• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

Daristan Pala / AW

9 HEZÎRAN 2026 - 09:57
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Mûş – Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz anî ziman ku ji bo civakeke azad, mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di parastinên xwe de diyar kiriye, divê têkiliya jin û mêr li ser esasên modernîteya demokratîk ji nû ve bê avakirin.

Di dîroka Kurdistanê de, polîtîkayên ‘şerê taybet’ ne tenê bi operasyonên leşkerî tê zanîn, di heman demê de ev ‘şerê taybet” weke şerê psîkolojîk, civakî û çandî ye ku armanca dike hişmendiya azadiyê hilweşîne û têk bibe. Hedefa herî mezin a vî şerî jin û ciwan in, ji ber ku jin û ciwan parêzvanên çand, ziman û hebûna civakê ye. Îro li bajarên mîna Mûş, Colemêrg, Şirnex û Wanê, ev şer bi rêya torên çeteyan yên di bin navê “têkiliyên dildariyê” de tê birêvebirin û jinên ciwan dixin nav torên karên qirêj û fetisandî. Li dijî van polîtîkayên rizandinê, parastineke asayî têrê nake. Mîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parastnameya xwe de diyar kiriye, çareserî di paradîgmaya ‘Modernîteya Demokratîk’ de ye. Li gorî vê, azadiya civakê tenê gava ku têkiliya jin û mêr li ser esasên wekhevî, ekolojî û azadiyê ji nû ve ava bibe pêkan e.

Parlamentera DEM Partiyê ya Muşê Sumeyye Boz derbarê polîtîkayên şerê taybet ya li ser jinan tê birêvebirin de axivî.

‘Armanca vî şerî ew e ku civak û çandê ji hundir ve birizîne’

Sumeyye Boz bal kişand li ser pênaseya şerê taybet û diyar kir ku îro li her derê Kurdistanê ev şer tê dîtin. Sumeyye Boz destnîşan kir ku şerê taybet amûrên cur bi cur bi kar tîne û got : “Carna ev amûr berbiçav in û tên dîtin, lê carna jî pir sîstematîk, rûpoşkirî û veşartî ne. Talûke û xetereya herî mezin jî ev veşartîbûn e. Armanca vî şerî ew e ku civak û çandê ji hundir ve birizîne, hişmendiya rêxistinbûyînê bide qedandin û yekîtiya civakî xirab bike. Ev hilweşîn bi taybetî li ser jiyana ciwan û jinan, di warê civakî, polîtîk û exlakî de xwe nîşan dide.”

‘Tu lêkolîn û lêpirsîn nayên kirin’

Sumeyye Boz diyar kir ku di bin navê ‘têkiliyên dildarî’ de dixwazin jinên ciwan bikşînin nav torên fihûş û çetetiyê û wiha pê de çû: “Di nav van çeteyan de cerdevan, polîs an jî kesên ku di saziyên dewletê de cih digirin hene. Lê belê li ser van kesan tu lêkolîn û lêpirsîn nayên vekirin, berevajî vê yekê, wekî ku bên xelatkirin bêceza tên hiştin. Bêguman ev bêcezakirin bi xwe polîtîkayeke mezin e. Gava mirov di çarçoveya şerê taybet de li herêmên weke Colemêrg, Şirnex û Wanê dinêre, gava ev çete tên deşîfrekin, mirov wê wêneya sîstematîk pir zelaltir dibîne. Heger kesên ku navê ewlehiyê bi kar tînin an jî cerdevan di nav van toran de hebin, ev yek nîşan dide ku her tişt sîstematîk û plankirî ye.”

‘Mirina jinekê ne asayî ye’

Sumeyye Boz destnîşan kir ku di vê mijarê de kuştina jinan û mînaka Gulistan Doku pir girîng e û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dema ku mijara Gulistan Doku derket holê, xwestin weke întîhar an jî windabûneke bi daxwaza wê serwîsî gel bikin û vê baweriyê bidin avakirin. Di bûyera Rojîn Kabaîş de jî heman tişt kirin û xwestin weke întîharê pênase bikin. Lê di encama otopsî û lêpirsînê de DNAya du kesên cuda derket holê. Gelo ev DNAya kî bû û bi kî re hatin berhevkirin? Ev hemû pirs hîn jî bêbersiv in. Em baş dizanin ku dema agahiya mirina jinekê tê, çi jê re bêjin întîhar çi jî mirineke asayî ew qet ne bûyereke asayî ye. Ew encama tundiya mêrsalarî, sîstemê û polîtîkayên şerê taybet e.”

‘Di nav salekê de gelek bûyer li Mûşê qewimîn’

Sumeyye Boz bal kişand ser bûyerên herî dawî yên ku li Mûşê qewimîne û got “Mînaka herî dawî li Mûşê xwe nîşan da. Di nav salekê de gelek bûyerên întîhar û kuştina jinan çêbûn û tundiya civakî gihîşt lûtkeyê. Doza Yasemîn Dûrbak, Mizgîn Gungor, Zeynep Kaymaz, Hemdiye Karakaya û Ayşe İnciol çend sal in ji aliyê me ve tên şopandin. Ev tenê yên berbiçav in, lê xwedê dizane çendîn mirinên bi guman hene ku hewceyî lêkolînê ne lê agahiya me jê nîne. Ji ber vê yekê, têkoşîn, hevgirtin û piştgiriya jinan mijareke jiyanî ye. Di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Azad, her wiha li Mûşê polîtîkayên jinan ên şaredariyê û buroyên mafên jinan ên baroyê van dozan bi hev re dişopînin.”

‘Li dijî van kiryaran jiyaneke demokratîk, hevpar û azadiya jinan şert e’

Sumeyye Boz anî ziman ku li dijî van kiryaran, avakirina hişmendiyeke nû, jiyaneke demokratîk, hevpar û azadiya jinan şert e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkiliya jin û mêr tenê gava li ser esasên demokratîk ava bibe, jiyana azad û modernîteya demokratîk pêkan dibe. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di parastinên xwe de paradigmaya modernîteya demokratîk pir berfireh vekiriye. Ev mijar bi tevahî civakî, ekolojîk û mijara azadiya jinê ye; her tişt bi hev ve girêdayî ye. Heger em civakeke azad û demokratîk dixwazin, divê em destpêkê têkiliya jin û mêr li ser esasên wekhevî û azadiyê ji nû ve ava bikin.”

Etîket: Daristan PalaModernîteya DemokratîkParlamentera DEM Partiyê Sumeyye Bozşerê taybetSummeye Boz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

Li Bazîdê hevdîtina jinan: Tenê bi nêrîn û fikra mêran aştî nabe

22 HEZÎRAN 2026
Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

10 HEZÎRAN 2026
Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

8 HEZÎRAN 2026
Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

Ciwanan li dijî şerê taybet bername li dar xist

7 HEZÎRAN 2026
Jinan li Wanê rêbazên têkoşîna li dijî şerê taybet nîqaş kirin

Jinan li Wanê rêbazên têkoşîna li dijî şerê taybet nîqaş kirin

7 HEZÎRAN 2026
Li Wanê serferberiya paqijiyê hate destpêkirin: Paqijî berpirsyariya tevahiya civakê ye

Li Wanê serferberiya paqijiyê hate destpêkirin: Paqijî berpirsyariya tevahiya civakê ye

13 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne