• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 2yê MIJDARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

    ROJEVA 2yê MIJDARA 2026an

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê ji Îzmîr, Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê: Werin em destê aştiyê bilind bikin

Îzmîr / AW

2 MIJDAR 2026 - 09:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Aştiyê bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî û ji bo pêkanîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne. Dayikên ji Îzmîrê çûn Enqereyê anîn ziman ku ew ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan û hemû gelên Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet dixwazin û bang li hemû dayikan kirin ku werin destê aştiyê bilind bikin.

Dayikên Aştiyê bi mebesta avêtina gavên berbiçav ên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, dabînkirina azadiya fîzîkî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya girtiyên siyasî beriya ku ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin, armanc û daxwazên xwe ji Ajansa Welat (AW) re anîn ziman.

‘Em naxwazin êdî cenaze ji zindanan bên’

Muzeyyen Kortak diyar kir ku dilê dayikan tije ye û da zanîn ku ew naxwazin êdî dayik bi rastî zilm û zordariyan bên û got: “Ev du sal in pêvajoya aşitiyê didome, em dixwazin sozên ku dan serokê me bînin cih. Zindan bi girtiyên nexweş tije ne. Bangewaziya me li rayedarên dewletê bila dayikên ku bi salane zilm û zordariyê dibinin vala venegerînin. Dayikên ku tên Enqereyê çi ji destê wan bê amade ne ku bikin. Em nema êdî dikarin sebir bikin, em naxwazin êdî cenaze ji zindanan bên. Girtiyên ku ji bo ziman, welat û mafê xwe hatine girtin divê êdî bên berdan. Me ti carî ne li rêtî nekiriye, me dewleta kesî ne xwestiye. Em wekheviyê dixwazin. Baran be, berf be, kevir jî bibarin em ê li ber Meclisê bin heta ku sozên bi Serokê me re dane bînin cih.”

Muzeyyen Kortak

‘Heta ku Serok azad nebe ne Tirkiye ne jî Kurd azad dibin’

Medîne Kaymaz jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî ji bo aştiyê têkoşiyaye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tim ji bo aştiyê têkoşiya û me jî alikariya wî kir. Tişta ji destê wî tê hê jî dike, heta çek jî da şewitandin. Ji berê ve heqê wan nîne ku Serokê me di zindanê de bihêlin. Hem Serok bernadin û hem jî rêhevalên wî, poşmaniyê li tevan ferz dikin. Divê êdî Serok li nav gelê xwe bûna. Serok mala kesî xera nekiriye. Wan tişteke xerab bi serê kesî de neanî tenê doza çand, ziman û welatê xwe kirin. Em malê kesî naxwazin, çavê me ne li dewleta kesî ye em tenê mafê xwe dixwazin. Heta serokê me li wê giravê be, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku serok azad nebe ne Tirkiye ne jî Kurd azad dibin. Ji ber vê çi pêwîst be em ê bikin.”

Medîne Kaymaz

‘Em ji bo hemû gelan têdikoşin’

Şukriye Tûnç jî diyar kir ku daxwaziya wan a yekane aşitiyeke bi rûmet e û wiha axivî: “Daxwaziya me dayikan aştiyeke bi rûmet e. Em ne tenê ji bo Kurdan têdikoşin em ji bo Tirkan jî û hemû gelan têdikoşin. Gelên Tirkiyeyê jî û yê Kurdistanê bindest in. Lewma em dixwazin dayikên Tirkan jî destê xwe bidin destê me û ji bo aştiyê têbikoşin. Ev du sal in kes şehîd nakeve, em dixwazin wisa bidome. Me ev welat bi hev re ava kir lê tu mafê me nîne divê dawî li vê nêzikatiyê bê anîn.”

Şukriye Tunç

‘Ji bo pêkanîna aştiyê pêwîst e Serokê me bê berdan’

Leyla Yuksel jî destnîşan kir ku pêvajoya aşitiyê xitimî ye û ji bo çareserkirina vê yekê berê xwe dane Enqereyê û wiha axivî: “Aştî wekî ku xûya dike xitimî ye, em ji bo nexetime berê xwe didin Enqereyê. Zindanî di rewşeke xerab de ne. Ji bo pêkanîna aştiyê pêwîst e ku kesên di zindanan de bên berdan. Eger niyeta wan li aştiyê hebe, divê serê pêşî Serokê me bê berdan, wekî din aştî pêk nayê.”

Leyla Yuksel

‘Çek hatin şewitandin dewlet hîn li benda çi ye?’

Kerîme Evzen jî diyar kir ku tevî gelek bedel û êşa ku wan daye jî ew dev ji daxwaza aştiyê bernadin û ev yek anî ziman: “Pêvajoya Aştiyê gihîştiye astekê lê ev têra domandinê nake. Çek hatin şewitandin dewlet hîn li benda çi ye? Armanca me ya tekane aştî û wekhevî ye. Serê malê 3-4 şehîdên me hene lê em dest ji bangewaziya aştiyê bernadin divê qiymeta vê bangewaziyê bê zanîn. Em êdi naxwazin xwîn birije, wisa tu tişt naçe serî.”

Kerîme Evzen
Etîket: Dayikên Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Guh bidin dayikan’ derket

2 MIJDAR 2026
Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

1 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

1 MIJDAR 2026
Ji konferansê wêneyên dayikên laçik spî

Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû

30 COTMEH 2026
‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

‘Em ê ji bo Rêber Apo û girtiyan nobeta aştiyê bigirin’

30 COTMEH 2026
Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

29 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne