Welatiyên Sêrtî destnîşan kirin ku ji bo pêşketina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” divê qanûnên nû bên çêkirin û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin didome. Piştî gavên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin, AKP û MHP jî niha amadekariyan dike ku “Qanûna Çarçoveyê” ya li ser hatiye lihevkirin bînin, Meclisê û ji bo pêvajoyê ji aliyê hiqûqî ve gavan biavêjin.
Welatiyên Sêrtî yên ji ajansa me re axivîne, xwestin ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî qanûnên nû bên çêkirin.
Alî Dayan diyar kir ku du sal in pêvajoya aştiye hatiye destpêkirin divê dewlet jî gavan biavêje û wiha got: “Nêzîkî du salan e pêvajo heye lê hê jî gavên aştiyê nehatine avêtin. Gavên herî girîng ên ku hatine avêtin dîsa ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin. Heta niha hê jî ji aliyê dewletê ve tu gaveke wisa şênber nehatiye avêtin. Em dixwazin birêz Ocalan jî û hemû girtiyên siyasî jî bên bi awayekî fizîkî azad bibin. Em dixwazin bi vê yekê re aştiyeke xweş û baş bikeve nava miletê Kurd û Tirk. Em tu carî şer û belayê naxwazin. Ew ji pêvajoya aştiyê ditirsin û naxwazin. Hê jî dewletê gavên girîng neavêtine û ji gav avêtinê direvin.”
‘Em dixwazin ku êdî Serokê me jî bê berdan’
Hecî Omer Guneş jî anî ziman ku ev pêvajoya heyî ji deh salên din reji bimîne ew ê çêbibe û wiha got: “Em îro çiqas eziyetê bibînin jî dê aştî pêk bê. Ji ber li ser vê axê gelek xwîn hatiye rijandin. Em naxwazin xwîn bê rijandin û ne Kurd ne jî Tirk, ne gerîla û ne jî leşker û polis bila neyên kuştin. Em aştiyê, wekheviyê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin. Em hemû di bin alekê de dijîn. Em êdî dixwazin di her saziyên fermî de bi zimanê xwe biaxivin. Herkes nikare bi zimanê biyanî biaxive. Em dixwazin ku êdî Serokê me û girtiyên siyasî bêne berdan. Sal û nîveke navê pêvajoya aştiyê heye, ka aştî? Niha tiştekî baş e, ev sal û nîveke şer hatiye sekinandin û xwîn nayê rijandin. Ji bo herkesî baş e.”
‘Ji sedî 95ê civakê aştiyê dixwaze’
Akîf Erdogan jî bi lêv kir ku Kurd jî weke hemû miletan mirov in divê tu kesek zor û zehmetiyê bi kesî nede kirin û wiha qala pêvajoyê kir: “Ev demeke ku em pêvajoyê dişopînin pêvajoyek tê meşandin. Hin tişt girêdayî serokan e, dema ku ew li hev bikin, jixwe gel li hev hatine. Em her tim aştiyê dixwazin. Em dixwazin aştî pêk bê û di demên pêş de em dikaribin ji neviyên xwe re bejin; di çiyayên Kurdistanê de têkoşînekê hatiye meşandin û ev aştî pêk hatiye. Dema ku li Meclisê lihevhatinek pêk bê, kes ji me jî ranabe û nabêje çima hûn li hev tên. Dema ku mirov bikeve nava hemû wilayetan bigere, ji gel bipirse dê ji sedî 95ê civakê aştiyê bixwaze.”
‘Gelek caran me xepandine’
Abdûllatîf Ûgûr jî ev yek anî ziman: “Xwedê teala me mirov daye dunyayê, divê em jî başiyê bikin. Dema ku em başiyê nekin dê xwedê teala jî ji me hez neke. Divê em heqaretê li hev nekin. Niha her tişt li ber çavan e, sed sal in ku dewlet li ser me tundiyê dike. Ev nêzîkatiya wan xapandine, xwe jî dixapînin û civakê jî dixapînin. Lê divê em jî heqiyê bixwazin. Divê di vê pêvajoyê de gelek baldar tevbigerin, ji ber ku vê pergalê ne carekê gelek caran em xapandine.”
‘Em weke Kurd tu carî naxwazin kuştin û şer çêbibe’
Basrî Aksû jî destnîşan kir ku dewlet di vê pêvajoyê de, xwe nade pêş û gelek bi giranî tevdigere û got: “Her tim di pêvajoyan de li gora xwe tevdigerin, lê divê hin tişt li gora me jî bên meşandin. Ev xwîna ku nayê sekinandin, sedemên wê Tirk in ne Kurd in. Dema ku gavên bi edetî biavêjin, dê gelek tişt li pêş bikevin. Ji ber ku cidî tevnagerin ew jî gelek zehmetî dikşînin. Em nabêjin bila her tişt li gora me bin, lê divê hin tiştên hevpar jî hebin. Dema ku hin tişt weke hev bên meşandin em her du alî jî zehmetiyan nakişînin. Em ne alîgirên mirina mirovan e. Hê jî ji ber hin yasa derneketine Kurdên me yên li derveyî welat nikarin bên. Ji ber ku baweriyek tune ye gerîla jî nikare bi hêsanî bê. Ne gengaze ku van şert û mercên derdixin pêşiya me bêne qebûlkirin. Bila hin qanûn bên guhertin, em jî mirov in û em jî dixwazin weke wan bijîn. Em weke Kurd tu carî naxwazin kuştin û şer çêbibe. Ew qas kuştin xesara her dû aliyane. Divê di rêyeke hevpar de bigihin hev û aştiyeke mayînde pêk bê.”












