• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo Şeyma Ûlûdag û Mazlum Ateş bernameya bîranînê pêk hat

Amed / AW

2 ÎLON 2026 - 15:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê ji bo endama YJA-STARê Şeyma Ûlûdag (Evîndar Zîlan) û endamê HPGê Mehmet Mazlûm Ateş (Adil Amed) bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de peyama xurtkirina yekîtiya gelê Kurd hate dayîn.

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê ji bo endama YJA-STARê Şeyma Ûlûdag (Evîndar Zîlan) û endamê HPGê Mehmet Mazlûm Ateş (Adil Amed) ku li cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, mewlût hate xwendin û bernameya bîranînê hate lidarxistin. Bernameya ku li Mala Şînê ya Haci Kadrî Davûtoglu ya Dîclekentê ya Peyasê hate lidarxistin, rêveberên MEBYA-DERa Amedê, Dayikên Aştiyê, rêveberên saziyên sivîl, rêveberên partiyên siyasî û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Di bernameyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Di bîranînê de ji bo şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Paşê jî axaftin hatin kirin û li sînevîzyon ji bo bîranîna cangoriyan hatibû amadekirin, hate temaşekirin.

‘Nifşên me yên nû keda wan bizanibin’

Hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz di axaftina xwe de bal kişand ser keda cangoriyan û wiha got: “Ji bo herdû malbatên me em sersaxiyê dixwazin. Gelek caran me got em deyîndarên wanin. Şehîdên me karê xwe kirin. PKKê bi awayekî statejîk çek berdan û derbasî merheleya dîplomasiyê bû. Bi vî re xebatên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir. Niha jî em wek gel û taybetî jî malbatên şehîdên me bi her dû destan xwedî vê pêvajoyê derkevin. Pêwîste ku em şehîdên xwe ji bîr nekin. Divê nifşên me yên nû her tim navê şehîd û keda wan ji bîr nekin û bizanibin.”

‘Wêrekî û têkoşîna jinên Kurd di rûyê wê de xuya dike’

Xalê Şeyma Ûlûdagê, Xalit Ozbaş jî destnîşan kir ku Evîndar Zîlan bi têkoşîna xwe di nav dilê gelê Kurd de cih girtiye û wiha axivî: “Îro dema em li wêneyên şehîd Evîndar Zîlan dinêrin di rûyê wê de wêrekbûn, hêz û tekoşîna jinên Kurd xuya dike. Roja ku tev li refên gerilla bû wê sozek dabû û gotibû, ‘ Ez ê her tim li pêş bibim û gavek paşve neavêjim’. Heya roja ku şehîd ket li ser soza xwe sekinî. Ew bi têkoşîn û berxwedana xwe di nav dilê gelê Kurd de cihê xwe girt. Ew ne tenê şehîda me ye şehîda temamî gelê Kurd e.”

‘Daxwaza me ew e ku gelê Kurd bibe yek’

Birayê Mehmet Mazlûm Ateşî, Aydin Ateş jî di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û kesayetiya Mehmet Mazlûm Ateş. Aydin Ateş da zanîn ku daxwaza wan ew e ku gelê Kurd êdî bibe yek û wiha got: “Spasiya xwe ji saziya MEBYA-DERê re dikim da ku ew ji bo şehîdê me ked dide. Wekî hûn dizanin pêvajoyek heye û daxwaza me ew e ku temamî gelê Kurd bi saya serê vê pêvajoyê bibe yek. Heval Mazlum mirovekî pir jêhatî û delal bû. Bila serê hemû gelê Kurd sax be.”

Etîket: cangorîMEBYA-DERa Amedêşehîd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

11 COTMEH 2026
Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

4 COTMEH 2026
Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

1 COTMEH 2026
Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

22 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

Abdullah Ocalan: Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim

14 ÎLON 2026
Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne