Wan – Li gund û navçeyên Wanê bi dawîbûna meha Tebaxê re qeysiyên gihîştî tên komkirin, ziwakirin, kelandin û di çarçoveya amadehiyên zivistanê de tên veşartin. Sîsê Şaybek û Nezîre Yildiz dan zanîn ku keda tê dayîn ne tenê ji bo bazirganiyê lê ji bo parvekirin, belavkirin û hevgirtinê ye.
Li Herêma Serhedê demsala havînê ber bi dawîbûnê ve diçe li gel vê jî li baxçe û bistanan komkirina berhemên darên fêkiyan dest pê kir. Yek ji fêkiyên li Wanê zêde tên heskirin û çandin qeysî ne lê belê hilberîn bi piranî di asta herêmî û bazarên navxweyî de dimîne.
Ji aliyê hilberîna qeysiyan ve navçeyên Westan, peravên Tûşba û Artemêtan derdikevin pêş. Dara qeysiyê li hember sermayê lawaz e, lewma li cihên ku germahiya golê lê heye xweştir berhem dide. Li gorî sêvan hilberîna qeysiyan kêmtir e, salane hilberîn qeysiyan jî ji 3 hezar heta 6 hezar tonan diguhere û bi şert û mercên hewayê yên salê ve ev dane diguhere.
Sîsê Şeybak û Nezîre Yildiz ên her sal ji daran qeysiyan berhev dikin û zivistanê bi xizm, cînar û dostên xwe re parve dikin, derbarê xebatên komkirin û amadehiyên zivistanê de axivîn.
‘Karê herî girîng li ser milên jinan e’

Sîsê Şeybak derbarê berhevkirina qeysiyan axivî, diyar kir ku mêr bi piranî daran dihejînin, piştî qeysî diweşin karê herî girîng û hûrgilî dikeve ser milê jinan. Sîsê Şeybak da zanîn ku ew li binê daran poşet û brandayan radixin, berhemên dikevin di satilan de kom dikin, dabeş dikin û wiha got: “Mêr darê diweşînin, em jî li jêr kom dikin. Em yên gihiştî, yên negihiştî û yên zexm ji hev cuda dikin. Yên herî şêrîn û zelal em paqij dişûn, li ser ocaxê dikelînin û dikin bastîq. Herwiha em jê dibêjin, ‘pesîla ber çayê’. Wekî din em bi qeysiyan qeyserûn, rêçel û xweşavê jî çêdikin. Qeyserûn bi kakilên gûzan û rûnê sor tê amadekirin, ew ji bo mêvanan xwarineke gelekî hêja ye.”
‘Belavî nas, dost, xwişk û birayan dikin’
Sîsê Şeybak da zanîn ku amadehî û keda wa didin ne ji bo bazirganiyê ye û ev tişt got: “Em ji bo rêçalê çêbikin em qeysiyan paqij dişon, şekirê spî li ser dikin û 2-3 rojan di hênikahiyê de dihêlin da ku ava xwe bide. Paşê jî em şerbetê amade dikin, dikelînin ku tîr bibe û di dawiyê de jî em qeysiyan davêjin navê. Dema hênik bû, em dikin şûşeyên û ji nas, dost, xwişk û birayan xwe re belav dikin.”
Ji qeysiyan heta sêvên payîzê ked dayîn berdewam e
Nezîre Yildiz ku li baxçeyan, bi malbata xwe re qeysî û sêvan berhev dike, diyar kir ku ew, berhemên berhevkirî li ser banê xaniyan ji bo zivistanê hişk dikin û got: “Em qeysiyên ketî berhev dikin, dibin ser banan û di bin rojê de hişk dikin. Paşê cuda cuda dikin çenteyan û kîsikan, ji bo xwîşk, bira, keç, xort û nasan radikin. Piştî ku demsala qeysiyan xelas dibe, dema sêvan dest pê dike. Karê sêvan heta payîzê berdewam dike. Em sêvan jî berhev dikin; beşekê ji bo malê û nasan dihelin, beşekê jî ji bo aboriya malê difiroşin.”
















