Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê li dijî tiryakê hevdîtina gel li dar xist û hate diyarkirin ku ew ê li dijî tiryakê têbikoşin û wiha hate gotin: “Em ê nehêlin ku şerê taybet û tiryak bikevin nava malan.”
Desthilatdar ji bo ciwanan ji rêxistinbûyînê dûr bixe polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tiryakê çalakiyên ciwanan didome. Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê li Parka Haciahmetê hevdîtina gel li dar xist. Ciwan li parkê kom bûn û pankartên “Em ê rê nedin hişbirê” û “Em li dijî bengîtiyê jiyaneke nû ava bikin” vekirin. Paşê goven gerandin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berzk irin.
‘Em ê nehêlin ku şerê taybet û tiryak bikevin nava malan’
Endamê Înîsiyatîfa Komunalîst a Beyoglûyê Dewran Kûrt li ser talûkeya tiryakê û şerê taybet axaftin kir. Kûrt diyar kir ku ew dizanin ku tiryak bi şerê taybet pêş dikeve û got: “Em ê nehêlin ku şerê taybet û tiryak bikevin nava malan. Em dixwazin ku gelê me jî li dijî vê bisekine. Ji niha şûnde divê em têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bibin yek û tiryakê bi dawî bikin.”
Çalakiya ciwanan bi gerandina govendê bi dawî bû.
















