Li Amedê 9 kesên ku duh hatibûn binçavkirin îfadeyên wan ên li emniyetê qediyan, tê payîn ku sibê sewqî edliyeyê bêne kirin.
Di çarçoveya operasyona ku duh ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, di encama serdegirtina malan de li Amedê 9 kes hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku 9 kesên birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji kesên îfadeyên wan hatine girtin re pirsên wekî “Têkoşîna azadiya Kurd de yên ku jiyana xwe ji dest dane nas dikin an na, ji bo ku pankart û ala vekin ji kê telîmat girtine” hatine pirsîn.
Parêzerên ku di dema îfadeyê de diyar kirin ku rêxistinê xwe fesih kiriye, bertek nîşanî lêpirsînê dan.
9 kesên ku karûbarên îfadeyê yên li emniyetê temam bûn, tê payîn ku sibê sewqî edliyeyê bêne kirin.
Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Sibel Kaya, Arzu Karaman, Rozerîn Kurt, Hasan Karsu, Yunus Emre Ergîn, Baran Çinar, Murat Sonmez, Mervan Konur, Azad Kilinç.”













