Wan – Nivîskar Kadîr Kiliç û welatiyê ji Geliyê Zîlan Seyîtxan Telek, bal kişandin ser qirkirina sala 1930an a li Geliyê Zîlanê û diyar kirin ku piştî komkujiyê bi polîtîkayên qedexekirin û asîmîlasyonê bîra civakî hatiye xitimandin. Nivîskar û welatî dan zanîn ku li gel sed sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî êş her zindî ye û xelkê herêmê ji bo edalet pêk were, ne li pey tolhildanê ye lê li pey ronîkirina heqîqetê û rûbirûbûna dîrokê ye.
Dîroka Komara Tirkiyeyê jî wekî dîroka gelek netewedewletan li ser komkujî, bişaftina gel, netewe û baweriyan hatiye honandin. Di dîroka netewedewleta Tirkiyeyê de jî yek komkujiya ku li ser gele Kurd hatiye pêkanîn jî komkujiya Geliyê Zîlanê ye. Geliyê Zîlan herêmeke berfireh a navçeya Erdîşê ya Wanê ye.
Di vê komkujiyê de dewleta Tirk gelê Kurd ji zarokên di pêçekê de bigire heta kal û pîran bi hezaran kes qetil kir. Li gorî çavkaniyên fermî yên wê deme zêdetirî 15 hezar kesî hatine qetilkirin. Rojnameya Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16ê Tîrmeha 1930an de ji bo komkujiyê gotibû; “Hejmara qaçaxên ku di tevgera Zîlanê de hatine tunekirin ji 15 hezaran zêdetir e. Tê texmînkirin ku tenê li pêşberî yekîneyekê hezar kes mirine. 5 serhildêrên ku ji Geliyê Zîlanê reviyabûn jî teslîm bûn. Şerê li vir bi şêwazekî pir dijwar qewimî, Geliyê Zîlanê heta ber dev bi cesedan tije bû.” Di raporeke fermî ya ji bo Serfermandariya Giştî ku hatibû amadekirin de jî hejmar nêzî 15 hezar kesî tê diyarkirin.
Sûcên xwe vedişêrin
Li gorî lêkolînerên Kurd, şahidên komkujiyan hejmara qurbaniyan nêzî 50 hezarî ye û hemû dewlet jî sûcên xwe vedişêrin, rastiyan berovajî dikin, hejmara insanên ku qetilkirine heta ji deste wan tê kêmtir nîşan didin.
Di dema komkujiyê de leşkerên artêşa Tirk zêdetirî 40 gundên Kurdan jî dişewitînin û kavil dikin. Hemû heywanên gundiyan tên desteserkirin û mal û milkên wan tê talankirin. Navên hin gundên ku hatine şewitandin û valakirin, ev in: Exis, Şarbazar, Dogançi, Tendurek, Çakirbeg, Yilanli, Babazeng, Sor, Şorik, Murşut, Mescitli, Karakilis, Kunduk, Zorava, Aryutin, Xallackoy, Yukari Koçkopru, Aşagi Koçkopru, Kuruçem, Milk, Yekmale, Kilise, Koşk, Aşagi Partaş, Yukari Partaş, Bunizi, Pelexu, Kerx, Sogutlu, Mixare, Ordogan, Kelle, Hostekar, Sivarkoy, Kizilkilîse, Ziyaret, Herişo, Gomik, Şeytanava, Birhan, Cergeşin, Papişkîn, Komir, Hesenevdal, Xarxus, Erşat, Karamelîk, Şereflî, Meral.
Qedexe 20 salan berdewam dike
Piştî komkujiyê, kesên ku sax rizgar dibin an jî li gundên derdorê bûn, tên mişextkirin. Ev pêvajo bi qanûnên mîna Kanuna Îskanê (Qanûna Bicihkirinê) hate birêvebirin. Bi hezaran Kurdên ji herêma Erdîş û Geliyê Zîlanê ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê (mîna herêmên wekî herêma Ege, Trakya û Anadoluya Navîn) ve hatin mişextkirin. Hejmara kesên ku hatine mişextkirin bi deh hezaran kes e. Piştî komkujiyê, herêma Geliyê Zîlan weke “Herêma Qedexekirî” tê ragihandin. Qedexeya fermî û hişk a têketina Geliyê Zîlan heta sala 1950î berdewam dike. Heta sal 1950î destûr nedihat dayîn ku kes bikeve gelî an jî li wir bi cih bibe.
Di salên 1980yî de (bi taybetî piştî sala 1982yan), dewletê hinek koçberên ji Afganistanê (Tirkên Qirgiz/Asyaya Navîn) anîn û bi armanca guhertina demografiya herêmê li hinek gundên Geliyê Zîlan (mîna gundê Şereflî/Ulupamir) bi cih kir.
Nivîskar Kadîr Kiliç û welatiyê ji Geliyê Zîlan Seyîtxan Telek derbarê vê komkujiya herî hovane ya destpeka salên Komara Tirkiyeyê ya li ser gele Kurd de axivîn.
‘Serhildana Geliyê Zîlan berdewamiya tevgera Şêx Seîd e’
Nivîskar Kadîr Kiliç bal kişand ser avakirina Komara Tirkiyeyê û diyar kir ku komar li ser bingeha înkarkirina gelê Kurd hatiye avakirin û wiha got: “Gelê Kurd piştî salên 1920an zanibû ku ev komar li ser tunebûna wan hatiye avakirin û ji bo mafên xwe neçar ma ku dest bi têkoşînê bike. Em dikarin bêjin ku Serhildana Geliyê Zîlan berdewamiya tevgera Şêx Seîd e, tevgera Şêx Seîd ku dest pê kir, derbasî Agiriyê bû û ji Agiriyê jî derbasî Geliyê Zîlan bû. Piştî bûyeran, nêzî bîst salan ev herêm li ser mirovan hat qedexekirin. Dema ku hat qedexekirin, bandoreke mezin a asîmîlasyonê li ser gelê Zîlanê hat meşandin; gel ji axa xwe û ji zimanê xwe hat qetandin.”
‘Ew êş nehatiye jibîrkirin’
Kadîr Kiliç destnîşan kir ku piştî qedexe rabû û gel dîsa vegeriyaye ser axa xwe, ew bandora asîmîlasyonê careke din berdewam kir û wiha axivî: “Ew êş û elema ku 96 sal berê qewimiye, heta îro berdewam kiriye. Di dil û hişê gelê Geliyê Zîlan de xwe hilgirtiye û berdewam dike. Ew êş nehatiye jibîrkirin, lê ev êş nayê wê maneyê ku em wekî xelkê Geliyê Zîlan, ku ez bixwe jî xelkê Geliyê Zîlanê me li pey tolhildanekê bin. Îro xelkê Geliyê Zîlan li pey heqîqetê ye. Xelkê Geliyê Zîlanê dibêje ku ev komkujiya ku hatiye veşartin, bila heqîqeta wê derkeve ronahiyê. Mesele hemû ew e ku em bi heqîqeta Geliyê Zîlan re rûbirû bibin. Ji bo ku em bizanibin ev komkujî ji bo çi hatiye serê gelê Kurd, divê em wê hişmendiyê her dem berdewam bikin.”
‘Her malekê du heb esker anîn û xistin mala wan’
Welatiyê ji Geliyê Zîlanê Seyîtxan Telek jî destnîşan kir ku tiştên ew ji bav û kalikê xwe bihîstiye vegot û wiha got: “Kalikê min Ahmedê Elî, xelkê Pêrtaxê bû. Berê li Şorik û Birşûtê bûne, paşê çûne Pêrtaxê. Wê demê bûyer li derdora qereqolan belav kirine; ji xwe serhildan di serdema Kor Hisên Paşa û Îbrahîm Paşa de dest pê kiribû. Gava Qereqola Hesen Evdal belav kirin, her malekê du heb esker bi cihkirine.”
‘Sibê her kes malbata xwe kom dike û têne wê derê’
Seyîtxan Telek anî ziman ku rojekê fermandarê wê demê gazî hemû muxtaran dike û wan li cihekî kom dike û got: “Ji wan re dibêje ‘Sibê her kes divê malbata xwe hilde û bîne vî cihî’. Armanca wan pêkanîna komkujiyê ye. Çaxê muxtar belav dibin, ji her muxtarekî re pakêteke cixareya eskeriyê didin. Di nav wan de leşkerekî Kurd ê xelkê Agiriyê heye, gava dibîne cixarê didin wan, ji mixtarekî re dibêje ‘Çiqas cixare dan we, dê sibê ew qas ji we mêran bikujin’. Lê dîsa jî muxtar fam nake û vedigere gund. Welhasil, sibê her kes malbata xwe kom dike û têne wê derê.”
‘Gulê tu here lawik hilde…’
Seyîtxan Telek da zanîn ku kalikê wî her tim ji wan re behsa komkujiyê dikir ku da ew rastiyê bizanibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bavê kalikê min, ji xwişka xwe Gulê re dibêje ‘Gulê, tu her du kurên min hilde û herin nava daristanê’. Wê demê daristan pir gur bû. Gulê diçe wir, lê her du kurên wî jî bi xwe re hildide û vedigere, dibêje ‘Ez ê herim çi bikim?’ Di wê navberê de, leşker dor li wan digirin û bi çekên giran wan gulebaran dikin.”



















