• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

WAN / AW

7 COTMEH 2026 - 17:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Kooperatîfa Jinan a Hevpar ku li Tuşbayê ji aliyê heft jinan ve hate damezrandin, yekemîn berhemên xwe bi berhevkirina sêv û givîjan bi dest xist. Berhemên yekem ên kooperatîfê ku Şaredariya Tuşbayê piştgiriyê dide, dê bi keda jinan veguherînin sirkeyê.

Kooperatîfa Jinan a Hevpar ku ji bo keda jinan û di jiyana aborî de xwedî cihekî xurtir bibin li Tuşbayê ya Wanê hatiye damezrandin, yekemîn berhemên xwe kom kirin. Di yekemîn komkirina berheman a kooperatîfê de, Hevşaredara Şaredariya Tuşbayê Xanê Akkoş, endamên meclisa şaredariyê û Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan li baxçeya sêvan a li taxa Xavisê bi jinan re hatin cem hev.

Hilberina kêda 25 salan

Baxçeya ku berhevdan lê hate kirin, berhema keda 25 salî ya hilberîner Zeynep Onay e. Li baxçeyê ku salên berê zeviyeke hişk û vala bû, îro darên sêv, hilûk û givîj tê de hêşîn dibin. Zeynep Onay diyar kir ku di avakirina baxçeyê de ji şaredariyê jî piştgirî wergirtine û got: “Ev baxçeya ku me ava kiriye li ser keda 25 salan e. Li vir tu tişt tune bû, zevî hişk bû. Me sêv, hilûk û givîj danî. Me serî li şaredariyê da û şitil wergirtin û niha berhemên van daran berhev dikin. Em ê bi van sêvên ku me ji baxçeya sêvan a me ji bo kooperatîfê berhev kirine sirkeyê çêbikin. Berê me sêvên xwe hişk dikirin û difirotin. Niha em ê di kooperatîfê de wan bikin sîrke.”

 ‘Armanca me ew e ku jin hem ji aliyê aboriyê de hem ji aliye civakî ve xurt bibin’

Hevşaredara Tuşbayê Xanê Akkoş anî ziman ku xebata pêkhatî tenê berhevkirina sêv û givîja nîn e û bal kişand ser girîngiya xuyakirin û dîtbariya keda jinan. Xanê Akkoş ev yek got: “Îro em bi kooperatîfa me ya ku bi keda jinan hatiye avakirin, hatin ku givîj û sêvan berhev bikin. Em dixwazin berhem neberbiçin û bi keda jinan bên nirxandin. Armanca me ya yekem ew e ku em sêvan di çêkirina sirkeyê de bi kar bînin. Lê armanca me tenê berhevkirina sêvan û çêkirina sirkeyê nîn e; armanca bingehîn a me ew e ku em bi jinan re hilberînin û keda jinan berbiçav bikin.  Dê di rojên pêş de kooperatîfê were vekirin û  armanc ew e ku jin hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî ve xurt bibin. Di  çarçoveya kooperatîfê de, ji bilî hilberîna sirkeyê, gelek xebatên wek hişkkirina fêkî û sebzeyan, hilberîna rûn ji givîjên xwezayî û nirxandina nebatên xwezayî bi hişkkirinê dê bêne meşandin. Ez bang li hemû jinên bajêr dikim ku tevlî kooperatîfa me bibin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

Navenda Çand û Hunerê ya Ariya hate vekirin

21 MIJDAR 2026
Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

Amedspor li sehaya xwe 2 û 0 têk çû 

21 MIJDAR 2026
Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd encamnameya civîna xwe eşkere kir

21 MIJDAR 2026
TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

21 MIJDAR 2026
Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

21 MIJDAR 2026
YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne