• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

    Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

    Kovara Ozgur Halkê bi sernavê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komplo Têk Bir’ derket

    Kovara Ozgur Halkê bi sernavê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komplo Têk Bir’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    Heyeta DEM Partiyê bi Numan Kurtulmuş re civiya

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    ‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

    Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

    Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

    Kovara Ozgur Halkê bi sernavê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komplo Têk Bir’ derket

    Kovara Ozgur Halkê bi sernavê ‘Rêbertî û Gelê Azad Komplo Têk Bir’ derket

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

Nedîm Orûç / AW

3 COTMEH 2026 - 10:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed- Derûnnas Laleş Ongun û Hevserokê Şaxa Egîtîm- Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan derbarê êrîşên ku li ser dibistanan tên kirin de gotin ku ev êrîş encamên polîtîkayên desthilatdariyê ye û destnîşan kirin ku ji bo ev rewş were guhertin divê civak were guhertin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di salên dawî de êrişên li ser dibistanan û her wiha rêjeya zarokên ku arasteyî tundiyê bûne her diçe zêdetir dibe. Li gor agahiyên fermî di van êrîşan de di 5 salên dawîn de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha herî kêm 50 kes birîndar bûne û bi tevahî 14 êrîş pêk hatine. Her çiqas ji aliyê Hikûmeta AKPê ve ji bo pêşîgirtina van êrîşan qaşo tedbir werin girtin jî ev yek encamgir nabe. Tişta herî balkêş jî dema êrîşek pêk tê dibe rojeva herî sereke ya civakê lê piştî demekî ev pirsgirêk tê jibîrkirin û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gavên şênber û encamgir nayên avêtin.

Derûnnas û Rêvebera Tora Mafên Zarokan a Amedê Laleş Ongun û Hevserokê Şaxa Egîtîm- Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan derbarê êrîşên li ser dibistanan, zarokên ku aresteyî tundiyê dibin û pêşniyarên çareserkirina vê pirsgirêkê ji ajansa me re axivîn.

‘Di jiyana rojane de tundî weke tişteke ji rêzê derdikeve pêşberî zarokan’

Derûnnas û Rêvebera Tora Mafên Zarokan a Amedê Laleş Ongun di destpêka axaftina xwe de got ku di roja îro de civak êdî tundiyê weke tişteke ji rêzê dibîne, ev yek bandora xwe li ser zarokan dike û wiha got: “Em di civakeke wisa de ne ku tundî gelek caran weke tişteke xwezayî derdikeve pêşberî zarok û ciwanan. Di jiyana rojane de her wiha li ser medyaya dîjîtal tundî weke tişteke ji rêzê derdikeve pêşberî zarokan û ev yek ji aliyê zarokan ve jî wisa tê nirxandin. Civak gelek caran difikire ku kesekî derûniya wî/ê nebaş be dikare serî li rêbazên tundiyê bide. Ev yek tiştek xelet e. Em nikarin xwe biparêzin û xwe biavêjin pişt vê gotinê. Kesekî derûniya wê/î nebaş be divê mirov li sedemên wê binêre. Gelo ev pirsgirêk takekesî ye yan em jî aliyek yê wê nexweşiya derûnî ne.”

‘Li Kurdistanê dema zarok êrişên tundiyê dibihîsin travmayên wan der dibin’

Laleş Ongun diyar kir ku piştî êrişê tenê ne zarokên bûne şahidê bûyerê, zarokên ku ev bûyer bihîstine jî bandor dibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî êrişekî tenê ne zarokên rastî vê êrişa hatine yan jî rast e rast bûne şahidên êrişê bandor dibin. Zarokên ku vê êrişê dibihîsîn jî bandor li ser wan çêdibe. Piştî ku zarok van bûyeran dibihîsin tirsek li ser wan çêdibe û bandorê li wan dike. Piştî bandor kirî li ser zarokan û malbata wan fikar, tirs, xeweke ne aram, nexwestina çûna dibistanê derkedive holê. Zarokek di bin stresê de mixabin nikare bi awayekî hêsan fêrî zanistê bibe, her wiha nikare bîr û baldariya xwe xurt bike. Li herêmên ku em niha têde dijîn, bi taybetî li Kurdistanê zarok û ciwan di temenên biçûktir de rast e rast bûye şahidê şer, koçberî û windabûnê bûye. Ji ber wê jî êrîşeke nû dibe sedem ku travmaya ku berê jiyane cardin bide der.”

‘Divê malbat û derdora zarokan ji wan re bibe mînak’

Laleş Ongun derbarê pêşîlêgirtina tundiyê de got ku gelek xal hene ku divê mirov li ser raweste û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêşî li van êrîşan were girtin mirov dikare çend xalan rêz bike. Destpêkê divê zarok fêrî binavkirina hestên xwe bibe. Zarokek ku bikaribe bibêje; ez hêrs bûme, ez şerm dikim, ez naxwazim, ez xemgînim an jî ez tenê me, kêmtir hewcedariya bikaranîna tundiyê dibe. Ev fêrbûn herî baş bi zimanê zikmakî pêkan e. Ji ber zarok herî baş dikare bi zimanê dayika xwe, xwe bîne ziman. Guhdarkirina zarokan jî di vê mijarê de gelekî girîng e. Divê malbat û mamoste bêyî darizandin bikaribin zarokan guhdar bikin. Zarok heya temenekî haya wan ji rastî yan jî derewan tuneye. Rast e rast çi dibînin û hîs dikin dixwazin parve bikin. Dema mirov zarokan baş guhdar bike wê demê zarok dikare her tişta ku difikire bi awayek rehet bibêje. Dema zarok tê bihîstin xwe ji civakê qût nake. Dema ku xwe ji civakê qût neke wê deme tişteke ne ji rêzê bibîne dikare bi dilekî rehet parve bike. Divê malbat û derdora zarok ji wan re bibe mînak. Ev yek tenê bi gotinê çênabe. Zarok ji tiştê ku em dibêjin zêdetir, ji tiştê em dikin fêr dibin. Zarok pir zêde guhdar û temaşe dikin, malbat pirsgirêkên di nava xwe de çawa çareser bikin zarok jî serî li heman rêbazê didin. Dema malbat pirsgirêkên xwe bi axaftina çareser bike, zarok jî vê yekê dibîne û serî li heman rêbazê dide. Divê em bibin mînak ku jiyanek bê tundî çawa tê avakirin. Divê mirov ji zarokan re bide nasîn ku nîşaneyên xetereyan çi ne. Derbarê vê mijarê de gelek lêkolîn hatine kirin. Li gor van lêkolînan kesên ku serî li rêbazên tundiyê didin beriya wê xwe eşkere dikin. Ev zarokên heya niha êrîş kirine yan di nava hevalên xwe de bi awayekî henekî qala tundiyê kirine, yan jî li ser medya dîjîtal vê tînin ziman. Divê zarok gotinên beriya tundiyê dibihîsin bikaribin ji malbatên xwe re bêjin û vê yekê weke gilîkirin nefikirin.”

‘Divê pergal, malbat, mamoste û rêveberên ewlehiyê bi hev re civakeke nû ava bikin’

Laleş Ongun herî dawî bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li ser tundiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergal pirî caran ji bo pêşiya van êrişan bigire serî li rêbazên ewlehiyê dide. Rêbaza ewlehî girtine dibe ku ji bo demeke kurt çareseriyekê pêk bîne lê ji bo demek dûvdirêj ev rêbaz nabe çareserî. Divê li dibistanan hem derûnnas hem jî şêwirmend werin peywirdarkirin û divê ev xizmeta ji bo zarokan bi zimanê dayikê jî were dayîn. Di civaka me de her kes bi awayek hêsanî dikare xwe bigihîne çekê. Zarok jî vê yekê li derdora xwe dibîne. Divê teqez ev yek were sînordarkirin û zarok nekare xwe bigihîne çekê. Tundî tenê ne pirsgirêkeke dibistanê ye. Heya ku tundî yan jî newekhevî di civakê de berdewam bike dibistan jî ji wê tiştê teqez bandor bibe. Pêşîlêgirtina tundiyê divê ji guherîna civakê dest pê bike. Divê pergal, malbat, mamoste û rêveberên ewlehiyê bi hev re civakeke nû ava bikin. Helbet ev di rojekî de pêk nayê lê heya ku ev yek çênebe mixabin bandor û berdewamiya van êrîşan jî wê bidome.”

‘Ev êriş encama polîtîkayên perwerdehiyê yên AKPê ne’

Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan, destnîşan kir ku ev êriş encama polîtîkayên AKPê yên perwerdehiyê ne û wiha axivî: “Polîtîkayên AKPê yên li ser perwerdehiyê dibe sedem ku ev êriş pêk werin. Di vê pergalê de zarok nikarin xwe pênase bikin û şertên nebûna qadên spor, çand û hunerê bandoreke neyînî li ser zarokan dike. Her wiha di aliyê teknolojiyê de pêşîgirtinek ji bo zarokan tuneye. Her wiha rêzefîlmên di salên dawî de tên pêşandin bandoreke gelek neyînî li ser zarokan dike. Carna em gihiştina zarokan a medya dîjîtal û înternetê rexne dikin desthilatdar van rexneyên me şaş digire dest û hewl dide bi temamî qedexe bike. Divê temamî qedexe nebe lê were kontrolkirin.”

‘Pirtûkên perwerdeya pergalê divê teqez werin guhertin’

Farûk Ercan bal kişand ser pirtûkên perwerdehiyê û şêwirmedên manewî yên tarîkatan ku li dibistanan hatine peywirdarkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pirtûkên didin zarokan de olek, zimanek, çandek û mezhebek heye. Dema zarok li gor van pirtûkan mezin dibin û teşe digirin ji bilî xwe û perwerdehiya ku dibînin tiştekî din qebûl nakin. Desthilatiya AKPê di salên dawî de şêwirmendên manewî xistine dibistanan, divê li cihê van şêwirmendên pispor û derûnnas werin peywirdarkirin. Ji ber ku şêwirmendên pispor û derûnnas dikarin bi zarokan re têkilî danin û wan fam bikin. Bi vî awayî mirov dikare rêjeya van êrişan daxîne asta herî jêr.”

Etîket: êrîşên li ser dibistananFaruk ErcanLaleş Onguntundiya ku zarok dikinxwendekar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zanîngeha Egeyê gelek xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Egeyê gelek xwendekar hatin binçavkirin

22 ÎLON 2026
Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

20 ÎLON 2026
Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

7 ÎLON 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026
Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

Li Zanîngeha Egeyê ulkuciyan êrişî xwendekarekî kir

5 HEZÎRAN 2026
Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

Li dijî şerê taybet şahî: Em ê bi komunan jiyanê ava bikin

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêla qedexekirina medyaya dîjîtal veguheriye polîtîkayek mayînde

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne