Wan – Lelîxan Ûlûca û Nîzamettîn Taş ku koçerên navçeya Xîzan a Bedlîsê ne, ev 30 sal in ji gundên xwe koçber bûne û hatine Wanê. Ew bi keda destê xwe xwêdana eniya xwe cotkariyê dikin û bajêr vediguherînin baxçeyên berhemdar.
Li çiya û gundên bakurê Kurdistanê çanda cotkarî û sewalkariyê hê jî zindî ye û beşeke sereke ya jiyanê ye. Lê belê piştî koçberiya ber bi bajaran ve ku piştî polîtîkaya dewletê ya gund şewitandinê gihişt lûtkeyê, ev çand kêm bûye û welatî di bajaran de bi karên cuda debara xwe dikin. Lê hin welatî jî di nava bajêr de çanda cotkariyê berdewam dikin û tev li jiyana bajarê nabin. Lelîxan Ûlûca û Nîzamettîn Taş ku koçerên navçeya Xîzan a Bedlîsê ne, ev 30 sal in ji gund û zozanên xwe veqetiyane û niha li Wanê cotkariyê dikin. Ew bi keda destên xwe, axa hişk a bajêr vediguherînin baxçeyên berhemdar, bi vî awayî têkiliya xwe ya bi xweza û koka xwe re diparêzin. Ev ne tenê hewldanek ji bo debara jiyanê ye, di heman demê de parastina çanda kevnar e.
Lelîxan Ûlûca û Nîzamettîn Taş li navçeya Payîzava, Taxa Bûzhane ya navçeya Rêya Armûşê û çend cihên din ên bajêr zevî kirê kirine û bi çandina bacanên sor (firingî), bacanên reş, îsot, fasûlî, zebeş, gundor, xiyar hwd. debara xwe dikin. Cotkaran 15 sal berê li navçeya Payîzava dest bi çandiniyê kirine û ev 3 sal in di nava bajarê mezin Wanê de jî çandiniyê dikin.
30 sal in çandiniya her cure zerzewat dikin
Cotkar Nizamedîn Taş anî ziman ku ew nêzîkî 30 sal in li herêmê çandiniyê dikin û her cure berhemên zerzewatê diçînin. Nîzamettîn Taş destnîşan kir ku ji ber şert û mercên aboriyê ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Mesref pir zêde ye; gubre biha ye, mazot biha ye, tov biha ye û ji xwe kirê jî biha ye. Em heqê keda xwe nastînini lê dîsa jî em berdewam dikin. Beriya her tiştî, zirar û ziyan her dem pir zêde ye. Ji bo hilberînê gubre û mazota ku em dikirin pir giran e, tovê gundor (petêx) û firingiyan gelekî biha ye. Ev rewş barê cotkaran girantir dike. Sedema vê yekê jî ew e ku alîkarî ji cotkaran re nayê kirin.”
‘Pêdivî bi koperatîfan heye’
Cotkar Nizamedîn Taş derbarê çareseriya van pirsgirêkan û bandora tunebûna polîtîkayên piştgiriyê de ev yek anî ziman: “Heke koperatîf hebûna û ji aliyê dewletê ve bihayekî taban (guncav) bihata diyarkirin, cotkar zirar nedikirin. Lê di vê rewşê de berhemên me bi 4-5 lîreyan diçe. Di heman demê de sermiyana vî karî 200-300 hezar lîre ye. Gava mirov zirarê dike, ew qas pere ji kîsê mirov diçe.”
‘Tu kar bê zehmet nîne’
Cotkar Lelîxan Ûlûca jî bal kişand ser zehmetiya kar û got tevî zehmetiyan jî ew karê xwe dikin. Lelîxan Ûlûca anî ziman ku ew bacana sor, bacana reş, îsot, fasûlî, zebeş, gundor, xiyar û hwd. diçînin û ev tişt anî ziman: “Serê biharê bihayê zerzewatan giran e, heta berhemên me çêdibin, biha dikeve. Tevî zirarê jî em karê xwe didomînin. Di cotkariyê de karê herî zehmet eşêfkirin e û binkolkirina berheman e. Lê tu kar bêzehmetî nabe, jixwe kar tune ye û em neçar in ku jê razî bin.”
Lelîxan Ûlûca bal kişand ser nebûna karkeran û diyar kir ku ew pereyekî baş jî didin lê karker peyda nabin.



















