Şerzan Goyî (Mahsûm Urun) bi gotina “Ev demek dirêj e, min dixwest ez herim. Min rêya xwe dît, heqê xwe helal bikin” tev li têkoşîna azadiyê bû û di vê oxirê de bû yek ji pakrewanê doza welatê xwe. Dayika wî Nuriye Urun wiha got: “Zext û zordariya Tirkiyeyê qebûl nekir.”
Taxa Gaziyê ya Stenbolê di têkoşîna gelê Kurd de cihekî girîng digire. Bi sedan ciwanên Kurd li Taxa Gaziyê Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kirine û tev li têkoşînê bûne. Li Taxa Gaziyê ji her kesî re navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dan nasîn. Têkoşînê ji kolanên Taxa Gaziyê heta çiyayên Kurdistanê mezin kirin.
Bi sedan malbatên Kurdistanî di salên 90î de ji bajarên Bakurê Kurdistanê koç kirin û berê xwe dan bajarê Stenbolê. Yek ji wan malbatan jî malbata Urun e. Cerdevanî li malbata Urun tê ferzkirin lê malbat cerdevantiyê qebûl nake û ji gundê Roboskiyê yê ser bi navçeya Qilebana Şirnexê ve koçî Stenbolê dike.
Xwe nas dike
Ewladê vê malbatê Mahsûm Urun heye. Mahsûm li Stenbolê di nava malbatekî welatparêz de mezin dibe. Mahsûm dema diçe leşkeriya Tirkiyê rastiya dewleta Tirk dibîne. Dibîne ku zarokên Kurd ji bo şer dişînin Kurdistanê.
Ew li taxê yekî naskirî bûye
Mahsûm bi gotina “Ji bo ciwanên Kurd xwe nas nekin, tev li siyasetê nebin polîtîkaya şerê taybet li dijî wan tê kirin” rastiya polîtîkaya dewletê pênase dike û xwe ji vê rizgar dike.
Piştî demekî Mahsûm dest bi kar dike û dixebite. Mahsûm her roj diçe kar û bi şev jî diçe çalakiyan. Dema ji kar derdikeve li şûna biçe malê, lê berê xwe dide cihên çalakî, daxuyanî û xebatên siyasî. Ew beriya her kesî li wir e û pêşengiya çalakî û xwepêşandanan dike. Her kesê ku li Taxa Gaziyê dijî Mahsûm nas dike. Mahsûm gelekî ji meta xwe hez dike. Tevlibûna meta wî ya nav partiyê, gelek li ser wî bandorê dike.
Li ser şopa meta xwe…
Mahsûm û kurê apê wî Dogan Urun li Taxa Gaziyê bi hev re tev li çalakî û xebatan dibin. Di dilê her duyan de jî çiyayên azad ên Kurdistanê hene. Her du ciwan dixwazin di rêya meta xwe de bimeşin. Ji bo layiqê meta xwe bibin dixebitin. Mahsûm di meha Cotmeha sala 2015an de berî kurê apê xwe tev li Tevgera Azadiyê dibe. Kurekî apê Mahsûm jî bi navê Şerzan heye. Mahsûm gelek ji Şerzan hez dike. Çawa ku Mahsûm tev li Tevgera Azadiyê dibe navê Şerzan li xwe dike. Êdî Mahsûm dibe Şerzanê çiyayên Zapê û gelê xwe.
Çawa Dogan Urun dibihîse ku Mahsûm tev li Tevgera Azadiyê bûye diçe mala Mahsûm. Li wir ji dayika Mahsûm re dibêje ‘çima Mahsûm çû, ez ê pêşiya wî biçûma’. Piştî Mahsûm, Dogan Urun jî di meha Adara sala 2016an de tev li têkoşîna azadiyê dibe û navê Dijwar Goyî li xwe dike. Dijwar Goyî li Efrînê tev li Berxwedana Serdemê dibe û di Adara 2018an de tev li karwanê cangoriyan dibe. Şerzan jî li çiyayên Kurdistanê dibe hevrêyek û şervanek. Şerzan Goyî (Mahsûm Urun) jî di sala 2018an de li Zapê şehîd dikeve.
‘Her dem di nava çalakiyan de bû’
Nuriye Urun derbarê lawê xwe Mahsum de axivî. Nuriye Urun anî ziman ku kurê wê li Stenbolê hatiye dinê û wiha axivî: “Şerzan zarokekî gelek zîrek bû, tu carî dilê min nehişt. Zarokekî bêdeng bû, 7 zarokên min hene Şerzan ê herî bêdeng bû. Heta lîseyê xwend. Paşê dest bi kar kir, li firinê xebitî. Paşê çû leşkeriyê piştî 3 mehan got ‘ez leşkerî nakim’ û hate malê. Her dem di nava çalakiyan de bû. Tev li meşan dibû, xebatên li taxê cih digirt. Em wekî malbat di nava çalakiyan de bûn lê Şerzan jî bi xwe partî û tevgerê nas kir. Li Parka Kemal Pîr çalakî hebû li wir jî dixebitî. Her tim dixwest xizmeta gel bike. Ji aprax û kutlikan pir hez dikir.”
‘Heqê xwe helal bikin’
Nuriye Urun diyar kir ku Şerzan beriya ku biçe ji wê xatir xwestiye û wiha got: “Hat ji min re got heqê xwe helal bike. Min jê re got tê herî li ku? Şerzan got ‘ma çi ye qey heqê xwe helal bike’. Beriya çû hefteyekî gotibû ‘bibêje bavê min jî hûn her du heqê xwe helal bikin’. Piştî helalî xwest çû. Şerzan di meha Cotmehê sala 2015an de tev li bûbû. Meta wî jî sala 2013an de çûbû. Piştî Şerzan tev li bû ji me re peyama wî ya bi deng hat. Şerzan digot ‘ez ketim rêyekî ku vegera wê tune ye. Heqê xwe helal bikin. Kesekî min nexapandî ye, ez bi vîna xwe hatime’. Herî dawî dîsa peyama bi deng şand û got; ‘Ez gihaştim cihê xwe, ez baş im. Xemgîn nebe dayê’. Piştî wê rojê min tu agahî ji kurê xwe negirt. Zext û zordariya Tirkiyeyê qebûl nekir. Tu carî zilmê qebûl nedikir. Bila serê gelê Kurd sax be.”












