Li Kampusa Zanîngeha Egeyê, rêxistinên ciwanan ên ku stand vekiribûn, piştî mudaxeleya polîsan li kampusê hatin binçavkirin.
Li ber têketina Bazara Ciwanan a Zanîngeha Egeyê xwendekaran, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û rêxistinên ciwanan ên ku bi dirûşma “biryar ên we ne, zanîngeh ên me ne” stand vekiribûn û belavok belav dikirin, rastî mudaxeleya polîsan hatin û hatin dorpêçkirin. Li gorî biryara nû ya rektoriyê çalakî, çalakiyên girseyî û daxuyaniyên çapemeniyê yên li nava kampûs divê bi destûra rektoriyê bihata kirin. Xwendekarên ku bertek nîşanî vê biryara rektoriyê dan hatin binçavkirin. Xwendekaran ji nava dorpêçê bang kirin û dirûşmeyên “Polîsê îşkencekar wê hesab bide”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedana xwendakar” berz kirin.















