• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fabrîqeya HABAŞê bûye goristana karkeran: Di 31 salan de 45 karker mirin e

    Fabrîqeya HABAŞê bûye goristana karkeran: Di 31 salan de 45 karker mirin e

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

    Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 14ê MIJDARA 2026an

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji aliyê lêçûnan ve ferqa gund û bajaran nemaye

Serhat Toptaş / AW

3 MIJDAR 2026 - 09:45
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Wan – Malbata Akbûlût a li gundê Nêrqoxê ya navçeya Payîzavayê ve dijî, anî ziman ku ew ji ber lêçûnên zêde yên xwedîkirina sewalan êdî nikarin biçin zozanan û diyar kir ku ji aliyê lêçûnan ve ferqa gund û bajaran nemaye.

Jiyana li gundan bi hezaran sal in ji bo aborî û debara bajaran bûye bingeh. Li Mezopotamyayê û Kurdistana ku çandinî û sewalkarî dest pê kiriye îro jî bi hemû zanyariya xwe ve ev çand tê domandin û ev çand bi xwe re bazarek jî ava kir. Li Kurdistanê li gor guncavbûna avhewayê, hin dewaran çandinî hin deveran jî sewalkarî li pêş e. Li Herêma Serhedê jî ji ber hewayê xwe yê sar, ji çandinî zêdetir sewalkarî li pêş e. Lê bandora pergela sermayedariyê û polîtikayên şaş ên dewletan, ev aboriya gundevar ji ber pêkanîn û lêçûnên zêde, nikare xwe bidomîne.

Gundê Nêrqoxê yê ser bi navçeya Payîzavayê ya Wanê ve yek ji van gundên ku debar û sewalkarî bi zehmetî tê domandin e. Malbata Akbûlût a li gundê Nêrqoxê dijî, derbarê zehmetiyên dijîn de axivî.

Debara gund li ser xwedîkirina pez e

Welatî Temir Akbûlût di despêka axaftina xwe de behsa debara gund kir û da zanîn ku di gundê wan de zêdetir mih tên xwedîkirin. Temir Akbûlût destnîşan kir ku dewar li Nêrkoxê pir kêm hene û wiha got: “Di van salên dawî de zozan gelek biha bûne û gundî êdî naçin zozanan. Di nav gund de pez tê xwedîkirin. Merayên ku em pez lê diçerînên û li zozanan av pir kêm bûye. Cûrnên avê nehatine çêkirin ku pez biçin û tê de avê vexwin. Ji ber vê jî pez nexweş dikevin. Wekî din di gund de hin kes nefel (yonca) diçînin. Lê lêçûnên vê jî zêde bûne. Debara gund jî zehmet bûye. Gelek kes ji gund koç dikin û diçin bajarên mezin.”

Sedemek jî lêçûnên zêde ye

Di berdewamiya axaftina xwe de Temir Akbûlût anî ziman ku ji ber lêçûnên zêde êdî ew nikarin biçîn zozanan û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo çerandina pez şivan nayên dîtin. Di van salên dawî de şivanên Efgan tên dixebitin. Bi qasî salekî kêd didî û berxê mezin dikî, lê ji ber lêçûnên derman, şivan û xwarina xwe, ev yek jî zehmet bûye. Karêkî wê namîne ku ji xwe re tiştekî bikin. Gelek kesên pez xwedî dikin deyndar dimînin. Lêçûnên zozanan jî gelek zêde bûne. Ji bo çûyîna hezar pezî ya zozanan divê 2 milyon lîre hebin. Çûyîn û hatin biha ye ji ber vê jî em naçin zozanan. Pez derdorên gund diçere. Pez heta hewa sar jî dibe li jora gund e û piştre em dikin hundir. Dema ku berf dibare jî êdî di hundir de tê xwedîkirin. Me amadekariya zivistanê kiriye. Me, tiştê ku çandiye çiniye, yên me nekarî biçînin jî em dê bikirin. Me ceh, ka û genim kiriye û ji bo zivistanê berhev kirine.”

‘Êdî gund jî wekî bajaran bûne’

Di dawiya axaftina xwe de Temir Akbûlût anî ziman ku ferqa gund û bajaran nemaye. Temir Akbûlût diyar kir ku gelek gundî ji ber lêçûnên zêde nikarin debara xwe li gundan bikin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Di hundirê gund de darên fêkiyan kêm in, lê li binê rê mezraya me heye û li wir pir dar hatine çandin. Sêv, mişmiş û hirmî hene. Ji bo xwarinê hatine çandin. Heke tu gundan bikarî debara xwe bikî, jiyana li gundan pir xweş e. Lê êdî gund jî wekî bajaran bûne. Gundên me girêdane şaredariyên mezin û em hemû bacê didin. Berê gundan tev li van tiştan nedikirin. Cotkarî di gunde me de tenê ji bo xwedîkirina sewalan tê kirin. Genim û pincar nîn e. Jiyana Gundan jî hemû bûye mesref. Ji ber vê kesên li gundan dijîn êdî naxwazin bimînin.”

‘Berê em bêminet bûn’

Şêniya gund Ayşe Akbûlût jî bal kişand ser lêçûnên zêde yên gund û zozanan û wiha got: “Em berê diçûn zozanan û me pez jî xwedî dikir. Ji bo debara xwe em bêminet bûn. Em êdî havînan dernakevin zozanan. Zozan biha bûne. Hêza me têr nake ku em bîçin. Jixwe em zivistanan jî sewelan di hundir de xwedî dikin.”

Etîket: Aborîdebargundjiyana gundlêçûnpezxwedîkirina pez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

Hilbijartinên Amerîkayê: Zexta li ser Trump zêde ye lê encam nediyar e

2 MIJDAR 2026
Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

Li Amedê 9emîn Sempozyûma Aborî Siyaset û Rêveberiyê ya Navneteweyî dest pê kir

27 COTMEH 2026
Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

16 COTMEH 2026
Zeviyên li qûntara Kela Wanê bûye cihê berhemdayînê

Zeviyên li qûntara Kela Wanê bûye cihê berhemdayînê

13 COTMEH 2026
Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne