• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rêbertî gav bi gav muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê’

Êlih / AW

9 TEBAX 2026 - 09:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedar Diyadîn Tûrhan ê piştî 32 salan ji girtîgehê derketiye derbarê amadekirin û girîngiya qanûnê çarçoveyê de axivî û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 salan zêdetir e dibêje, ‘Ez muxatabekê digerim’. Rêbertî gav bi muxatabê xwe ava kir û anî ser maseyê. Kêmaniyên qanûnê hene lê neyînî nêz bûn jî ne di cih de ye.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025an de hatibû destpêkirin, nêzî du salan li pey xwe hişt. Piştî ku pêvajo hate destpêkirin ji aliyê Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Ev pêvajo li Kurdistan û Tirkiyayê û li gelek welatên cîhanê deng veda. Herî dawî girêdayî pêvajoyê di 5ên Tebaxê de “Qanûna Çarçoveyê” ya bi 12 xalan pêk tê, ji meclisê re hat şandin. Derbarê qanûnê nîqaş berdewam dikin lê belê bendewarî ew bû qanûn her kesekê bigire nava xwe, ji bo pirsgirêkên heyî bibûya bersiv.

Siyasetmedar Diyadîn Tûrhan ê piştî 32 salan di girtîgehê derketiye derbarê “Qanûna Çarçoveyî” de axivî.

Diyadîn Tûrhan anî ziman ku cara yekemîn e ku Komara Tirkiyeyê meseleya Kurdan ne bi rêbazên çewisandin û îmhayê lê bi rêbazên hiqûqê dixwaze çareser bike û wiha axivî: “Biryara serhildana Kurdan a dawî ku mirov dibîne, ev biryar e. Dewlet dixwaze bi Kurdan re rûnê û bi wan re mineqeşeyan bike û bi rêbazên siyasî û hiqûqî vê meseleyê çareser bike. Ev qanûn vê ji me re dibêje. Lê di hêla dinê de jî neyîniya xwe jî heye. Ew çi ye? Tenê uslubê qanûnê, dewletê dide nîşandan û bi uslubê dewletê hatiye nivîsandin, ne bi yê civakê. Ya duyemîn jî sînorekî daniye. Yên beriya sala 2005an têkoşiyan e wan derveyê qanûnê dihêle. Yên ku derveyê qanûnê tên hiştin jî em dikarin bejin yek bi yek pêşengên vê serhildanê ne û muxatabê dewletê biwxe ne. Dewlet muxatabên xwe bi awayekî neyînî derveyî pêvajoyê dihêle. Ev qanûn rê nade kesên ku bên di nava siyasetê cih bigirin, siyaset û rêxistinkirinê bikin.”

‘Rêbertî bi hesasiyet û erênî nêz dibe’

Diyadîn Tûrhan bi lêv kir di mijara amadekirina qanûnan de pêdiviyên pêvajoyê li ber çavan nagire. Dîyadîn Tûrhat got ku divê qada siyasî û civaka sivîl jî zextê li ser dewletê bide avakirin, da ku gavên şênber biavêje û got: “Mirov dikare vê yekê di meclisê de berfireh bike. Ev 25 sal in nêzîkatiyeke desthilata AKPê heye. Tişta ku bîlin li meclisê heta ew nexwazin mirov nikare tu xaleka wê jî biguherîne. Dema ku mirov xwe li benda dewletê bihêle ew şaş e. Tarzê Rêbertî çi be, divê em xwe li gora wî amade bikin. Rêbertî 30 salan zêdetir e dibêje; ‘Ez li muxatabekê digerim.’ Divê em li sekna Rêbertî ya wê demê û heta niha binêrin, gav bi gav muxatabê xwe ava kiriye. Ger ku îro dewleta Tirk hatibe ser maseyê, bi me re muzakereyan dike, ew bi hewldanên Rêbertî ne, ne ku dewletê xwestiye û hatiye. Ne ku dewlet difikire û gavan diavêje, li şûna dewletê Rêbertî van gavan diavêje. Dema ku gavên dewletê neyînî bin jî dîsa Rêbertî bi hesasiyet û erênî nêzîk dibe. Heke di derxistina qanûnan de Rêbertî û Tevgera me neyê dîtin ew tiştek şaş e. Niha em rabin cara yekemîn bi awayekî neyînî nêzîkî van qanûnan bibin ew jî ne rast e.”

