• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

    Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

    Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

    Ew tenê ne şervanek bûye wêjehez û dildarê welatê xwe bûye

    Ew tenê ne şervanek bûye wêjehez û dildarê welatê xwe bûye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 20ê ÎLONA 2026an

    Li Merîwanê salvegera şoreşa “Jin Jin Azadî” hate pîrozkirin

    Li Merîwanê salvegera şoreşa “Jin Jin Azadî” hate pîrozkirin

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

    Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Cîhad Îsa El Şêx re civiyan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Omer Demîr / AW

20 ÎLON 2026 - 09:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Li Tirkiyeyê bi salan e şerê taybet di asta herî jor de tê kirin. Di hedefa şerê taybet de niha jî zanîngeh hene. Wezareta Karên Navxwe derbarê zanîngehan de giştînameyek ji zanîngehan re şand. Li gorî giştînameyê xwendekar wekî “sûcdar” û zanîngeh jî wekî “hêlîna sûcdariyê” tê dîtin.

Beriya ku zanîngeh dest bi perwerdehiyê bikin di 11ê Îlonê de Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji Muduriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, Wezareta Ciwan û Werzişê, Saziya Perwerdehiya Bilind (YOK) û walîtiyên 81 bajaran re giştînameyekî şand. Giştîname ji 17 xalan pêk tê û xebatên siyasî yên xwendekaran weke “sûc û provakasyon” di vê giştînameyê de hatiye pênasekirin. Di giştînameyê de hatiye xwestin ku li dijî xwendekaran bi hinceta “sûc û provakasyonan” polîs û leşker li zanîngehan tedbîrê bigirin.

Polîtîkaya şerê taybet

Li Tirkiyeyê di salên dawî de êdî polîtîkaya şerê taybet derketiye asta herî bilind. Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de bi operasyon, êriş, girtin, zext û îşkenceyê kes, kom, sazî an jî civak tê krîmînalîzekirin. Dewlet bi vê amûrê dixwaze propagandaya xwe bike û kes di warê azadiya ramanê û xwerêxistinêkirinê de li pêş nekeve. Li gorî vê giştînameya navborî çalakiyên ciwanên zanîngehan weke “propagandaya rêxistinê” tê dîtin û tê xwestin ku pêşî li xebatên ciwanan were girtin. Li gorî vê giştînameyê jî armanc û hedefa Wezareta Karên Navxwe ya derbarê xwendekaran de jî xwe eşkere dike. Wezareta Karên Navxwe jî bi peyvan weke, “teror”, “sûc” û “propagandayê” dixwaze rêxistinkirina ciwanan krîmînalîze bike.

Zanîngehan dê veguherînin qereqolan

Li Tirkiyeyê beşa herî bi dînamkîk ciwan in û ciwanan her dem pêşengiya civakê kiriye û li dijî neheqiyê li ber xwe dane. Ji ber van sedemên mafdar ciwan her tim ji aliyê dewletê ve bûne hedef. Giştînameya dawî ya Wezareta Karên Navxwe jî hedefgirtina ciwanan radixe ber çavan. Wezaret bi 17 xalên vê giştînameyê dixwaze zanîngehan bike weke “girtîgehê” û xwendekaran jî weke, “sûcdar” bibîne. Wezaret bi vê giştînameyê hewl dide sînyala pêşîlêgirtina çalakiyên xwendekaran bigire û zanîngehan veguherîne qereqol û biryargehên leşkerî.

Dixwazin xwendekaran bi şev û roj dorpêç bikin

Wezareta Karên Navxwe di nava zanîngehan de jî dixwaze tedbîr werin girtin. Li gorî daxwaza wezaretê, wezîfedarên ewlehiya taybet ên qada perwerdeyên bi navê “Bi civakê re têkilî, ragihandin, ji bûyerên civakî re mudaxile, psîkolojiya kom û kontrola hêrsê” tedbîrê bigirin. Ev yek bi eşkere xwe dide nîşandan ku perwerdehiyê dikin sedema şerê psîkolojîk. Wekî din Wezareta Karên Navxwe dixwaze ku di nava kampusên zanîngehan de kamera-mobese werin bicihkirin û her der were dîtin.

Wezaret bi vê giştînameyê dixwaze ku derbarê rêxistinên ciwana û çalakiyên ciwanan de agahiyên îstîxbaratê werin berhevkirin. Hesabên medyaya dîjîtal werin şopadin. Bi van kirinan tê xwestin ku li ser ciwanan her dem çavek hebe û ciwan ji bilî kontrola erkdarên şerê taybet gav jî nikaribin biavêjin.

Astengkirina vekirina standan

Her sal dema ku zanîngeh vedibin kom, grûp û rêxistinên ciwanan di nav zanîngehan de rojên danasînê li dar dixin. Di rojên danasînê de stand tên vekirin û danasîna kom, grûp û rêxistinan tê kirin. Vekirina standan bi giştînameyê hatiye hedefgirtin û tê xwestin vekirina standan werin astengkirin. Li şûna standên xwendekaran hatiye xwestin ku polîs standan vekin.

Ders, panelên bi navê ‘bêteror’ dê bên lidarxistin

Wezareta Karên Navxwe di giştînameyê de ji Saziya Perwerdehiya Bilind (YOK) xwest ku dersên “bêteror” werin dayîn. YOKê jî daxwaza wezaretê erê kir û dê li zanîngehan ders, panel, civîn, komcivînên bi navê “bêteror” li dar bixe.

Etîket: giştînameşerê taybetWezareta Karên NavxweyîxwendekarZanîngeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

7 ÎLON 2026
Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

Li Fîskayayê mobese tenê çete û bikaranîna tiryakê nabînin!

5 TEBAX 2026
Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

Ciwanan li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist

16 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026
‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

9 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Yan mirov dê koletiyê qebûl bike yan jî mirov dê şehîd bikeve’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Îzmîrê bang: Israra asîmîlasyonê, israra şer e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad eşkere bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kuştina Sîpan Hiznî li gelek bajaran hat şermezarkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne