Em bi şehîdên xwe serbilind in.” Piştî ku min sekna wan dît, xwest bi wan re biaxivim. Xwişka ku bi kursiyê biteker hatibû ji ber nexweşiya xwe nexwest biaxive. Xwişka bi navê Dîlber Ogur got, “Ez ê biaxivim.” Piştî ku min makînayê xwe amade kir hê min pirs nekir Dîlber Ogur got: “Ez xwişka şehîd im, gelek şikir ku di rêya wî de me.”
‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’
Dîlber Ogurê wiha behsa birayê xwe û tevlibûna wî ya Tevgera Azadiyê kir: “Tevahî şehîd şehîdên me ne. Birayê min şehîd ket, ez xwedî li şehîdê xwe derdikevim. Hemû şehîd birayê min in. Beriya 34 salan di sala 1993yan de birayê min Cemal tev li partiyê bû. Ji bo kar hatibû Stenbolê. Li Stenbolê tev li Newrozê bû. Cemal piştî Newrozê tê malê û tev li gerîlla bû. Di sala 1997an de şehîd dikeve. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Gelek şehîdên malbata me hene. Hin xizmên me li Tetwanê gund hatin kuştin. Me hêvî dikir ku birayê min sax e, li çiyê ye. Piştî 34 salan me şîna birayê xwe danî. Ji roja daxuyaniyê ve gelek kes ji bo bîranînê tê mala me. Tevahî şehîd şehîdê me ne. Em dixwazin cihê wî bizanin, gora wî bibînin. Dayik û bavê min li benda birayê min bûn. Wisa jiyana xwe ji dest da.”
‘Em ê wêneyê li diwarê mala xwe daliqînin’
Piştî Dîlber Ogur axivî wêneyên şehîdan anîn li eywanê. Dîlber Ogur wêneyê birayê xwe hembêz kir, maçî kir û wêneyê ber bi xwişka xwe ve re. Xwişka wê jî li ser kursiyê biteker û wêneyê maç kir û got: “Tevahî şehîd şehîdên me ne. Dayika min bi hesreta birayê min jiyana xwe ji dest da. Em bi şehîdên xwe serbilind in.” Her du xwişk jî piştî wêneyê birayê xwe dîtin, ji kesên wêneyan anîn re xwestekî kirin: “Em her du jî wêneyê birayê xwe dixwazin, em ê wêneyê li diwarê mala xwe daliqînin.” Kesê wêneyan anî xwesteka her du xwişkan demildest nîşe girt û soza ku wêneyê ji wan re bîne da.
Paşê malbat derbasî li cihê ji bo malbatan hatibû veqetandin bûn û bernameya bîranînê dest pê kir. Bername ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Xwişka bi kursiya biteker htibû tenê carekê ji kursiya biteker rabû li ser pêya û ew jî ji bo rêzgirtina şehîdan bû. Paşê sînevîzyon hate temaşekirin. Ji çavên her du xwişkên li benda hatina birayê xwe bûn ji bo tevahiya şehîdên Kurdistanê rondik barandin.