‘Divê ji bo vê mirov hûr û kûr bifikire û bi tedbîr be’

Di berdewama axaftina xwe de Diyadîn Tûrhan destnîşan kir ku kesên ku van qanûnan çêkirine bi kûrahî fikirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên ku beriya 2005an hatine girtin, cezayê wan muebetê heye û yên ne muebet be jî, cih nadin berdana wan. Yên ku ne muebet bin, ji bo wan jî dibêjin; te çek bikar aniye 10 sal, yan jî ji bo endamtiyê 10, ji bo bombeyê 6 sal û kesên derveyî qanûna bazirganiyê çekan xistina di nava dewletê de jî hemû bi 40-45 salan dide cezakirin. Kesên ku 15 salan jî ceza girtibin dibêjin; em ê cezayê wan 5 salan texsîr bikin. Her cûreyê siyasetê ne weke hev in, lê dîsa jî sînorekî datîne. Li gora qanûnên dewletê heta 5 salan mirovên ku tev li nava xebatan nebe dosyayên wan tê girtin. Yên ku cezayên wan li ser 15 salan bin, ew jî 10 salan cezayên wan tê texsîrkirin. Ev ceza ji bo yên ku gerîla ne jî derbasdar e. Qanûnên dewletê yên niha pir teng in, mirov nizane çi kengê sûc e? Tişta ku îro ne sûc be, dibe ku sibê bibe sûc jî. Ger ku bi vê yekê re hin tiştên ku weke sûc tên hesibandin, neyên guhertin dê bi xwe re pirsgirêkên neyînî bîne. Kesên ku bên heke siyasetê nekin, dê ev pêvajo çawa li pêş bikeve? Ji bo van xebatan û yên entegrasyonê li pêş bikevin, divê ew kês bên nav siyasetê. Dema ku bên û tiştek nekin dê wê demê gavên entegrasyonê jî teng bibin. Divê ji bo vê mirov hûr û kûr bifikire û bi tedbîr be.”

‘Ev qanûn niyeta dewletê destnîşan dike’

Diyadîn Tûrhan bi domdarî balê kişand ser qanûnên dewletê anîne meclisê, got ku dewlet bi derxistina van qanûn re hêj jî di nava metirsiyan de ye û wiha pêde çû: “Divê di destpêkê de ev qanûna ‘antî terorê’ bê guhertin, lê heta niha tu guhertinek çênebûye. Jixwe dema ku ew qanûn bê guhertin ne hewceyê pirî tiştan e. Dê bi qanûnan re, cezayên kesên girtî jî bê xwarê. Cezayên ku 36 sal bin ew ê bibe 18 sal. Dema ku ew neyê guhertin, di van qanûnan de dê gelek tişt weke sûc bên dîtin. Ev qanûn niyeta dewletê destnîşan dike. Di nava qanûna de hin kêmasî hene, divê amadekirina van xalan li gorî gavavêtina pêvajoyê bûna. Her çiqas di nava qanûnan de kêmasî hebin jî dîsa ew ji bo pêvajoyê dibin gavên nû. Derbarê pirsgirêka Kurd de rêya çareserkirina hiqûqî daye pêşiya xwe. Ji bo hevalên me yên zindanan, yên li çiya û yên ku li Ewropayê dimînên, divê yasa bên derxistin û divê ew jî werin. Û ji bo wan hin xebat tên kirin. lê ew ê çiqas bikin ew jî hê nediyar e. Hinek tişt tên gotin lê li ser kaxizê dimîne, ji bo li ser kaxizê nemîne divê têkoşîn sist nebe. Me Kurdan çi bi dest xistibe, bi têkoşîna xwe bi dest xistiye. Pirs û metirsiyên dewletê xwe di van qanûnan de didin der. Hê jî negotine em ê ji bo civaka xwe derfetên azadiyê derbixin. Hê jî derfetên ewlekariyê giran in û yên azadiyê sivik in.”

‘Qanûn kêm e lê neyînî nêzbûn jî ne di cih de ye’

Di daxiya axaftina xwe de Diyadîn Tûrhan diyar kir ku yên ji bo pêvajoyê helwesta xwe diyar dikin AKP-MHP û DEM Partî ye û wiha derbirî: “DEM Partî çiqas karibe xwe bi rêxistin bike, diyaloga xwe ya li meclisê xurt bike ewqas dikare gavan jî bi dewletê bide avêtin. Çiqas tirsa dewletê hebe jî niha PKKê xwe fesih kiriye, çekên xwe şewitandiye, agirbest îlan kir û hêza xwe ya li Bakûr vekişand. Van gavan hemû baweriyek dan Komara Tirk û heta ku ev qanûn derxist. Divê mirov daxwazên civakê şênbertir bîne ziman. Divê ev şer bê sekinandin û derfetên ku ji şer re tên veqetandin ji bo civakê bên veqetandin. Sebebê xizantiyê ev şer e. Dema ku ev şer bê sekinandin ew ê nan, xizmetên tendirustiyê, perwerde, çand û huner û ziman dê mirov bi hêsanî karibe pêk bîne û ew ê derfet jî xurttir bibin. Ev qanûn ji bo me ne bes e, gelek kêmasî di nava xwe de dihewîne. Lê ew ê nêzîkatiyeke negatîf jî ne di cih de be. Ji ber ku dewletê gaveke wisa avêtiye û ji bo ku mirov dikaribe sûd jê werbigire. Ew gava yekemîn e divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”

Etîket: Diyadîn TûrhanGirtiyê 32 salanMuxatabnirxandinPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkqanûna çarçoveyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

Fetî Yildiz: Komîsyona çavderiyê dê di nava 10 rojan de bê avakirin

1 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne