• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Colemêrgê amadekariya Cejna Zimanê Kurdî

Daristan Pala / AW

6 GULAN 2026 - 08:37
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Colemêrg – Rêveberên ZIMAN-DERê ya Colemêrgê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî banga xwedîderketina ziman li gel kirin û diyar kirin ew ê di 15ê Gulanê de bi meşeke girseyî pêk bînin.

Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve li Şamê derket. Kovara Hawarê di dîroka Kurdan de yekem kovara ku bi tîpên latînî hatiye nivîsîn e. Bi minasebeta salvegera derxistina Kovara Hawarê, di sala 2006an de 15ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî hat ragihandin. Ji sala 2006an vir ve, her sal li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, Kurd vê rojê bi heyecaneke mezin pîroz dikin. Îsal jî amadekariyên pîrozbahiyên 15ê Gulanê dest pê kirin. Weke her bajarê Kurdistanê, li Colemêrgê jî bi pêşengiya saziyên ziman, Cejna Zimanê Kurdî wê bi bernameyên cur bi cur bê pîrozkirin

‘Me di nava mehekê de avahiya xwe amade kir’

Hevseroka ZIMAN-DERê Esmer Tekîn bal kişand ser giringiya xebatên ziman ên li bajêr û destnîşan kir ku saziya wan berê hatibû girtin û valahiyeke mezin di nava gel de çêbûbû û wiha axiftina xwe berdewam kir: “Ev 5 meh in bê avahî xebatên xwe meşandin. Paşê me bi keda gelê xwe avahiyek dît û me bi xwe paqij kir. Di nava mehekê de me saziya xwe amade kir û serlêdanên xwe yên fermî kirin û niha jî 2 polên me û 70 xandevanên me hene.”

‘Bila gelê me yê Colemêrgê xwedî li zimanê xwe derkeve’

Esmer Tekîn bang li dayik, ciwan û xwendekaran kir û got: “Banga min berî her kesî li dayikan e. Bila gelê me yê Colemêrgê xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derkeve. Hebûna me, zimanê me ye.”

Di 15ê Gulanê de meşa girseyî

Hevserokê ZIMAN-DERê Naîf Beyter jî bal kişand ser wateya 15ê Gulanê û diyar kir ku ev roj ji bo gelê Kurd wek netewe rojeke bi qedr û qîmet e û wiha got: “Ji bo 15ê Gulanê amadekariyên me temam in. Em ê li ber Nexweşxaneya Dewletê bi awayekî girseyî kom bibin û heta nava sûkê bimeşin. Piştî daxuyaniyê, em ê derbasî Kent Parki bibin.”

‘Em ê bi govend û stranan 15ê Gulanê pîroz bikin’

Naîf Beyter destnîşan kir ku ew ê li parkê bi cil û bergên neteweyî, govend, stran û dengbêjiyê çanda xwe pîroz bikin û bang li hemû welatiyên kir ku beşdarî vê şahiya wan bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîZIMAN-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

30 TÎRMEH 2026
‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

15 GULAN 2026
Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

Şahiya Cejna Zimanê Kurdî: Em naxwazin zimanê me winda bibe

11 GULAN 2026
‘Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê’

‘Divê em hemû rojên xwe bikin 15ê Gulanê’

11 GULAN 2026
Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Akademiya Celadet Elî Bedirxan 15ê Gulanê hate pîrozkirin

9 GULAN 2026
Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

9 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne