• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Geliyê Zîlan bang kirin: Divê dewlet arşîvên xwe veke

Wan / AW

13 TÎRMEH 2026 - 16:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di 96emîn salvegera Komkujiya Geliyê Zîlanê de, li navçeya Erdîşê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang li dewletê hat kirin ku arşîvên xwe veke û hat gotin ku heta dewlet bi Kurdan re rûbûrû nebe nikere aştiyê ava bike.

Bi munasebeta 96emîn salvegera Komkujiya Geliyê Zîlanê, Tevgera Jinen Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) yên Erdîşê ya Wanê, li gundê Ada Xêybê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku pankarta ‘Komkojiya Geliyê Zîlan ji bîr nekin da ku nebe dîsan’ hat vekirin de, metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Erdîşê Yasemîn Agaoglu ve hat xandin. Parlamenterê Wanê Mahmut Dîndar, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Yasemîn Agaoglu di daxuyaniyê de bal kişand ser dîrok û birîna kûr a komkujiyê û diyar kir ku Komkujiya Zîlan ne tenê rûpeleke raboriyê ye, parçeyekî hafizeya hevpar e. Yasemîn Agaogluyê destnîşan kir ku rûbûrûbûna bi êşên rabirdûyê re, lêkolînkirina azad a bûyerên dîrokî û parastina hafizeya civakî berpirsyariya herî bingehîn a civakeke demokratîk e.

Yasemîn Agaoglu her wiha da zanîn ku ji bo nehiştina êşên bi vî rengî, divê gavanên qanûnî yên ji bo ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, demildest werin avêtin.

‘Dewlet bila arşîvên xwe veke’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar axivî û diyar kir ku dema îro li van çiyayan dinêrin, komkujiya 96 sal berê tînin bîra xwe û dilerizin.

Dîndar destnîşan kir ku dewletê bêyî ku bibêje zarok, jin an pîr, pêncî hezar Kurd di komkujiyê re derbas kirine û mixabin îro jî heman hişmendî berdewam dike.

Mahmut Dîndar destnişan kir ku Kurd qet vê qirkirinê ji bîr nakin û diyar kir ku divê dewlet demildest bi Kurdan re rûbûrû bibe û wiha got: “Dewlet divê bi Kurdan û birêz Ocalan re rûbûnrû bibe û ev kesên ku komkujî kirine werin darizandin. Van çiyayan têra xwe komkujî dîtin. Hûn heta bi van komkujiyan re rûbirû nebin nikarin aştiyê ava bikin. Em li pişt pêvajoya ku birêz Ocalan daye destpêkirin in û divê dewlet li gorî vê yekê gavan biavêje.”

Piştî daxuyaniyê girseyê derbasî cihê ku komkujî lê qewimiye, bû û gulên sor danîn ser axê û paşê ji bo temaşekirina sînevîzyonê derbasî avahiya DEM Partiyê ya Erdîşê bû.

Etîket: Geliyê ZîlanKomkujiya Geliyê Zîlan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

14 TÎRMEH 2026
Lehengekî serhildêr: Keremê Elî

Lehengekî serhildêr: Keremê Elî

26 HEZÎRAN 2025
Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

24 HEZÎRAN 2025
Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

Ji Geliyê Zîlan heta niha têdikoşin: Hêvî dikim aştî pêk bê

21 HEZÎRAN 2025
Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

27 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne