Koçberkirin, sirgûn, tinekirina şop û bîranînên torên civakî, ji bo jiholêrakirina çanda civakekî rê û rêbazên herî demdirêj û xeternak in. Ev xeternakî jî niha li taxa Fîskyayê ya Amedê bi destê çeteyan dixwazin civakê bi madeyên hişbirê jehrî bikin û her tiştên li dijî çand û ehlaqên civakê berbelav bikin, da ku rastî û rêxistinbûna civakê ji holê were rakirin.
Komara Tirkiyeyê ji roja avakirina xwe ve heta îro li ser bingeha asîmîlasyon û tunekirina gelê Kurd û netewên din vê rê û rêbazê bi kar anî ye. Di her sirgûn û koçberiyê de her çiqas Kurd ji bo asîmile nebin, ji bo çanda xwe ji bîr nekin li ber xwe dabin jî lê bandora sirgûn, koçberî û ji cih û warên xwe bûyînê li ser her nifşên nû kir. Bi taybetî ji gundan ber bi bajaran ve koçberbûn bandoreke neyînî li ser civakê kir. Lê gelê Kurd ku xwedî çandeke kevnar e, li bajaran jî hewl dan xwe û nasnameya xwe biparêzin. Ji ber vê yekê Kurdên sirgûn û koçeber her tim xwe ne li navenda bajêr li derdorên wê bi cih kirin û bi vî awayî heta astekî karibûn xwe biparêzin.
Ji destpêka avakirina komarê heta salên 80yî yanî heta derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd her tim bi hincet û sedemên cuda ji cih û warên xwe hatin kirin û koçber bûn. Lê ji salên 80yî şûn ve jî Kurdan vê carê bi rêya valakirin û şewitandina gundan ji cih û warên xwe bûn û piranî sirgûnî metropolên Tirkiyeyê bûn. Kurdên ku berê xwe nedan metropolên Tirkiyeyê û li bajarên bakurê Kurdistanê bi cih bûn jî ji bo zêde tev li jiyana li bajar nebin xwe li derdorê bajaran bi cih kirin û jiyana xwe ya gund li wan deran domandin.
Sirgûnî û koçberiyê xwe li Fîskayayê kişand
Yek ji van cihên ku ji Kurdên hatine koçberkirin û ji wan re bûye stargeh semta Fîskayayê ango Binêqeyê ya Amedê.
Fîskaya hem ji hêla dîroka xwe ya kevnar ve hem jî ji hêla jîngehî ve, yek jê cihê sereke yê Amedê ye. Lê herêm piştî salên 90î di encama valakirin û şewitandina gundan de teşeya xwe digire. Hem teşeya xwe ya siyasî hem jî teşeya xwe ya çandî digire. Piranî xwecihên Fîskayayê piştî salên 80ê û 90î di encama zilm û zextên dewletê û valakirin û şewitandina gundan de xwe li wir bi cih kirine. Ji ber vê yekê xwedî nasnameyeke siyasî ye jî. Kesên ku li Fîskayayê bi cih bûn her yek ji wan li herêmek cuda ya Amedê bûn. Xwedî taybetmendiyên cuda, çandên cuda û serpêhatiyên cuda bûn. Lê zilm û zordariya dewletê, hemû van taybetmendiyên cuda li Fîskayayê anî gel hev. Û ji van cudahiyan jî xwecihiyên Fîskayayê derket holê.
Piştî şewitandin û valakirina gundan Fîskaya tije bû
Lê zextên dewletê li Fîskayayê jî li ser xelkê berdewam kir. Dewlet li vir jî dev ji wan berneda. Ji ber dewlet bi valakirin û şewitandina gundan û her wiha koçberkirina wan xwest civakbûna wan, çanda wan û nasnameya wan bide jibîrkirin û tunekirin. Lê tiştê ku dewlet difikirî piranî pêk nehatin û vê carê bi rê û rêbazên cuda xwest civakbûna li Fîskayayê belav bike.
Li Fîskayayê heta salên 2010an zextên siyasî pir pir zêde bûn lê bi taybetî piştî sala 2015an ji bo belavkirina wê civakbûnê hêza xwe da ser Fîskayayê. Bi destê hêzên dewletê hem firotin hem jî bikaranîna madeyên tiryakê ango hişbirê zêde bû, çetebûn derket holê û ciwan ber bi wan torên çeteyan ve hatin kişandin. Derveyî vê di bin navê bajarvaniyê de gelek xaniyê wir hatin xirakirin û gelek kes dîsa neçarî koçberiyê bû. Lê niha ji ber zêdebûna firotin û bikaranîna tiryakê û şebekeyên çeteyan, şêniyên Fîskayayê bêzar bûne û her çiqas naxwazin jî vê carî ji bo parastina zarokên xwe ew bi xwe dev ji taxa xwe berdidin.
Kamera tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!
Niha li Fîskayayê firotin û bikaranîna tiryakê di asta herî jor de ye, çetebûyîn gelek zêde ye û ev tişt jî hemû di bin çavdêriya hêzên dewletê de tê kirin. Ji ber li Fîskayayê hema bêje cihên ku mobese lê tine be, nemaye. Li ser her dîrekek li Fîskayayê du sê kamera hene, li her kolan û taxan kamera hene û di bin çavderiya ewqas kamerayan de ev kirinên li dijî çanda civakê, tên kirin. Hêzên dewletê di dema firotina tiryakê û şerên çeteyan de ne li wir e û naxwazin tiştên li wir dibin, bibîne lê dema şêniyeke taxê behsa ziman, çand û Kurdbûna xwe dike hemû hêzên dewletê dikarin Fîskayayê dorpêç bikin.
Polîtîkayên şerê taybet
Şêniyê taxê yên ku nexwestin navê xwe bidin, derbarê rewşa ku niha Fîskaya têde ye ji ajansa me re vegotin.
Şêniyên taxê diyar dikin ku berê li Fîskayayê civak aramtir û dilrihet bûye lê niha ew aramî û dilrihetî nemaye û vê yekê tînin ziman: “Ji hêla din ve di heyamên berê de mekanîzmayên otorîteya civakî û bandora mezinan di asteke diyar de di meriyetê de bûn û kontrola civakî dihat dabînkirin. Ji bo me, hawîrdora ku ciwan û zarokên me lê mezin dibûn ji aliyê ewlehiyê ve di asteke pê bawer de bû. Lê belê, bi derbasbûna demê re, polîtîkayên taybet ên dewletê li ser Fîskayayê hûr bûn. Di encama van polîtîkayan û xisûsên mîna betaliyê de, di nav ciwanan de diyardeyên mîna çetebûn, meylkirina li ser bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir kûr bûn. Her wiha tundî û dengê çekan li herêmê bûye diyardeyeke rojane û rûtîn. Ji ber vê nearamiyê, kesên ku derfetên wan ên aborî hene ji taxê koç dikin; xwediyên milk an jî malan ji ber vê bêçaretiyê, rûxandina avahiyên xwe wekî çareserî dibînin.”
Xelkê taxê li benda çareseriyê ye
Şêniyên Fîskayayê anîn ziman ku wek şêniyên taxê li ser çareseriyê difikirin lê çareseriyek wisa ya mayinde peyda nekirine û wiha gotin: “Di pêvajoyên berê yên Fîskayayê de bandor û koda exlaqî ya Tevgera Azadiyê hebû lê di encama polîtîkayên şerê taybet de ev yek zêde nema ye. Bikaranîna madeyên hişbir di nav ciwanan de wekî diyardeyeke berfireh belav bûye û hemû malbat di nav fikarên kûr de ne. Li gel vê yekê, mekanîzmayeke sazûmanî ku mudaxileyî van pirsgirêkan bike û çareseriyên domdar bibîne tune ye. Fîskayaya berê winda bûye; ev tabloya heyî sedema hevpar a fikar û giliyên civakê ye û civak li benda çareseriyê ye.”
Niha ne tenê li Fîskaya li gelek taxên bajarên bakurê Kurdistanê ku bi welatparêzî û serhildanên xwe tên nasîn, bi firotin û bikarîna tiryakê û çetebûnê di asta jor de ye û ev yek di bin çavdêriya sazî û dezgehên dewletê de pêk tê.













