Bihayê zêr li tevahiya cîhanê bihayê xwe zêde dike. Sedemên bihabûna zêr cuda ne lê yên herî girîng aloziyên siyasî û aborî ne.
Zêr ê wek razemeniyeke ewle û bi kar tê dîtin, her ku diçe bihayê xwe zêde dike. Di demên dawî de ji ber aloziyên siyasî, aborî û biryarên faîzê yên bankayên cîhanê û Amerîkayê, zêr hinek din bihayê xwe zêde kir.
Sedema herî girîng aloziyên siyasî ne
Dema ku şer derdikeve, alozî zêde dibin û metirsiya şer derdikeve holê gelek dewlet ji ber nediyarbûna rewşê razemeniyên xwe dikin zêr. Ji ber vê yekê, piştî gelek daxuyaniyên siyasî bihayê zêr di demeke kurt de bilind dibe.
Faîz û dolar jî diyarker in
Siyaseta Bankaya Navendî ya Amerîkayê (Fed) yek ji hêmayên sereke ya bihabûna zêr e. Ger faîz kêm bibe, zêr bi gelemperî bihayê xwe zêde dike. Ger faîz bilind bibe, gelek caran bihayê zêr kêm dibe. Di heman demê de, dema bihayê dolar kêm dibe jî zêr erzan dibe.
Enflasyon
Bilindbûna inflasyonê dibe sedem ku kes û saziyên darayî ji bo parastina berhemên xwe yên aborî bikin zêr dikirin. Di salên dawî de bankayên navendî yên gelek welatan zêrê xwe zêde kirin. Ev yek bi xwe jî dibe sedema zêdebûna bihayê zêrê.
Bandora siyasetê û daxuyaniyan
Bihayê zêr ne tenê bi daxuyaniyan bilind dibe an jî dadikeve lê ji ber encamên siyasetê bandor dibe. Ger daxuyanî metirsiyek mezin ên aborî, civakî, siyasî bihewînin bihayê zêr zêde dibe. Serokê Dewletyên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump duh li dijî Îranê gef xwar û anî ziman ku ew ê bersiveke tund bidin Îranê. Piştî daxuyaniya daxwaza zêr zêde bû û ev yek jî bihayê zêr zêde kir.
Bihayên nû yên zêr
Pisporên mijarê diyar dikin ku zêr ji ber aloziyên navneteweyî, faîz, enflasyon, nirxa dolarê û daxwaza zêr a bankayên navendî yên mezin bihayê zêr zêde dike.
Bihayê zêr ê onsê 0.4 zêde bû û bû 4 hezar 80 dolar.
Halê hazir bihayên zêrê wiha ne:
“Zêrê gramê: 6 hezar û 181 lîre
Zêrê çaryêk: 10 hezar û 124 lîre
Nîv zêr : 20 hezar û 248 lîre
Zêrê tam: 39 hezar û 778 lîre
Zêrê Komarê: 40 hezar û 310 lîre
Zêrê gremseyê: 99 hezar û 750 lîre
Onsa zêr: 4 hezar û 80 dolar.”













