Îsraîlê di 18ê Tebaxê de êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûr a li bakurê Sûriyeyê kir. Îsraîl ji Tirkiyeyê xwest dest ji havkariya artêşa Sûriyeyê berde. Tirkiyeyê jî bertek nîşanî êrişê da û anî ziman ku ew ê havkariya xwe ya bi Artêşa Sûriyeyê re bidomînin. Nûnerê Taybet ê DYAyê yê Sûriyeyê Tom Barrack ket dewrê û anî ziman ku êrişa Îsraîlê “gurkirineke nehewce” ye.
Îsraîlê şeva 18ê Tebaxê bi kêmanî heşt êrişên hewayî birin ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li rojhilatê Îdlibê. Di encama êrişan de balafirgeh û depoyên balafgehê zirar dîtin; li gorî daxuyaniyên rayedarên Sûriyeyê tu kuştî an birîndar nînin. Ev balafirgeha ku nêzîkî 10 salin çalak nedihat bikaranîn, di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelek caran di navbera aliyan de dest guhertibû.
Îsraîl: Sedema êrişê Tirkiye bi xwe ye
Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê ragihand ku wan êrişê di çarçoveya parastina statuya Îsraîlê de kiriye. Îsraîlê îdia kir ku wan beriya êrişê hişyarî dabû Sûriyeyê ku bicihbûneke wiha dê ji bo ewlehiya wan bibe gef, lê Şamê ev hişyarî li ber çavan negirtine. Herwiha Îsraîl da zanîn ku beriya êriş were kirin bi Tirkiyeyê re jî hevdîtinek veşartî hatiye kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên hevpar ên bi Artêşa Sûriyeyê re bi dawî bike.
Şeybanî: Nêta me nîn e em Tirkiyeyê mayînde bikin
Bi êrişê re alozî û gengeşiya di navbera Tirkiyeyê zêde bû. Berdevkê AKPê Omer Çelîk daxuyand ku dagirkerî bûye nasnameya Îsraîlê. Îsraîlê jî da zanîn ku êrişa wan ji bo Tirkiyeyê peyameke vekirî ye ji bo dest ji polîtîkayên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê berde. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad el Şeybanî derbarê mijarê de anîbû ziman ku nêta wan a Tirkiyeyê bi awaye mayînde li balefirgehê bidin sekinandin nîn e.
Tirkiye: Havkariya me ya bi Sûriyeyê re dê bidomin
Êriş nîşan dide ku alozî û nakokiyên li ser Sûriyeyê ya di navbera Enqere û Tel Avîvê de gihîştine qonaxeke nû. Tirkiye piştî rûxandina rejîma Beşar Esad, peywendiyên xwe yên leşkerî û siyasî yên li gel rêveberiya nû ya Sûriyeyê xurt dike. Li aliyê din, Îsraîl li dijî avakirina hebûna leşkerî ya nû ya Şamê û zêdebûna bandora Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê derdikeve. Têkildarî mijarê Tirkiye bertek nîşanî êrişa Îsraîlê da û daxuyand ku ew ê xebatên xwe yên xurtkirina Artêşa Sûriyeyê bidomîne.
Tom Barrack: Sorkirineke nehewce ye
Bi êrişa Îsraîlê re û daxuyaniyên hev sor dikin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ket dewrê û aloziyeke di navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê derveyî berjewendiyên xwe dibîne. Tom Barrack derbarê sorbûna aliyan navbeykarî kir û êrişa Îsraîlê weke ‘sorkirineke nehewce’ dît.
Alozî didome
Tel Avîv Tirkiyeyê bi êrişê re rasterast hişyar kir. Tirkiye jî bertek nîşanî êrişê da û daxuyand ku ew ê hevkariya xwe ya bi Artêşa Sûriyeyê re bidomînin. Duh jî Berdevkê AKPê Omer Çelîk, Serokwekîlê AKPê Efkan Ala û Cîgirên Serokê Giştî yê AKPê Faruk Acar û Kurşad Zorlu li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bertek nîşanî êriş û helwesta Îsraîlê dan. Xuya dike ku alozî dê ji ber berjewendiyên li hev nayên bidome.













