Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd, encamnameya civîna xwe ya ku bi beşdariya jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Silêmaniyê pêk anî, eşkere kir.
Di 20ê Mijdarê de li Silêmaniyê civîna Platforma Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd bi beşdariya nûnerên jinan, jinên siyasetmedar, aktîvîst û nûnerên rêxistinên jinan ên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hat lidarxistin. Di civînê de li ser pirsgirêkên jinan, geşedanên dawî û rewşa siyasî ya herêmê nêrîn hatin parvekirin. Her wiha xebatên xurtkirina yekitiya neteweyî ya jinên Kurd û amadekariyên 3yemîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd xalên sereke yên civînê bûn. Encamnameya civînê bi awayek nivîskî hat eşkerekirin.
Helwest û pêşniyarên civînê wiha ne:
“Em piştgiriyê didin parastina statuya makezagonî ya Herêma Kurdistanê ya Federal; wekî rêya tekane ya çareseriya pirsgirêk û krîzên navxweyî, em ji bo yekitiya gelê Kurd, zimanê diyalogê û vegera li sindoqên hilbijartinê dixebitin.
Em bi tu awayî nabin beşek ji parçekirina Herêma Kurdistanê; berevajî vê yekê, li ser bingeha hevpariya rastîn û mafê welatîbûnê, em piştgiriyê didin avakirina hikûmeteke berfireh, yekgirtî û demokratîk.
Wekî platformek ji bo mîsogerkirina mafên hemû gel û pêkhateyan, em piştgiriyê didin parastin û xurtkirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê.
Em piştgiriyê didin hewldanên çareseriya demokratîk ên li hemû parçe û herêman û bersivdayîna daxwazên gelê Kurd; em bang li civaka demokratîk û hemû hêz û aliyan dikin ku piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê.
Helwesta me ya derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê de zelal û neguhêrbar e; îsal li seranserê Îranê zêdetirî 700 kes hatin girtin û darvekirin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku platform ji bo rawestandina van cezayan û parastina jiyana wan helwesteke zelal û lezgîn nîşan bide.
Em teqezî li ser girîngiya koordînasyon û xebata hevpar a bi partiyên siyasî, kom û rêxistinan re dikin da ku hewldan werin yekkirin û nêzîkbûn di nêrînan de çêbibe.
Em bi tundî li dijî kuştina jinan, xwe şewitandinê û her cure tundiyê disekinin; em bi tu awayî razî nabin ku mafên jinan bibin qurbaniyên krîzên siyasî; berevajî vê yekê, li hemû parçe û herêmên Kurdistanê di bin şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de em ji bo pêşxistina jinan û berdewamiya destkeftiyan dixebitin.
Di oxira têkoşîn û daxwaza parastina maf û destkeftiyan de, wekî jinên Kurd em ji beşdar û platforman re radigihînin ku em piştgiriyê didin pêvajoya entegrasyona demokratîk.
Di vê civînê de di her qonaxê de piştgirî û hevgirtina hemû parçeyên Kurdistanê ya ji bo hevdu hat destnîşankirin:
-Ji bo yekitiya Kurdan serdana hemû partî û rêxistinên siyasî û lidarxistina civîneke berfireh.
-Amadekarî ji bo lidarxistina festîvala çand û hunerê di asta seranserê Kurdistanê de.
-Pêkanîna zincîreyeke mezin û berfireh a çalakiyan ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê.
-Zêdekirina xebat û têkoşîna li ser yekitiya Kurdan, di serî de li Başûrê Kurdistanê.
-Xebat ji bo amadekirin û lidarxistina Konferansa Kurd.
-Piştgirîdayîna gotara hevpar a di qada çapemenî û weşanê de di bin şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de.
Ji bo ku mafên yasayî yên jinên êzidî werin parastin û dadwerî pêk bê; divê ev sûc wekî komkujî werin naskirin, sûcdar werin cezakirin û ji bo jinên rizgarbûyî jî piştgiriya hiqûqî, tenduristî û psîkolojîk were dayîn. Her wiha divê li dijî tundiya zayendî û fîzîkî têkoşîn were meşandin, nêrînên şaş ên civakî yên li ser wan werin rakirin û li Şengalê hem ewlehiya wan û hem jî beşdariya wan a çalak a di siyasetê de were mîsogerkirin.
Di dawiyê de em careke din dibêjin ku yekitî û xebata hevpar a di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de, mîsogeriya herî bingehîn a parastina destkeftiyan û gihîştina aştî, azadî û demokrasiyê ye. Em hêvî dikin ku hemû alî bi berpirsiyariyeke dîrokî xwedî li van pêşniyaran derkevin û ji bo bicihanîna wan pêngavên berçav biavêjin.”












